Doza Manîsayê: 'Zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan!'

Doza Manîsayê: 'Zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan!'

Li Manîsayê ji ber daxwaza xweparastina bi zimanê kurdî qeyranek derket. Li Eywana Rûniştinê Girtî Halil Aydemir got: "Zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan"

A+A-

Di roja duyemîn a rûniştina Doza 138 HDPiyan ku 57ên ji wan girtî ne, bi qeyrana 'daxwaza xweparastina bi zimanê kurdî' destpê kir. 

Girtiyê HDPî Halil Aydemir, daxwaz kir ku xwe bi zimanê kurdî biparêze û got bi mehan e min daxwaznameyê daye ku xwe bi zimanê kurdî biparêzim, bersivê daxwaznameya min nadin.

Aydemir got: "Zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan e. Ev bi sedsalan e wisa ye. Heta wergêr neyê ez xweparastina xwe nakim. Ji dil jî heke ez li virê bi kurdî xwe biparêzim ez ê nîşan bidim ku çi bêhiqûqî ye. Xweparastina xwe nakim. Ez dixwazim bi kurdî xweparastina xwe bikim çimkî ez dixwazim bi vê yekê rê li ber hevalên din vekim."

Osman Baydemîr jî got dixwazin kurdî careke din tune bihesibînin.Rengê gelekî qedexe dikin. A rastî Tirkiyeyê ew serdema ku kesk û sor û zer dihatin qedexekirin derbas kiriye, an divê derbas bûbe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin