Dostekî Minê  Nêzik Û Mezinekî me Kurdan Şêx Mehmûd Yeşîl rehmet kir...

Dostekî Minê Nêzik Û Mezinekî me Kurdan Şêx Mehmûd Yeşîl rehmet kir...

Ew di cîwantiya xwe de dest bi xebata kurdewarî dike. Li Farqînê hevalê Seyda Ebdûlkerîm Ceyhan, Mûhterem Bîçîmlî û Mele Mehmûd Okûtûcû bû.

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Şêx Mehmûd Yeşîl, duho şev di saet 19.00-an de nêzikî mala xwe qezeyeke trafîqê derbas kir. Hezar mixabin li nexweşxaneya zanîngehê hemû mudaxeleyan ew xelas nekir, wî rehmet kir, çû ser dilovanitya xwe.

Ew di cîwantiya xwe de dest bi xebata kurdewarî dike. Li Farqînê hevalê Seyda Ebdûlkerîm Ceyhan, Mûhterem Bîçîmlî û Mele Mehmûd Okûtûcû bû.

Wan li Farqînê ekoleke kurdî pêk dianîn.

Ew her çiqas endamê TÎPê nebe jî, lê her dem ji bona berjewendiya miletê kurd dibe alîkarê TÎPê.

Dema ku li Farqînê DDKO ava dibe. Dibe endam û çalakvanekî DDKOyê.

Di hemandem de dibe hevalê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Li Tirkiyeyê.

Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Adara 1971-an jî, ji bona DDKOyê di derbarê wî de biryara hepiskirinê hat girtin.

Ew jî di hepsa leşkerî ya Diyarbekîrê de hepis bû. Hat mehkeme kirin û ceza wergirt.

Piştî ku ji hepsê derket xebatên xwe yên welatparêzî di KÎP/DDKDê de domand. Bû hevalê rehmetiyan Omer Çetîn, Ehmed Karli, Necmeddîn Buyukkaya.

Ew hevalê min ê hepisê bû. Em dostên hev yê nêzik bûn. Di hepsê de fikir û ramanê me nêzikî hev bûn. Pişt re jî dema ku ez li Kurdistanê cîwar bûm, ew dostaniya me kûrtir û nêziktir bû.

Bi vê wesileyê malbata wî, keç û kûrên wî jî bûn dostên min ê nêzik.

Dema di sala 1998-an de ez vegeriyam Tirkiyeyê û Kurdistanê li Amedê cîwar, bûm dostaniya me dom kir.

Ez û wî, em bi hev re beşdarî gelek civîn û xebatên kurdewarî û welatparêzî bûn.

Ew di HAK-PARê û Komela Kurd a Diyarbekîrê de alîkarekî me bû.

Piştî ku Partiya Azadiya Kuırdistanê (PAK) ava bû, ew nêzikî PAKê bû.

Wî bîranînên xwe nivîsand. Reşnivîsa bîranînê xwe pêşî bi min jî da xwendin.

Ji bona bîranînên wî li navenda PAKê civînek çêbû. Wî bîranînên xwe pêşkêş kirin. Ez jî guhdarê wî bûm. Min û gelek hevalan jê pirs kir, wî jî bersîv da.

Ez bi mirina wî gelek xemgîn bûm. Ez baş dizanim ku li Kurdistanê bi deh hezaran kes jî nûha ji bona Şêx Mehmûd Yeşîl xemgîn in.

Em wek dostên wî gelek birîndar bûn.

Ez êşa malbata wî, keç û kûrên wî tehewul jî nakim.

Bila serê malbata wî, kûr û keçên wî, dost û hevalên wî û Miletê kurd sax be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin