DMME: Beşdarîya li merasîmên ji bo mirîyan ne sûc e

DMME: Beşdarîya li merasîmên ji bo mirîyan ne sûc e

DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) eşkere kirîye ku mafên Nejat Ataklayî yê azadîya xweîfadekirinê hatîye binpêkirin. Dadgehê lewma 7 hezar Euro cezayê tazmînatê li Tirkîyeyê birîye.

A+A-

Navenda NûçeyanDMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) eşkere kirîye ku mafên Nejat Ataklayî yê azadîya xweîfadekirinê hatîye binpêkirin. Dadgehê lewma 7 hezar Euro cezayê tazmînatê li Tirkîyeyê birîye.


Nejdet Atalayê ku tevlî cenaze û çalakîyên piştî cenazeyan bûye cezayê girtinê lê hatibû birîn. Atalay hingê şaredarê Êlihê bû. Dadgeha navborî biryara xwe eşkere kirîye.

Li Amedê girtî bû

Serdozgerîya Komarî ya Amedê bi hinceta di 28ê Adara 2006ê da tevlî cenazeyê gerîlayên PKKê bûye derbarê Nejdet Atalayî de lêpirsînekê dabû destpêkirin.

Piştî dadgehkirina Atalayî di 11ê Adara 2008ê de bi hinceta “Propagandaya ji bo PKKê” deh meh ceza lê hate birîn. Piştî ku dadgeha bilind jî ceza pejirand bi hinceta ku biryar Xala 10. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike serî li DMMEyê dabû.

DMMEya ku îro biryara xwe eşkere kirîye biryar daye ku Mafê Xweîfadekirinê yê Atalayî hatîye binpêkirin û 7 hezar Euro cezayê tazmînatê daye Tirkîyeyê.

Şaxa ÎHDê (Komaleya Mafên Mirovan) ya Amedê daxuyandibû ku di bûyerên 28ê adar û 3yê nîsana 2006ê de rû dabûn hêzên ewlehîyê 5 jê zarok mafê jîyana 10 kesan binpê kirîye.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin