Doza Mûsa Anter bi hinceta 'demborînê' hat betalkirin

Doza Mûsa Anter bi hinceta 'demborînê' hat betalkirin

.

A+A-

6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryara xwe ya di doza derbarê kuştina rewşenbîr û rojnamevanê Kurd Mûsa Anter de eşkere kir û biryar da ku doza Mûsa Anter bi hinceta demborînê were betalkirin.

Doza Mûsa Anter a ku li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê birêve diçû, piştî navberê biryara xwe ragihand. Lijneya dadgehê bi hinceta ku 30 sal di ser doza Mûsa Anter re derbas bûne, biryar da ku doz were betalkirin.

Piştî lêkolîn û lêpirsîna bi salan hat ragihandin ku kesên Mûsa Anter kuştine nehatine dîtin û dosya hat girtin.

Malbata Mûsa Anter di sala 2000an de ji ber ku di lêpirsîna ku derbarê cînayetê de hatibû destpêkirin de tu pêşketin çênebû, dosyaya xwe bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê.

Di 19ê Kanûna 2006an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ji ber binpêkirina mafê jiyanê yê Mûsa Anter û nebûna lêpirsîna têrker a derbarê kuştinê de, Tirkiye bi dayîna 28.500 Euro mehkûmê qerebûyê kir.

Gumanbarê kuştinê Hamît Yildirim ê ku demeke dirêj wek "kiryarên nediyar" ma, di 29ê Hezîrana 2012an de li Şirnexê hat girtin, lê dosya demborî bû.

Doza Anter di 23ê Kanûna 2014an de bi Doza Sereke ya JÎTEMê re hat girêdan. Dosyeya doza ku ji sala 2016an û vir ve li Enqerê dihat dîtin, îro bi hinceta demborînê hate betalkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin