Diyarbekir- Jimara berketiyan ji %30 zêde bûye

Diyarbekir- Jimara berketiyan ji %30 zêde bûye

.

A+A-

Bi sarbûna hewayê û vebûna dibistanan li Diyarbekirê vîrûsa koronayê dîsa li zengilê xetereyê dide. Bijîşk didin zanîn ku li Diyarbekirê li gorî mehek berê tûşbûyî %30 zêde bûne û niha derdora 400î tûşbûyî li nexweşxaneyan hene. Bijîşk hişyariyê didin ku ji xwe ji ber grîpê dê serîlêdan bo nexweşxaneyan zêde bibe, bi vê yekê re jî tûşbûyên koronayê zêde bibin dê nexweşxane nekarin ji bin wî barî derbikevin.

Vîrûsa koronayê (Covid-19) li Diyarbekirê ku demek bû ber bi kêmbûnê ve diçû ji nû ve serî hildide. Bijîşk didin zanîn ku heta beriya mehekê jî li nexweşxaneyên Diyarbekir kêmzêde 300 tuşbûyiyên vîrûsa koronayê hebûn lê niha ev yek %30 zêde bûye û derdora 400î tûşbûyiyên vîrûsa koronayê tên dermankirin. Bijîşk balê dikêşin ku bi sarbûna hewayê re nexweşiyên girêdayî sermayê belav dibin û nîşaneyên korona û nexweşiyên sermayê jî dişibin hev û ji ber xemsariyê jî xelk dema nîşaneyekê bi xwe re dibînin wek grîpê pênase dikin.

Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Diyarbekirê Bijîşk Şiyar Guldîken dibêje divê bergirî û xweparastin di asteke bilind de bidomin.

Şiyar Guldîken ji K24ê re ragihand: “Tûşbûn li Diyarbekirê zêde bûye. Li gorî ku agahiyên doh ketine destê me de ji 400î zêdetir tûşbûyên vîrûsa koronayê li nexweşxaneyên Diyarbekir hene. Zêdebûn %30 e. Grîp û korona dişibin hev û bi xelkê re jî mixabin xemsarî heye. Bi rayedaran re jî xemsarî heye. Tûşbûn dê li Diyarbekirê zêdetir jî bibe.”

Bijîşk dibêjin yek ji nîşaneyên zêdebûna vîrûsa koronayê ya bajêr jî rewşa kedkarên tendirustiyê ye.

Bijîşk Mistefa Mesud Kaya dide zanîn ku dema vîrûsa koronayê li nav kedkarên tendirustiyê de zêde dibe ew dizanin ku di civakê de jî ber bi zêdebûnê ve diçe û li Diyarbekirê derfetên tendirustkaran her ku diçe girantir dibin.

Mistefa Mesud Kaya eşkere kir: “Li Diyarbekirê kêmzêde 1 hezar û 100 tendirustkar tûşî vîrûsa koronayê bûne û her ku diçe zêde dibe. Ev yek bo civakê jî nîşaneya hatina tabloyek xetere ya nû ye. Eger dîsa Diyarbekir were wê astê ku di nexweşxaneyan de cih nemîne û tûşbûyîn tendirustkaran jî wisa bidome dê rewş ne baş be. Betlaneya tendirustkaran hat rawestandin û ji xwe bênavber demeke dirêj dixebitin. Ev yek tê wê wateyê nexweşxaneyên Diyarbekir bo zivistanê, ne amade ne.”      

Saziyên tendirustiyê didin zanîn ku bi tevahî li Diyarbekirê 500 hezar xwendekar û mamoste hene û dema perwerde bi awayeke tevahî li dibistanan dest pê bike ev yek dê hatûçûn û qerebalixek gelek zêde derbixe holê. Dema ku zarok jî tûş bibin û li malê biçin cem dabîr û bapîrên xwe dê tabloyek gelek xeter derbixe holê. Ji ber wê yekê jî bijîşk hişyariyê didin rayedaran van xetereyan ber çavan bigirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin