"Divê Kerkûk nekeve destê dijminan"

"Divê Kerkûk nekeve destê dijminan"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê belav kir,

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê belav kir, tê de tekez kir ku, bi her nirxekê be divê ew Kerkûkê biparêzin.

Daxuyanîya resmî weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan:

Di derbarê êrîşa roja înê 21.10.2016 ya li ser bajarê Kerkûkê spasî xweragirî û hevkariya nîştecihên xweşdiviyên bajarê Kerkûk û Saziyên Emniyan dikim û pirse û serxweşiyên xwe ji bo kesukarên şehîdên êrîşa terorîstî radigihînim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim

Ev êrîş hewleke neçara terorîstane ya qerebûya şikestên wan li himber Pêşmerge yên li bereyên şer. Li gel eve jî hemwelatiyên bajarê Kerkûk û hemû gelê Kurdistanê ji wê yekê dilniya dikim ku pişt bi xwedayê mezin bi îradeyekî bihêz û bi yekrêziya Pêşmerge û cemawerê dilsoz rûbirûyê terorîstan radiwestîn û hewlên wan têkdişkînîn.

Her di destpêka êrîşa roja înê min bi hurî duvdaçûna rewşê kiriye û birêz Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Kerkûkê û hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî raspardiye ku bi lez kontrola rewşê bikin û wan rêzdaran desthilateke tevahî heye ku rêwşuwênên pêwîst ji bo pêdaçûna bi plana emnî ya bajar û sînorê Parêzgeha Kerkûkê li ber bigrin û ew jî bi navê parastina Kerkûk û hemwelatiyên sînorê wê parêzgehê ye û rêgirtina ji êrîş û destdirêjiya terorîstan û her rûdanekî nexwestî.

Bi her nirxek bê pêwîste Kerkûk parastî be û nekeve destê dijminan.
Mesûd Barzanî
22.10.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin