Dîyarbekir: Li Çemê Dîcleyê hemû masî mirine

Dîyarbekir: Li Çemê Dîcleyê hemû masî mirine

Li ser ava Dîcleyê ya Pira Dehderî ya Dîyarbekirê bi hezaran masî mirine û kes nizane sebeb çî ye

A+A-

Li ser ava Dîcleyê ya Pira Dehderî ya Dîyarbekirê bi hezaran masî mirine û kes nizane sebeb çî ye.

Berîya 5 rojan hevwelatî bikêmbûna avê re pêhesîyane ku di derûdor û di bin Pirê de gelek masîyên mirî hene;  însan bêhizûr bûne.

Hin kes dibêjin, sebeb ew e ku  ava Dîcleyê kêm bûye. Yek ji wan Mustafa Turan ê şagirtê qahwexaneya ber Pira Dehderî ye dibêje, ava ku ji barajê tê qut bûye, bi qutkirina avê ji bermayî û çopan bîhna pîs û genî belav bûye, însan rehetsiz dibin, xwedîyên erd nikarin erdên xwe av bidin û ya xerab jî masî dimrin.

Li ser belavbûna nûçeyê, Midurîyeta Ziratê ya Wilayetê ya beşa Avdanîyê ketîye nav hewildanan; lêkolîn û lêgerîn li ser avê û masîyan kirine û nimûneya wan ji bo tahlîlê şandine Enstutiya Veterîner a Elezîzê .

Berpirsên Mudurîyetê dibêjin; berê jî tiştên weha qewimîbû; piştî lêkolîn û netîceyên labaratuarê derketibû ortê ku sebeba mirina masîyan kêmbûna av û oksîjenê bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin