Doza Musa Anter bo 21ê Îlonê hat paşxistin

Doza Musa Anter bo 21ê Îlonê hat paşxistin

.

A+A-

36mîn rûniştina doza kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter li Enqerê hat pêkanîn û doz bo 21ê Îlonê hat paşxistin.

Rûniştina doza têkildarî kuştina nivîskar û rewşenbîr Musa Anter îro 15ê Îlona 2022yan li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. 5 roj mane ku doza kuştina Musa Anterî li gorî dema qanûnî biqede û bikeve ber demboriyê û doz hilweşe.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqerê Şevket Herkî ragihand ku li 6mîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê biryar hat dayîn ku rûniştina doza kuştina Mûsa Anter bo 21ê Îlona 2022yan ango rojek piştî dema qanûnî bi ser doza kuştina re derbas bibe, hat paşxistin.

Di rûniştina dozê de ji bilî Kurê Mûsa Anter kurê wî Dîcle Aneter, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)û parêzer Ozturk Turkdogan, daxwazên xwe dubare kirin ku divê ev doz di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de be û nabe hilweşe.

Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter di danişînê de axivî û got: “Di nava van şert û mercan de êdî tiştekî ku bikarim bibêjim nema ye. Doz di 20ê îlonê de dema xwe ya yasayî tejî dike dikeve ber demborînê. Ev, tawaneke li dijî mirovahiyê ye. Rêkoşîna me ya di qada navneteweyî de dê berdewam be.”

Ozturk Turkdogan got: “Metirsiya herî mezin ew e ku ev doz bikeve ber demboriyê û hilweşe. Lê ev doz yek ji tawanê li dijî mirovahiyê ye û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî derbarê dozê de biryarek daye. Lewma nabe ev doz bi wî awayî bidawî bibe.”

Turkdogan herwiah daxwaz kir ku îfadeya Abdulkadîr Aygan were standin û çi kêmasî hebin ew jî bêne tamamkirin.

Lijneya dadgehê jî biryar da ku nirxandina daxwazên ku mijara dozê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye û ji ber vê yekê divê neyê hilweşandin, di rûniştina pêş de bê dîtin û doz bo 21ê Îlonê paş xist.

Ji bo şopandina dozê Parlamenterên HDPê Fatma Kurtalan,  Kemal Pekoz Abdûllah Koç, Parlamenterê CHPê Yildirim Kaya û Serokê Rêxistina Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya Şaxê Enqerê (ÇHD) Murat Yilmaz jî li salona dozê amade bûn.

Mûsa Anter roja 20 Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Yek ji gumanbarên dozê Mehmûd Yildirim ê ku bi nasnava Yeşîl tê naskirin heta niha nehatiye tesbîtkirin. Yek ji gumanbarên din ê dozê jî karmendê JÎTEMê û îtîrafkarê PKKê Abdulqadir Aygan e.

Sedema sereke ya ragirtina dozê jî ew e ku îfadeyên Abdulkadir Aygan nehatine wergirtin ku ji dosyeya kuştina Anter tê darizandin û bo dema çend sal in li Swêdê bi cih bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin