Daxwaza girtina kujerê Kurkutî hate redkirin!

Daxwaza girtina kujerê Kurkutî hate redkirin!

Doza Kemal Kurkutê ku di Newroza Amedê de li xala kontrola polêsan, li ber çavê kamerayan bîllesebeb hatibû şehîdkirin, îro destpê kir. Di danişîna îro de daxwaza girtina kujerê Kurkut hate redkirin û doz bo 26 Nîsana 2018an hate taloxkirin!

A+A-

Yekemîn danişîna doza qetilkirina Kemal Kurkutê di Newroza Amedê ji aliyê polîs Y.Ş. ve hatibû kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir.

Di danişîna îro de daxwaza girtina kujerê Kurkut hate redkirin û doz bo 26 Nîsana 2018an hate taloxkirin. Dadgeh, daxwaza girtina kujerê Kurkutî red kir.

 

Piştî danişîn bo piştî nîvro hat taloxkirin, malbata Kurkut û heyeta li gel wan çûn qada Newrozê cihê ku Kurkut lê hatibû kuştin.

 Dayika Kemal, Secan Kurkut, ax maçî kir û qîriya: "Cihe tu lê şehît ketiye, cihê xwina te lê herikiye vir e? Ez qurbata te me xweşikê min. Ez qurbata te me Kemal. Tu ket ku ez qurbana te me. Were kemal were li vir bilîze. Kemalî min xwîna te ket e ku? Yên xwina te rijandin bila kor bibin. Tu li kuye. Te li vir çavên xwe girt. Oy berxê min, oy kurê min tu çima hat vir. Ma tu nizane ew zalim in? "

kemal000.jpgkemal-kurkut.jpg

(ma)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin