Dizeyî: Hefteya bê çend şandên dîplomatîk ji ber êrişa mûşekî tên Hewlêrê

Dizeyî: Hefteya bê çend şandên dîplomatîk ji ber êrişa mûşekî tên Hewlêrê

.

A+A-

Serokê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêm Kurdistanê ragihand, şermezarkirina êrişa mûşekî ya Hewlêrê ji aliyê welatan ve bûye sebeba dilgermiya xelkê Kurdistanê û da zanîn, hefteya bê dê çend şandên dîplomatîk serdana Kurdistanê bikin.

Serokê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê bi taybet Hewlêrê li ser asta cîhanê bi aramiya xwe tên naskirin. Herêma Kurdistanê herêmek e ku himbêza xwe bo koçber û penaberên Iraqî û derve vekiriye. Herêmek e ku pêkvejiyan û demokrasî tê de xuya ye. Ji ber wê jî dema rastî êrişekî tê, civaka navdewletî li dijî wê êrişê derdikeve.

Li ser êrişa mûşekî ya Hewlêrê jî, Sefîn Dizeyî got, ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeka aram e loma êrişa mûşekî li ser Hewlêrê li ba welatên cîhanê tiştekî sosret û neçaverêkirî bû. Ji ber wê jî Amerîka, Almanya, Fransa, Îtaliya, Berîtanya, NY û 15 welatên din êrişa han şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Hewlêra paytext û Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Serokê fermangeha pêwendiyên derve spasiya piştevaniya welatan kir û got, ev piştevanî bûye sebeba dilgermiya xelkê Kurdistanê. Em hêvîdar in civaka navdewletî pêşiya wan êrişan bigire.

Sefîn Dizeyî da zanîn jî, yek ji wan mûşekan li nêzîkî konsulxaneya Çînê ketibû û got, piştî teqîna mûşekê me yekser pêwendî bi berpirsên konsulxaneya Çînê kir û me ji wan re got çi pêwîst be em amade ne. Wan jî dan xuyakirin ku ew li ser karê xwe ne. Bo konsulxaneyên din jî heman tişt hat kirin. Lê ew qet nîgeran nebibûn û êrişa han bandorek xirab li ser wan nekiribû.

Dizeyî behsa serdana şandên dîplomatîk jî kir û got, hefteya bê dê çend şandên dîplomatîk serdana Hewlêrê bikin. Ew şandên han zêdetir ji wan balyozxaneyan tên ku li Bexdayê ne. Armanca serdanê jî piştevanîkirina Hewlêr û Herêma Kurdistanê li hember her êriş û tehdîdekê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin