DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Ahmet Altanî binpê bûne

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Ahmet Altanî binpê bûne

.

A+A-

DMMEyê ji bo Ahmet Altan û Mûrat Aksoy, rojnamegerên girtî biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê binpê bûne. Tirkiye wê 16 hezar Euroyî bide Altanî.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê rojnameger û nivîskar Ahmet Altanî û rojnameger Mûrat Aksoyî de îro aşkere kiriye.

Dadgehê gotiye ku li gorî xala 5/1ê û 5/5ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê azadiyê û ewlehiyê û li gorî xala 5/4ê mafê pêvajoya dadgehkirina adil û bilez û li gorî xala 10an a azadiya xweîfadekirinê yê Ahmet Altanî binpê kirine.

Tirkiye ji ber vê rewşê wê 16 hezar Euroyî bide Altanî.

Parêzer Benan Molûyê derbarê biryarê de gotiye, “Ez li bendê bûm ku bibêje Dadgeha Destûra Bingehîn bi lez û bez lênekolaye û di îdiaya ku dibêjin bi armancên siyasî hatiye girtin de binpêkirineke giran heye. Lê biryara binpêkirinê nedaye. Xuya dike ku (DMME) weke di biryarên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaşî de xwe berpirsiyar nedîtiye ku li gorî xala 46ê biryarê bide û bibêje serbest bikin.”

Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye û gotiye, di liv û tevger û çalakiyên serlêder de delîl nînin ku ji bo hikûmetê hilweşîne, lewma “delîlên maqûl” yên derbarê çalakiyên wî de nînin ku bibin mijara tohmetan.

Di heman biryarê de Dadgehê gotiye ku midaxeleya darazê ya li azadiya xweîfadekirinê kiriye ne li gorî qanûnan e.

Ahmet Altanî di serlêdana xwe de gotibû ku ew hatiye astengkirin û bidestxistina dosyaya wî hatiye sînorkirin. DMMEyê ji bo vê jî gotiye, “piştî îdianame amade bûye derfet dîtiye delîlan bibîne” û vê wî weke midaxeleya li mafê parastinê nirxandiye.

“Mafê Aksoyî jî binpê kirine”

DMMEyê ji bo Mûrat Akoyî jî gotiye ku li gorî PMMEyê mafê wî yê azadî û ewlehiyê û azadiya xweîfadekirinê binpê irine.

Dadgehê di vê biryarê de jî diyar kiriye ku tohmetên li wî hatine kirin bêbingeh in û biryara girtina wî û dadgehkirina wî ya bi vî awayî bi qanûnan nayê aşkerekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin