"Divê kurd û Kurdistanî di navmala xwe de hemfikir bin"

"Divê kurd û Kurdistanî di navmala xwe de hemfikir bin"

Li bajarê Kopenhaginê bi navê "Di Sedsalîya Peymana Sykes-Pikot de pirsa 4 parçebûna Kurdistanê" Semînerekî li darxist.

A+A-

Partîyên sîyasî yên Kurdistanî û Federasîyona Komelên Kurdî li Danîmark li bajarê Kopenhaginê bi navê "Di Sedsalîya Peymana Sykes-Pikot de pirsa 4 parçebûna Kurdistanê" Semînerekî li darxist. Di 14.05.2016 Partîyên Sîyasî yên Kurdistanî û FKKD li bajarê Kopenhaginê semînerekî bi navê "Di sedsalîya Sykes-Pikot de 4 parçe bûna Kurdistanê" li darxist.

Serokê FKKD yê Adnan Axacan li ser peymana Sykes-Pikot û rewşa Kurdistanê kurte axavî û piştê axaftinê, sirûda netewî Ey Reqîb hat xwendinê û ji bo pakîya canê şehîdên Kurdistanê deqeyekî hate rawestan.

Pişt re jî Adnan Axacan li ser kar û barên Mûnzûr Çem yên sîyasî, nivîskarî û rojnamevanîyê hinekî agahdarî da guhdarên semînerê û paşê jî, ji bo pêşkêşkirina semînerê, birêz Mûnzûr Çem axafatvanê semînerê ku ji Berlîn hatibû vexwend. Mûnzûr Çem, di destpêkê de li ser Peymana Sykes-Pikot axifî, li ser peyman Sevr û Lozanê agahdarîyan da. Dû re jî rewşa tevgera sîyasî ya Kurdistanî ya wê rojê û ya îro nirxand. Di axaftina Mûnzûr Çem de ya ku herî zêde derket pêş; "Ew roj jî sîyasetmedarên Kurdistanî di meseleyea Kurdistanekê çewa –Federal, Otonom ya Serbixwe- ne hemfikir bûn, Îro jî ne hemfikirin."Ew roj jî hinekî alî digotin em Kurdistanê naxwazin, em wekhevîyê dixwazin. Îro jî heman gotin û daxwaz hene". Dîsa, "Ew roj jî hinek alî serxwebûnê dixwestin, îro jî dixwazin". "Ji bo wî jî, divê kurd û Kurdistanî di navmala xwe de hemfikir bin ka çi dixwazin".

Piştê axaftina Mûnzûr Çem û qasê 15 deqyan navbeynê, semîner bi pirsên guhdaran û bersiva Mûnzûr Çem domand. Semîner bi awayekî kêrhatî û bi berhem qedîya. Û dûre jî Mûnzûr Çem pirtûkên xwe yên ku li gel xwe anîbû ji bo beşdaran îmze kir.

Şoreş Qilîçî Rûpela Nû/Danmark

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin