Dîyarbekir: Kêfa berê ya eîdîyan nemaye; zarok şekir naxwin!

Dîyarbekir: Kêfa berê ya eîdîyan nemaye; zarok şekir naxwin!

Sibê eîdîya qurbanê ye. Li Diyarbekirê bi taybet jî li taxên Alipaşa û Lalebega navçeya Sûrê esnaf ji rewşa xwe nekêfxweş in.

A+A-

Sibê eîdîya qurbanê ye. Li Diyarbekirê bi taybet jî li taxên Alipaşa û Lalebega navçeya Sûrê esnaf ji rewşa xwe nekêfxweş in. Di arefata cejna qurbanê de îşê wan nebaş e û gazin ji dewleta Tirk dikin ku çima xaniyên wan hildiweşînin û zorê didin xelkê ku ew terka malên xwe bikin.

Nanpêjê taxa Lalebegê Zekî Çelik dibêje; piştî hilweşandinê gelek  terka Sûrê kirin yên mayî jî ne di atmosfera eîdîyê de ne. Berê ji eîdêyê re hefteyek dima siparîşên kulîçe/çorekan dihat û însan diketin dorê û bîhna xweş a çorekan li tevayîya taxê belav dibû. Lê niha ev tuneye û kuçe viqî-vala ne.

Niha kêfa eîdîyan nemaye tenê ji bo zarok zanibin eîdî çine ji wan ra mecbûrî dîyarî dikirin û dikevin binê deynan; û pîrê caran zarokan bi xwe re nabin çarşiyê ji ber dilê wan diçe tiştan ew nikarin bikirin.

Berberê taxa Alipaşayê Murad Ada dibêje; mişteriyên wî sabît in û piştî valakirina taxê karê wî ne baş e, berê di erafta eîdîyan de bav zarokên xwe digirtin dihatin berber û diketin dorê; him ew û zarokên xwe tiraş dibûn û ew qet vala nedisekinîya  lê niha kar tuneye; ew diçe qahwexaneya cîran ji xwe re rûdinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin