“Divê Kurd di navbera Kemalîst û Îslamîstan de nebin alî û nakokiyên wan kûrtir bikin”

“Divê Kurd di navbera Kemalîst û Îslamîstan de nebin alî û nakokiyên wan kûrtir bikin”

“Divê Kurd di navbera Kemalîst û Îslamîstan de nebin alî û nakokiyên wan kûrtir bikin”

A+A-

“Divê Kurd di navbera Kemalîst û Îslamîstan de nebin alî û nakokiyên wan kûrtir bikin”

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE

Piştî hewldana darbeyê gelek nîqaş çêbûn û pêvajoyek tevlîhev dest pê kir. Darbe di destpêkê de hate astengkirin. Lê tesîra wî hîn berdewam e û xuyaye ku wê berdewam be Jî.

Di vê hewldanê de çend xalên balkêş hene. Li Tirkîyeyê hemû aliyên ku dijitiya Erdogan dikirin û dixwestin bi çi awayî dibe bila bibe wî bixin, li hember darbeyê helwest nîşan dan. Rusya jî ji serî de li hember darebeyê helwesta xwe eşkere kir. Niha jî nûçeyên ku wê Erdogan di meha pêşiya me de li Rûsyayê Pûtîn bibîne belav dibin.

Ev bûyerana pirsa ku hikumeta Tirkîyeyê ji xeta Emerîka dûr dibe û nêzî xeta Rûsyayê dibe tîne hişê mirovan.

Ji aliyê din milet ji şeva derbayê ve heta niha derdikevin kolanan û dirûşmên “serketina demokrasiyê” bi lêv dikin. Lê di heman demê de di bin navê demokrasiyê de hêstên xwe yê faşîzan tatmîn dikin.

Di vê tabloyê de bûyera herî balkêş ew e ku Kurd hîn ji dîroka xwe dersê negirtine û di nav şerê pergala dagirkeran de dibin alî. Qismekê Kurdan heta do di bin navê “biratiya gelan” de alîgiriya Kemalîstan dikirin. Îro jî qimekê Kurdan di bin navê “ol û demokrasiyê” de alîgiriya AKP/Erdogan dikin. Lê tu cudahî di navbera her du baskên pergalê de tuneye. Îro ji ber hesabêb xwe yên navxweyî û desthilatdariya dewleta xwe berê xwe dane hevudû. Lê sibê dema hesabê xwe biqedînin, wek ku di dîrokê de jî mînakên wî gelek in, wê dîsa berê xwe bidin Kurdên bêdewlet. Ji ber ku kîjan baskê dewletê dibe bila bibe ji bo dewleta xwe xeteriya herî mezin Kurdan dibîne. Loma di van demên tevlîhev de dixwazin pêşiyê Kurdan bêtesîr bikin.

Divê Kurd di navbera baskên pergalê de nebin alî û nakokiyên wan kûrtir bikin. Kûrtirbûna nakokiyên wan derfet e bo miletê Kurd. Îro mixabin hêzek millî û amade tuneye ku vê derfetê bi kar bîne. Loma divê em heta ji me tê nakokiyên dagirkeran kûrtir bikin û bilez xwe amade bikin.

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

21.07.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin