Doktorê homofobîk û transfobîk li Almanyayê ji kar hatîye avêtin

Doktorê homofobîk û transfobîk li Almanyayê ji kar hatîye avêtin

Ji ber tweeta wî ya homofobîk û transfobîk doktor Metin Çakir li Almanyayê ji kar hatîye avêtin. Çakir li Karlsrhueyê li klînekê kar dikir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî xutbeya Dîyanetê ya gotinên nefretkirinê tê de hebûn, doktor Metîn Çakirê li Almanyayê di klînîkekê de kar dike, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû û gotibû, “Ez weke doktorekî dixwazim bibêjim ku hevzayendî, transeksuelî nexweşî ye.”

Piştî vê nivîsê gelek kesan bertek nîşanî peyama Çakirî da kul i bajarê Karlsruheyê li Helius Klinikê kar dikir. Çakirî paşê tweeta xwe jê bir.

Li gorî nûçeya Euronewsê, klînîkê ji medyaya almanî re gotîye ku wan Çakir ji kar derxistîye.

Di daxuyanîyê de wiha hatîye gotin: “Em û xebatkarê me rûniştin û biryar da ku ji bo demekê em wî ji kar derxin. Em  û odeya doktoran rûnên, lêkolîna mijarê bikin û nirxandinekê bikin. 20 sal in ku li nexweşxaneya me kar dikir.”

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin