”Divê Kurd wekî alîyekî bi alîyên din re bidin û bistînin”

”Divê Kurd wekî alîyekî bi alîyên din re bidin û bistînin”

Rojnamevan Hoşeng Tacir, ji bo Rojnameya Evro, di derbarê Referandûma Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik hevpeyvînek kir.

A+A-

1- Encama  referandomê  çi nişan dide, anko peyama xelkê Turkiyê  û  ya kurdan çi bû?

Mustafa Özçelik: Encamên referandumê nîşana xetimandin û krîzeke nû ye.Hilbijêran di eslê xwe de bêbawerîya xwe nîşanî  ‘’na’’yê jî, ‘’erê’’yê  jî da. Rêjeya yên ku neçûne ser sindoqan ji hilbijartinên pêştir zêdetir e. Di 12 bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya  neçûna ser sindoqan gihîştîye ji %25, li temama bakurê Kurdistanê jî ji %21 neçûne ser sindoqan. Di hibijartina 1ê Mijdara 2016an de ev rêje ji %15 bû. Lê di encamê de ‘’erê’’ bi rêjeyeke kêm kete pêş. Hinek nerazîbûnên yên gotibûn ‘’na’’ he ne ku, dibêjin bi sexteyî dengên ‘’na’’ ketîye pêş.Di vê referandûmê de, Kurdan mesajên girîng da PKK û HDP jî, da AKP, MHP û CHPyê jî. Kurdan got, bêyî me, bêyî îradeya me kes dê nikaribe tu guhertinan bi dilê xwe bikin.Kurdan got  ‘’Em şerî naxwazin.Lê em zilm û zordarîyê jî naxwazin’’. Gelê Tirkîyê jî, got ‘’Bila kes xwe di garantîyê de nehesibîne.Em di rojên pêş de  dikarin surprîzên balkêş nîşanî we bidin’’.Di encamê de bi giştî Dewleta Tirkîyê bi siyaseta xwe ya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ê bi serket;lê rola Kurdan jî zêdetir bû.

2- Dibêjin gelek kurdan jî dengên  erê daye, egereên wê çi ne ?

Mustafa Özçelik: Rast e.  Dengên ‘’erê’’ yên li Kurdistanê, ji   dengên AKPê yên di hilbijartina 1ê mijdara 2016an de zêdetir in. Ev  jî nîşana wê yekê ye ku, AKPê dengên xwe zêdetir kiriye.  HDPyê jî dengên xwe kêmtir kirîye.Şerê li nav bajaran yên bi xendek û barîkatan ji alîyê PKKê ve hate meşandin, zerareke mezin da gelê Kurdistanê.Vê zerarê encamên xwe yên neyênî di hilbijartina 1ê Mijdara 2016an de nîşan dabû. Dengên HDPê li gorî hilbijartina 7ê Hezîrana 2016an 1 milyon deng kêm bibû.Lê weha dîyare, gelê Kurdistanê di vê referandûmê de ev bertek û nerazîbûna xwe ji sîyaseta şerî , sîyaseta xwe  li ser gel ferz kirinê nîşan daye. Di zêdebûna rêjeya dengên ‘’erê’’ yên li Kurdistanê de helbete ku , şerê heyî, qedexeyên Rewşa Awarte, girtin û hefs û ji kar avêtina karker û karmendan, tayîn kirina qeyûman, zextên li ser telewîzyonan û tirsê  jî tesîreke xwe ya berbiçav hebû. Lê hinek Kurdan jî  jiber ku got ‘’Dîsa ji, AKP û Erdogan  ji CHPyê çêtir e’’ dengên xwe dane ‘’Erê’’yê. Lê dîyar e ku, rêjeya yên ku neçûna ser sindoqan û ev nêzîk bûna rêjeya ‘’Êrê’’ û ‘’na’’yê, di rojên pêş de pêwîstîya alternatîfeke xurt ya Kurdistanî, netewî derdixe pêş.

3- Aya serkeftina referandomê  bi 51% pêgehe Erdogani zeyîf kirye yan na? Û ji bo kurdan ew encam yê çi li  gel xwe bîne?

Mustafa Özçelik: Her çend ‘’Êrê’’ wek alîyê biserketî hatibe îlan kirin jî, di eslê xwe de pêvajoyeke ku ji her alîyî re jî bi rîsk e destpê bûye. Bi taybetî Erdogan dê heta hilbijartinên 2019an li ser ‘’pira siratê’’ be.Dê her ‘’li ser agirî’’ be, dê ne rehet be. Heta du salan   dikare dengên  Erdogan  kêmtir jî bibin.Wê gavê ev ‘’Sîstema Serokatîyê’’ dê  berevajî bibe û dê li zidî Erdoganî kar bike. Ev encama referandûmê dilê Erdogan jî, yê gotibûn ‘’na’’ jî xweş nekir. Di rojên pêş de, li gor vê sîstemê Eredogan jî, yên li dijî wî jî, dê zêdetir mihtacî dengê Kurdan bibin. Rola Kurdan zêdetir bû.Ev jî şanseke baş e ji bo miletê Kurd. Tu alî dê bêyî Kurdan nikeribin Serokkomarîyê bidest bixin. Ya girîng ew e ku Kurd û Kurdistanî bikaribin bi yekgirtin û tifaqeke xurt, sîyaseteke aqilane û netewî pêk bînin û bibin alîyê Kurdistanê. Divê Kurd wekî alîyekî bi alîyên din re bidin û bistînin; nebin dûvik, piştgir an jî aksesûarê tu alîyî.

4- Erdogan yê bibe zelamê yeke li Tirkiyê û yê bibe xodan desthelat jî, aya sistemê serokatiye û Erdogan yê bo çareserkirina pirsa kurdî pêngavan bihavêjin?

Mustafa Özçelik: Karê Erdogan nuha zehmetir e. Heger heta hilbijartina Serokomarîyê sîyaseteke ku dengê xwe zêde bike neafirîne, dê ev destûra li zidî wî kar bike. Di vê referandûmê de dîyar bû ku, rêjeyeke dengdêrên AKPê jî dengên xwe nedan Erdoganî. Herweha piranîya dengdêrên MHPê jî gotine ‘’Na’’.Ev jî  karê Erdogan zehmetir dike. Helbete ku ya baştir ew e ku Erdogan şerî rawestîne, li gel hemû partîyên Kurdan pêvajoyeke sîyasî dest pê bike. Ji vê rêyê maqûltir û baştir tu rê tuneye.

5-  Aya partîyen din  yên kurdî  jî  bi HDPê  dikarin ji bo qonaxa nû roleke baş  bigerin, piştî referandomê yê peywendîyên  Turkîye û  herêma  Kurdistanê wekû  xwe bimînin yan dê gohertin çê bin?

Mustafa Özçelik: Helbete ku di nav civata Kurdistanê de bîr û ray û helwestên cuda hene. Ev tiştekî xwezayî ye. Di referandûmê de me wekî  PAK  dixwest helwesteke hevbeş ya piranîya partîyên Kurdan pêk bê. Lê mixabin, ev pêk nehat. Helwestên cuda cuda di nav Kurdan de derketin. Encamên referandûmê di eslê xwe de jibo Kurdan firsendên mezin jî bi xwe re anîye.Kurd heger bikaribin li ser bername û helwesteke Kurdistanî, neteweyî tifaqeke xurt bihûnin, dê wekî  mixatabê  eslî û esasî , wekî xwedîyê meseleyê  di çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê de bêne qebûl kirin. Ev rastî û hêz li himberêi AKP û Erdogan jî, li hiber CHP û partîyên dinê jî weha ye. HDP xwe wekî partîya Kurd û Kurdistanî nabîne. Di vê referandûmê de jî got, ‘’Ji bo Cimhûrîyeta Demokratîk, welatê me yê hevbeş û netewa demokratîn na’’.  Rast e, dengên HDPê  ji %90 yên Kurd û  Kurdistanîyan e. Lê bi vê sîyaset û helwestê dê HDP nikaribe bibe beşeke ji partîyên Kurdistanî. Lê divê HDP û partÎyên li gel wê dest ji vê sîyasetê berdin. Ev mesele meseleya miletê Kurd e, meseleya bidest xistina statuyekê ji bo gelê bakurê Kurdistanê ye. Divê hemû partîyên kurdan li ser vê sîyaseta netewî bêne cem hevdu, hevkarî û tifaqeke xurt çêbikin da ku bibin alî û xwedîyê çareser kirina pirsa Kurdistanê. Divê daxwazên miletê Kurd yên esasî wekî bingehê tifaqa netewî bêqebûl kirin.

Peywendîyên Tirkîyeyê û Hikûmeta başûrê Kurdistanê helbete ku divê pêşdetir biçin. Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji sîyaseta dijayetîya Kurdan berde. Li Rojavayê Kurdistanê jî, li bakurê Kurdistanê jî divê hebûna miletê Kurd û mafê wê yê netewêyî qebûl bike. Divê dijmanîtîyê neke. Tirkîye wekî dewlet çiqasî li gel Kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê peywendîyê xwe baştir bike, dê peywednîyên wê li gel başûrê Kurdistanê jî baştir bibe. Em hêvî  dikin ku Tirkîyeyê  serxwebûna başûrê Kurdistanê  qebûl bike û li gel hemû Kurdan bi hişmendî û sîyaseteke nuh  ku mafê Kurdan qebûl bike, bêyi şer û pevçûn derîyekî nuh bide ber xwe. Divê PKK jî demildest vî şerî rawestîne. Şer ne di berjewendîya gelê Kurdistnê de ye.Ev rêya herî rast e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin