”Divê mirov rûbirûyî dîroka xwe bibe û li xwe vegere“

”Divê mirov rûbirûyî dîroka xwe bibe û li xwe vegere“

Roja bîrhatina qurbaniyên penaberî derbederkirinê

A+A-

Tengezar Marînî
Hannover-Almanya

Her sal di 20ê Hezîranê de, roja bîrahatina qurbaniyên penaberî û derberkirinê tête bibîranîn.
Ev sal, bo me kurdan saleke taybet bû, ji ber hijmareke kurdan î mezin, ji başûr û rojava, ji sala 2014an û ta niha xwe gihandine Elmaniya. Wate ji ber rewşa herêmê ya nexweş û êrîş û komkujiyên li dijî wan bûn û bi taybetî li êzdiyan (şingal).

Mêvanê îsal û axêverê sereke, çalakvanê kurd, endamê inîsiyatîva ciwanên Kurdistan li Hannoverê Huşiyar Mêjer Egîd bû. Huşiyar, di vê dema kurt ya li Elmaniya, karî bi dezgeheke teknîkî xêrxwazî ya elmaniya ya bi navê (Teknisches Hilfeswerk e.V.) ya ji taybet bi rizgarkirin û normalkirina cih û mirovên bi sosret û firtonên suruştî re rûbirû dibin.

Huşiyar di axaftina xwe de, du xalên sereke anîn ziman. Yek rewşa penaberan, kêşeyên wan, zehmetiyên dîtine û dibînin û xala diduyan, çawa penaber dikarin di civaka ya nû hatinê de, çalak û bikêr bin.

Di destpêka bîranînê de, wezîrê hundur bixêrhatina serokê perlemanê Elmaniya, serokê encumana Elmaniya, Petriyarkê Elmanî (rehên wî ji Macaristanê ye), Huşiyar Egîd û serokê komela yên derbederbûyî û mêvanan kir.

Wezîrê hundur kêfxweşiya xwe bi hatina Huşiyarî kir û amanc bi we hindê kir, ko eger mirovên weha, ko baweriya wan bi pêkvejiyanê bihêt û di civaka xwe ya nû de çalak bibin, em dikarin bibêjin, em civateke hemereng û bi kultûran dewlemend ava bikin.

Serokê Perlemanê Elmanî, rêzdar Lammert, amanc bi wê hindê da, ko divêt em jibîr nakin, ko 65.000.000 kes derbeder in û ew pêdivî bi alîkariyê ne û sedema derbederiyê vegeran, rewşa siyasî ya cîhanê û hebûna sîstemên totalîter û cengên li cîhanê hene û wek nimûne Sûriya û Iraq. Ji hêla din ve, behsa wê hindê kir, ko pêdiviye mirov rûbirûyî dîroka xwe bibe û li xwe vegere. Eger kêmasî, an jî rûdanên nemirovane hebin, pêdiviye destê xwe deyne ser birînê û şaşiyên xwe binase.

Rêzdar Lammer behsê komkujiyan kir, ji wan jî di dîroka Elmaniya de nimûne da. Daxwaz ji yên din jî kir (mebest Turkiya bû, bêyî ku bi nav bike), ko li xwe vegerin, da ko bikaribin bi dîrokê re li hev werin. Her usa jî amanc bi wê hindê kir, ko nabe dewlet, mafê mirov, kesan û bîr û rayan binpê bike.  Ji mafê kesekî nîne, hemwelatiyên welatekî dikin tehdîd bike.

Petryark, çîroka jirehbirîna xwe û malbata xwe, di dema Stalîn destê xwe danî ser Europa rojhilat kir.
Serokê komela derbederiyan, behsê, birrîna mirovan ji cih û warên wan, hewldana jibîrbirina nasnameya wan, rengek ji rengê genoside ye.

Sermoni bi şêweyekî şaristaniyane birêve çû û bi mûzîk û sirûda netewî ya Elmanî bidawî hat. Di pey re, derfet bo wezîr û berpirsên mezin yên wezareta wî, dan û stendinê bi rêzdar Huşiyar û biraderên pêre biaxive.. Dubare spasiya xwe pêşkêş kir û hêviya jiyaneke bextewer ji Huşiyar û malbata wî re xwest.

Hêjayî gotinê ye, ko berpirsê wê saziya Huşiyar Egîd tê de kar dike, rêzdar Broeme kêfxweşiya xwe diyar kir û xwe kesekî serbilind dît, ko Huşiya û çend heval ên wî ji neteweyên cuda xwebexiş kar dikin.
ten.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin