Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek

Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek

.

A+A-

 Doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş ku li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê darizandin, bi Doza Kobanê re kirin yek. 
 
Doza sereke ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku jê hatiye berdan û berdayî tê darizandin,  19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir. Piştî parastina Demîrtaş parêzerên wî Firat Epozdemîr, Levent Kanat, Aydin Erdogan mafê axaftinê girtin û parastina muwekîlê xwe kirin. 
 
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê, doza Demîrtaş bi Doza Kobanê ya li 22’yemîn a Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê ditin re kir yek û biryar da ku dosyaya dadgehê ji 22’yemîn a Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê re bê şandin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin