Divê yên Kurdistanî difikirin Kurdistanê bi rê ve bibin!

Divê yên Kurdistanî difikirin Kurdistanê bi rê ve bibin!

Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê li bajarê Disburgê, civîna xwe ya demî li dar xist.

A+A-

Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê li bajarê Disburgê, civîna xwe ya demî li dar xist.

Di civînê de li gel kar û barên rûtînî, xebatên komîteyên kar û rêxistinên welatan hatin nirxandin, ji bo xurtkirina rêxistina PAKê û xebatên wê hin biryarên nuh hatin wergirtin.

Endamên Meclîsê di axaftinên xwe de cîh dan ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî rewşa giran a bakurê Kurdistanê. Hêvî û mêtirsîyên xwe anîn ziman û bi gelemperî li ser erkên me Kurdistanîyên li derveyî welat û bi taybetî jî erkên PAKîyan rawestîyan.

civîna-pak-ewrûpa-4.jpg

Mijara sereke ya civînê hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê bû. Di vî warî de agahdarîyên fireh hat dayîn. Ji bo piştgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku pêşengîya wê PAK û PSK dikin, hin biryar hatin girtin.

Em li vir bangî hemû piştgirên xwe, welatparêzên Kurdistanê dikin da ku heta roja 31ê Adarê bêwestan kar û xebatê bikin.

Em bangî Kurdistanîyên ku helwesta me ya hilbijartinên herêmî rast dibînin, dikin da ku  komîteyên demî yê hevpar em  deynin.

Hemwelatîyên ku ji bajarên namzedên me hene, mal, cîyê kar, komele, qahweyên ku diçinê, zîyaret bikin, hemû rîyên înformatîf û bi taybetî medya civakî aktîf bi kar bînin

Di vê hilbijartinê de em nîşan bidin ku tovê alternatîfa netewî, nishtimanî  di axa Kurdistanê de heye. Li derveyî partîyên dewletê û li derveyî HDP ya xwe partîyeke Tirkîyeyê dihesibîne, alternatîva Kurdistanîyan heye.

Yên ku li dû alternatîfeke Kurdistanî ne, bi fîîlî, manewî û maddî piştgirîyê bidin Tifaqa Welaperwer û Demokrat. Divê Kurdistanê yên ku Kurdistanî difikirin bi rê ve bibin.

Em dibêjin, ne qeyûm, ne jî xendek û barîkat; em ê xwe bi xwe îdare bikin.

Em bi hev re xurt in!

29.01.2019

PAK-Ewrûpa

(Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin