“Dixwazî nîşanî te bidim hêzên te çi bi serê Kurdan anîne”

“Dixwazî nîşanî te bidim hêzên te çi bi serê Kurdan anîne”

Graham got: “Min ji Erdogan re got, ez dizanim ku te nîgeranîyên rewa hene derbarê hebûna hêzên çekdar li ser sînorê we. lê eger tu bixwazî , ez jî bi vîdyoyê nîşanî te bidim ka hêzên te çi bi serê Kurdan anîne.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Senatorê amerîkî yê dîyar ê komarîyan, Lindsey Graham ku beşdarî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bûbû, gotûbêjeke navbera xwe û Erdogan aşkere dike ku têde bi tundî rexne li Erdogan girtîye û jê re gotîye, Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de qurbanî dane ne Tirkîyê.

Lindsey Graham di derbarê beşdarîkirina xwe di civîna navbera Serokê Amerîkayê û Serokomarê Tirkîyê de ragihand, Erdogan bi vîdyoyekê xwest ku êrîşên PKKê û peywendîya di navbera PKKê û YPGê de nişanî wan bide û tekez kir, wî jî ji Erdogan re gotîye, “dest ji dîrokê berde, ez ne li vê derê me da behsa dîrokê bikim.”

Graham herwiha got: “Min ji Erdogan re got, ez dizanim ku te nîgeranîyên rewa hene derbarê hebûna hêzên çekdar li ser sînorê we. lê eger tu bixwazî , ez jî bi vîdyoyê nîşanî te bidim ka hêzên te çi bi serê Kurdan anîne.”

Wî senatorê amerîkî amaje bi wê yekê jî daye, ku Erdogan di wê civînê de ragihandîye, Tirkîyê di şerê li dijî DAIŞê qurbaniyên mezin dane û dîyar kir, ew ji wan gotinên Erdogan aciz bûye, çimku bi gotina Graham, “alîyê ku di şerê li dijî DAIŞê de qurbanî daye, Kurd û HSD ne, ne Tirkîye.”

Naveroka axavtina Graham

“Berisv herdem ne wiha bû, ku Tirkîyê Sûrîyê dagîr bike. Lewra ev vîdîyoyê sebaret bi dîroka êrîşa terorîstên PKKê û hebûna peywendîyê di navbera hinek serkirdeyên YPGê û PKKê nîşanî min da. Min jî jê re got: Ez ne li vê derê me heta ku behsa dîrokê bikim, ez dizanim nîgeranîya te bo ewlekarîya rewa sebaret bi hêzên çekdarî li ser sînorê te heye, lê eger tu bixwazî ez jî bi vidyoyê dikarim nîşanî te bidim , ku hêzên te çi bi Kurdan kirine? Lewra ez gelekî tund bûm û min gotê: Li ser sînor pirsgirêka te li gel YPGê heye, ez vê yekê wek nîgeranîyek rewa dibînim, lê ev ew xelk bûn ku li gel me DAIŞ têkşikandin, serok Erdogan got, Tirkîyê qurbanîyên zêde di şerê dijî DAIŞê de dane, ez bi vê gotinê aciz bûm. Ji ber ên ku DAIŞ têkşikandin Kurd û HSDê bûn, ku 10 hezar kuştî û birîndar dane.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin