Dîyarbekir: Walî dibistana Kurdî girt

Dîyarbekir: Walî dibistana Kurdî girt

Di dibistanê de 173 zarok bi zimanê kurdî perwerde didîtin

A+A-

Li ser rapora mufetîşan ku “Li dibistanê li dijî mewzûat û rêziknameya ‘Perewerdehiya Mîlî’ perwerdehî tê dayîn” Waliyê Dîyarbekirê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi kurdî perwerdehiyê dida zarokên temenê 5 - 11 salî, girt. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger di çerçeweya Perwerdeyiya Milî de di "Statuya teybet" de bû.

Dibistana Ferzad Kemanger li navçeya Baglara ya Dîyarbekirê di 2013an de hatibû vekirin û bi zimanê kurdî perwerde dida. Di dibistanê de di pola, yekemîn de 60, di ya duyemîn de 50 û di ya sêyemîn de jî 63 xwendekarên dibistanê hebûn. Herwiha li dibistanê 18 mamoste kar dikirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin