Dosyeya mirina ciwanekî Kurd li Almanyayê deng vedaye

Dosyeya mirina ciwanekî Kurd li Almanyayê deng vedaye

Bûyer û doza Amed Ehmed ku bi xeletî hatibû girtin û di bûyereke ne dîyar de agir bi odeya zindana wî ketibû canê xwe ji dest dabû bûye rojeva Almanyayê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Amed Ehmed ku temenê wî 26 sal e û malbata wî ji gundê Maseka yê ser bi Racoya Efrînê ve ye li Rojavayê Kurdistanê, li Lîbyayê ji dayîk bûbû û sala 2017an jî koçberî Almanyayê bûbû û 19ê Îlona 2018an jî di şewateke bi guman de koça dawî kir.

Dayik û bavê Amed di jîyana xwe de gelek caran koçber bûne; Urdin, Lubnan, cihê jidayîkbûna Amed Lîbya û paşê çend welatên din û dawîyê jî li Almanyayê bicih bûbûn ku kurê wan kêmtir ji 2 salan li wî welatî jîya û di encama şewateke gelek bi guman û bi pirsyar de canê xwe ji dest da.

Dayika Amed Fezîle Ehmed dibêje, “Dixwast were Almanyayê jîyaneke xweş bibîne. Divê xwîna wî winda nebe, eger dewleteke demokrat be xwîna lawê min dê derkeve. Kî sedem e divê derkeve.”

Bavê Amed Malik Ehmed jî dibêje, “Berîya her tiştî ev kesên bûne sedem , ev bûyer hatîye çê kirin… mirovekî bê sûç, tu doza wî azadîya wî tu qut bikî divê ev heq bê peydakirin.”

Jürgen Künis, weke dostekî malbata Amed, di asta yasayî, sîyasî û raya giştî de dixwaze rastîya veşartî ya girtin û mirina Amed aşkere bibe û dibêje, “Min bawerîyek heye ku di vê dosyeyê de neheqî hatîye kirin û bi her awayekî polîs karê xwe baş nekirîye. Paşxana wê çi ye, malbata wî dûr nabîne ku sedemên regezperestî li pişt hebin.”

Dozgerê giştî yê bajarê Klevê, ew bajarê Amed lê hatibû zindanîkirin, dozeke nû vekirîye. Di destpêka trajedîya Amed de, heman dozger, bi tohmeta jêstandina azadîya kesayetî lêkolîn dest pê kiribû, lê niha rewşeke nûtir heye.

Günter Neifer, Serdozgerê bajarê Klevê dibêje, “Lêkolîn destpêkê li dijî karmendên polîsan bûn bi tohmeta jê stendina azadîyê, me ev lêkolîn sekinand ji ber ku nehate selmandin ku van polîsan bi enqest reftar kirîye ji bo stendina azadîyê. Li dijî vê lêkolînê rêyên yasayî hatine wergirtin weke skala û niha ji bo biryardanê derbarê wê skalayê de, dosye li ber destê dozgerê giştî yê Dusseldorfê ye.”

Neifer dibêje, “Di vê heyamê de me agahîyên nû wergirtin. Ji ber van agahîyan me lêkolîneke nû li dijî karmendên polîsan, efserekî pişkinînan ê ser bi rêveberîya polîsê Klevê ve vekirîye. Paşxaneya destpêkirina van lêkolînên nû rastîya telefonê ye ku nêzikî 3 heftîyan piştî girtina hemwelatîyê Sûrî, dozgereke giştî ji Dozgerîya Giştî ya Brawnîşvayg, wê dozgerê telefona wî karmendê polîsan kirîye û jê re gotîye ku ew hemwelatîyê Sûrîyê ye ku wê demê di zindanê de bû û heman ew kes nîne yê ji Afrîkayê ye ku bi rastî li pey digerîyan.”

Amedê 26 salî di odeya 143 ya zindanê de hatibû ragirtin. Piştî wê telefona dozgera giştî û efserê pişkinînê pêwîst bû ew gencê Rojavayî hatiba azadkirin, lê Amed nehat berdan.

Her du wezîrên navxwe û dadê yên herêma Nord Rhein Wesfalen a Almanya li gel parlamenterên Komîteya navxwe beşdarî di merasîma veşartina Amed de kirin.

Stefan Engistfeld, parlamenterekî nas kirîye û endamek e di komîteya 13 kesî ya parlamentoyê de bo aşkerekirina girtin, şewat û mirina Amed û dibêje, “Em ji hemû rehendên wê ve lêkolînê li ser vê bûyerê dikin. Di vê heyamê de hinek amaje hene ku pêwîst bû hatiban aşkerekirin ku kesê xelet hatîye girtin.”

Ev doz bûye dozeke girîng di raya giştî ya Almanyayê de û lewma jî gelek kes ji bo guhdarîkirin û lêpirsînê ji alîyê komîtê ve tên vexwendin.

Stefan Engistfeld, endamê Komîteya Lêkolînê dibêje, “Me nêzikî 120 şahid vexwendine, ji ber ku em dixwazin alîyên cuda yên vê çîrokê bibînin. Em dixwazin bizanin çima hatîye girtin?”

2 sal berî niha, roja 06.07.2018 Amed ji alîyê polîsan ve li bajarokê Gêlden hatibû desteserkirin û herwiha nêzikî 2 meh û 10 rojan  ji girtina wî, hê jî lêkolîn dihat kirin ku Amed ne Kurdê Rojava û xwedîyê nasnameya Sûrîyê ye, lê weke kesekî xelkê Malîyê hatîye girtin.

Roja 13ê Îlona 2018an jî agir bi wê odeya zindanê ket ku Amed bi tenê tê hatibû girtin û heta niha jî lêkolîn li ser bûyerê berdewam in.

12 roj piştî bûyerê ji ber birênên giran ên wê şewatê, Amed li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Komîteyeke taybet a lêkolînê li parlamentoya Herêma Nord Rhein Wesfalen (NRW) hatîye avakirin ku vê dosyeyê dişopîne.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin