DMMEyê serlêdana Demîrtaşî nirxandiye: Biryar wê di rojên pêş de aşkere bibe

DMMEyê serlêdana Demîrtaşî nirxandiye: Biryar wê di rojên pêş de aşkere bibe

Daîreya Mezin a DMMEyê serlêdana Demîrtaş, nirxandiye ku ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û DMMEyê di 2yê Îlonê de biryara tehliyekirina wî dabû. Dadwer wê di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.

A+A-

Daîreya Mezin a DMMEyê serlêdana Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê kevin ê HDPyê nirxandiye ku ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û DMMEyê di 2yê Îlonê de biryara tehliyekirina wî dabû. Dadwer wê di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.

 

Danişîna Hevserokê HDPyê yê kevin Selahattîn Demîrtaşî li 16emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk hatiye.

 

Başak Demîrtaş hevjîna Demîrtaşî û Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê jî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê beşdarî danişînê bûne.

 

Parêzer Prof. Dr. Başak Çali, Dr. Kerem Altiparmak, Mahsûnî Karaman, Benan Molû, Ramazan Demîr û Aygul Demîrtaş li ser navê Demîrtaşî beşdarî dadgehkirinê bûne.

 

Daîreya Mezin a ku ji 17 dadweran pêk hatiye, him li hikûmeta Tirkiyeyê û him jî li parêzerên Demîrtaşî guhdar kiriye.

 

Heyeta dadgehê her weha wê li nêrîna saziyên weke Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropayê guhdar bike ku bûne midaxilê dozê. Çavlirê ye ku dadwer di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.

 

Parêzerên Demîrtaşî dest bi axavtinê kirine

Dadgehkirinê bi pêşkêşiya paraznameya parêzerên Demîrtaşî dest pê kiriye:

 

“Mijara vê doza ku îro li vir tê nirxandin, bêdengkirin û cezakirina mixalefeta li Tirkiyeyê ya bi rêya darazê ye. Demîrtaş parêzerekî mafên mirovan e. Lê îro ew bi xwe bi binpêkirinên mafan re rû bi rû maye.

 

“Ev doz tenê ne derbarê wî tiştî de ye ku Demîrtaş ji azadiya xwe hatiye mehrûmkirin. Di heman demê de bê wê DMME çawa li wî tiştî dinêre û dibersivîne ku li Tirkiyeyê ji bo bêdengkirin û cezakirina mixalefetê daraz tê bikaranîn.

 

“Di rastiya vê dozê de ew tişt heye ku Demîrtaş bi armancên siyasî ji azadiya xwe hatiye mehrûmkirin û daraz jî xizmetê ji vê armancê re dike. Benda herî bilind a Ewropayê, li Tirkiyeyê. Beriya sala 2015an ti partiyeke ku mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan xistibe rojeva xwe karibe ev bend derbas kiribe, nîne. Lê HDPya ku Demîrtaş jî bûye Hevserokê wê, di vê de bi ser ketiye.

 

Ajansa Mezopotamya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin