Dor hat yasaxkirina rengên kesk, sor û zer!

Dor hat yasaxkirina rengên kesk, sor û zer!

Qeyyumê navçeya Şaxê ya bajarê Wanê hesinên barîyerê li ser pira Botanê yê ku bi kesk, sor û zêr hatine boyaxkirin, guhartîye û kiriye sor û sipî û li hin ciyên wê jî alaya Tirk çêkirîye.

A+A-

Qeyyum, hesinê pira kesk, sor û zêr a navçeya Şaxê guhertîye û kiriye sor û sipî û li hin ciyên wê jî alaya Tirk çêkirîye.

Qeyyumê navçeya Şaxê(Çatak) ya bajarê Wanê Hecî Asim Akgul hesinên barîyerê li ser pira Botanê yê ku bi kesk, sor û zêr hatine boyaxkirin, guhartîye û kiriye sor û sipî û li hin ciyên wê jî alaya Tirk çêkirîye.

Qeyyumê navçeya Şaxê Hecî Asim Akgul berê qaymeqamê navçeyê bûye, piştî ji kar dûrxistina şaredarê BDP Cellatin Bartû ew qayyûm hatîye taînkirin.

Wer xuyay ye êdî dor hatîye yasaxkirina rengên kesk, sor û zer; hêzên emnî, îdarî û adlî yên dewleta Tirk naxwazin van sê rengan bi hev re bibînin û alaya Kurdî jî dê wek navgînê tawanê qebûl bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin