“Divê Tirkiye yek santîm jî nêzî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.”

“Divê Tirkiye yek santîm jî nêzî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.”

Berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin destnîşan kir ku Tirkiye ewlehiya herêmê xirab dike û wiha got: “Divê Tirkiye yek santîm nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.

A+A-

Komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo organîze dike, sê roje berdewam dike. Bi sedan kesên navdar di komxebatê de kombûn. Di komxebatê de tekildarî kiryarên DAIŞ’ê û amedekirina belgeyan semîner hatin dayîn.


Yek ji beşdarên komxebata tekildarî çeteyên DAIŞ’ê berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin ji me re axivî. Rubin destnîşan kir ku dewleta herî zêde alikariya DAIŞ’ê kiriye dewleta Tirk e û wiha got: “DAIŞ’ê bi alikariya Tirkiyê xwe bi rêxistin kir. Bê alîkariya dewleta Tirk DAIŞ’ê nikarîbû xwe di nav Sûriyê û Iraqê de bi rêxistin bikirba. Bi hezaran şervanên biyanî beşdarî DAIŞ’ê bûn. Ev kes ji sedî not bi riya Tirkiyeyê hatin herêmê. Tirkiyeyê sûcên gelek mezin pêk aniye.”


Rubin anî ziman, herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên rêvebirin di nava ewlehiyê de ne û wiha got: “Tirkiye aramiya herêmê xerab dike. Cihên ku wekî Efrîn dagirkiriye terora xwe dide meşandin. Niha Efrîn ne dibin ewlehiyê de ye. Divê Tirkiye yek santîm nêzî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin