Dîyarbekir: Serokê DÎSA jî hat desteserkirin

Dîyarbekir: Serokê DÎSA jî hat desteserkirin

Dr. Necdet Îpekyûz serokê DISA ye, yek ji endamên TIHV ye û serokê berê yê Odeya Tabîban e.

A+A-

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dîyarbekirê polîsan heşt kes desteser kirine. Yek ji wan kesên jî Dr. Necdet Îpekyûz e.

Dr. Necdet Îpekyûz yek ji mafparêzên navdar e. Ew serokê Dîwana Birêvebir a Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê(DISA) ye, yek ji endamên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) ye û serokê berê yê Odeya Tabîban e.

Ew kesên din yên hatine desteserkirin ev in: Serokê berê yê Odeya Tabîban Dr. Şemsettîn Koç, Dr. Selçûk Mizrakli, seroka Berê ya Sendîkaya Kedkarên Tendurîstiyê Hulya Alokmen, Dr. Cengîz Gûnay, Sadrettîn Kaya, Firat Tosun.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin