'Divê Kurd cenga navxwe derbas bikin'

'Divê Kurd cenga navxwe derbas bikin'

.

A+A-

 Derdora sê meh mane, ku krîza Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, sala xwe ya dehem biserî bike, lê hêj ti çareseriyên aştiyane di asoyan de, ne diyar in. Şarezayek jî dibêje, "Yekîtiya Kurdan ji bo nifşê nû ye, lewma divê Kurd cenga navxweyî derbas bikin."

Derbarê wê rewşê, nerîn û şiroveyên ciyawaz hene, êdî hin kes dibînin ku, ne Encumena Asayişê ya Navdewletî, ne jî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî û hêzên mezin, bi awayekî aktîv çareseriyeke praktîkî ji wê krîzê re nedîtiye.

Krîza Sûriyê û pirsa Kurd

Di dîbeytekê de, Tora Medyayî ya Rûdawê nerîna çend şirovekar û şarezayên siyasî derbarê vê rewşê nîşan dan, di nav de rêveberê Navenda Ferat a Lêkolînan, li Rojavayê Kurdistanê dibîne ku bi bêyî çareserkirina pirsa Kurdî li wî welatî, pirsgirêka Sûriyê bi giştî nayê çareserkirin.

Dr. Silêman Elyas, Rêveberê Navenda Ferat, dibêje, “Ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyê gavên gelek mezin hatine avêtin li ser asta siyasî.”

Şirovekarekî din dibîne ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybetî dewleta Tirkiyê kar li ser lawazkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye, wiha jî hikûmeta Sûriyê.

`Destê dewleta Tirk dirêj e`

Hisên Omer, Şîrovekarê Siyasî, dibêje, “Dewletên desthildatarên perçeyên Kurdistanê, Kurdên Sûriyê ji xwe re wek dijmin dîtin ji ber ku her tim alîkariya perçeyên din dikir, taybet jî dewleta Tirk ku destê wê dirêj e di pirsgirêka Sûriyê de.”

Derbarê gava sereke ku ji bo Kurdan pêwîst e, şirovekarê siyasî û lêkoler Azad Elî dibîne ku pêwîstiya Kurdan bi xwendineke nû heye, ji bo gihiştina bi rewşeke baştir, ku ew gav jî bi proseya neteweyî destpê dike, ew jî bi rêya yekîtiya Kurdan.

`Cenga navxwe`

Azad Elî, Mamostayê Zanîngehê, diyar dike, “Em serxwebûn û mafên Kurdan ji bo çi dixwazin, ji bo kur û keçên vî miletî, ji bo nifşê nû, ji bo ku ji vê reşî û bindestî û azarê xilas bibin. Lewma yekîtiya Kurdan ne ji bo çavê PYD an ENKSê ye, ji bo wê ye ku em cenga nexweyî derbas bikin.”

Li ser asta navxweyî, herêmî û navdewletî, girêdanek di navbera pisgirêka Sûriyê û pirsgirêka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de heye, ku çareseriyên herdu pirsgirêkan jî, di pêvajoyeke gelekî asteng û zehmet re derbas dibin, hevdem gelek destêwerdanên derekî di wê çarçoveyê de hene, ku rê ji bo wan çareseriyan zehmetir dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin