DMME derbarê Demîrtaş de biryarê dide

DMME derbarê Demîrtaş de biryarê dide

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îro derbarê dosyeya Demirtaş dicive û şanda HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê, Sezayî Temellî jî dê di civîna dadgehê de amade bin.

A+A-

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îro derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş dicive û şanda HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê, Sezayî Temellî jî dê di civîna dadgehê de amade bin.

Biryar e îro 18ê Îlonê danaşîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li 16emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk bê.

Şanda HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê partiyê Sezaî Temellî parlamanterên wê , Feleknas Uca, Pero Dundar û Ayşe Acar Başaran di rûniştina taybet bi dosyeya Demirtaş a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de amade dibin.

Sezaî Temellî diyar kir ku doza Demîrtaş weke sembolekê ye ku tevahiya kiriyarên heyama niha nîşan dide û got: “Ji bilî Demîrtaş bi hezaran girtiyên siyasî li Tirkiyê hene. Hêj di girtîgehan de bi dehan şaredarên me hene. Tevî ku heyama Rewşa Awarte bidawî bûye, lê desthilatdarî li ser bingehên hiqûqa Rewşa Awarte şaredarên me ji kar dûr didixin. 30 roj ser bi dûrxistina şaredarên me re derbas bû, lê heta niha ti gav nehatine avêtin. Berevajoyê vê yekê li navçeya Pasûr a Amedê hevşarêdarên me hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.”

Temellî destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê dixwaze îradeya gelê Kurd tine bike û hebûna xwe li ser wê berdewam bike.

Parêzerên Demîrtaş, hemû dozên hevserokê berê yê HDPê veguhestine Dadgeha Bilind a Ewropayê ya Mafên Mirovan.

Herwiha encama tevaya rûniştinên xwe ji bo wê dadgehê ragihandin, bi taybetî, biryara dawî ya Desteya Dadweran a 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, ku bêtawaniya Demîrtaş ji tometa "Birêvebirina rêxistina terorê" ragihand.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin