Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Dostaniya Amerikayê û sekna Mesud Barzanî û xeta Kosret Resul

A+A-

 

Bi îşxala Kerkûkê xweşbiniya di pêvajoya referandumê de ji hole rabû.

Ji nû ve hewcedariya bersiva van pirsan derket holê.

Kurdistan û dostaniya Amerikayê?

Kurdistan û qimeta nirxên demokratik?

Kurdistan û sedema li ser hev ixanet kirinê?

Kurdistan û bandora bermilek neftê?

Kurdistan û xeyal şikestin?

Kurdistan û "mejiyê eskerên bi pere"?

Kurdistan û pêwistiya arteşek neteweyî û  koridanasyona wê ya navendek?

Kurdistan û ji berjewendiya partitiyê bêtir qimeta dezgehên neteweyî?

Kurdistan û rola serokatî?

Di bersiva van pirsan ditin û nîrxandinên me çi dibe bîla bibe, em hemû şahîdî 20 rojên ku çawa elimandinên berê ya siyaseta Rojhilata Navîn hejand bûn.

Gelên ku li Kurdîstanê dijîn bi terciha xwe yî demokratik  statuqoyê perçe kirin. Ji 25ê ilonê heta 16ê cotmehê xewa dewletên dagirker revandin.

Aktorên Rojhilata Navin tirsandin.

Xeta siyaseta biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê girtin, siyaseta dewletên dagirker têk birin.

Dibe ku di vê aloziyê de kes nikare qimeta wê siyasetê û bandora wê bibine lê ewê dirok bi awayekî erînî behsa vê siyasetê û pisporîya wê bike.

Di siyasetê de ketin û rabûn dibe para herkesî.

Hezar car mixabin “xencera jarî” ya 16ê cotmehê bû sedem ku kurd ji nû ve li ser dostanî, bandora bermilek neft, îxanet,arteşa neteweyî, gringiya tercihên demokratik, ji partiyan bêtir rola dezgehen Kurdsistanî rawest in.

Li Rojhilata Navîn seknek we hebe û hun wek xwe bin ewê gelek kes ji vê yekê aciz bin. Kurda bi hemla referandumê Amerikayê aciz kirin. Daxwaza texirkirinê qebûl nekirin, gav bi şunde ne avêtin. Di biryara xwe de isar kirin. Mesajek dan em ne "eskerên bi pere ne" Ev yeka Amerikayê aciz kir. Wexta hêzek we yî tayinkar û xurt tunebe Amerika di siyaseta xwe ya li Rojhilata navîn itîrazê qebul nake.

Di işxala Kerkukê de temaşevani û “bê teref(!) bûyina Amerikayê ji mesajek bû.

Amerika tehamûlî Serokek wek Serokê Herêma Kurdistanê nakir.

Kurda pêşengtiya modelek nû kirin. Ev modela elimandin û statuqoyên berê perce perce kir.

Amerika ji şiklê serokatiya dewletên Ereban hezdike. Lewra ew her tim wek Amerikayê dikin û tu itirazê ji biryarên ku Amerikayê girtiye nakin.

Di işxala Kerkûkê de Arteşa İraq û Haşdî Şabi çek û Tankên Amerikayê bi kar anin. Ev yeka bi riza Emerikayê bû. Bê dengiya Emerikayê bersîva biryara Referandûmê bû. Ji nû ve dizayinek bû.

Amerîka û dewletên rojava bi helwesta temaşevaniyê destnişan kir ku dibê hertîşt di bin kontrola wan de be.

Lê seknek Serokê Herêma Kurdistanê û xeta Kosret Resul hebû.

Bi qeneta min sekna wan û partiyên ku biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê girtin bi camêrî bû.

Xeyalên wan î dewletek serbixwe kare jibo demekî were bi şunde xistin lê dirok her ewê behsa mêrxasî û siyaseta wanî pisporî û camêrî bike.

Pêvajoya referandumê û encamên wê dersên demokrasiyê da dewletên ku Kurdistanê dagir kirine. Di vê pêvajoyê de helwesta kurdan siyaseta dewletên dagirker têk bir.

Kurda hem ji ali tercihên xwe yi demokratik û hem ji ji aliyê siyasetê qezenc kirin.

Çavên xayinan û dostên xapinok birjê.

Me bihev re dît siyaseta xeta serxwebûnparêzan ji ali “xencera jarî” birindar bû. Kurda ji dostên xwe û ji ixaneta navxweyî darbak mezin xwarin.

Xem nake “êrişa ku pişta mirovan neşkine darbak ku hatiye xwarin wî hin xurtir dike."

Vê gave kurd hin xurt in.

Erê ”Xeta serxwebûn xwazan “di dilê Kurdistanê” de darbak mezin xwarin , dostên wan jibo bermilek neft û hin bêtir wan bigrin bin kontrola xwe wan firot in.

Ki çi dibêje bila bibêje pêvajoya 25ê ilonê heta 16ê cotmehê xeta serxwebûn parêzan qezenç kir.

Siyaseta rêzdar Mesud Barzanî û ya rêzdar Kosret Resul serkeftî bû. Tevger û siyaseta wan ji dewletên 200 sal in li ser hikumin hin maqultir û hêjayi teqdirê ye.

Beri her tişti li Kerkûkê siyaseta dewletên dagirker puç û vala derxistin.

Dewletên dagirker dixwestin li Kerkukê şerê birakuji destpê bike û bi deh hezaran kurd werin kuşitin. Erdingeriya Kurdistanê wek Soran û Behdinan perce bikin. Hijmendiya neteweyi û siyaseta xeta sexwebûn parêzan destur nedan vê siyasetê. Rê li ber birakujî û percebûyina Kurdistanê girtin.

Disa nama Serokê Herêma Kurdistanê ya ku ji Parlementoyaa Kurdistanê re şandibû rê li ber kaos û tevliheviyê girt. Dev ji kar berdana Serokê Herema Kurdistanê ji gelek aliyan xwedi nirxeki bilind e:

1.İstifa wi li Rojhilata Navin numuna demokrasiyek pêşketiye.

2.Mesajek ji Amerika,ji dewletên rojava û ji partiyên kurda re ye.

3. Ya heri gring mesajek ji dewletên dagirker û xiyatena navxweyi ye.

Bi vê helwesta xwe dest nişankir ku tenê armancek wî heye ew ji Serxwebûna Kurdistanê ye. Bi qeneta min di Hilbijartina Serokatiyê de rêzdar Mesud Barzanî piştgiriya mirovên wek Kosret Resul bike ewê riya serxwebûnê nêziktir bike. Ev terciha ewê planên ku werin kirin vala derxine. Bi vê siyasetê ewê pêşhukimiya Soran û Behdinan ji hole rake û yekrêzî û biratiya kurdan hin xurtir bike. Ev yeka ewê plan û projên dewletên dagirker vala derxine.

Rêzdar Mesud Barzanî vê gavê ji hemû demî bêtir xwedî roleka sereke ye.

Xeta serxwebûnxwazan ewê li hemberi xeta "xencera jarî" û derûdorên pragmatist biserkeve. 03.11.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar