Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê karê partiyên me yên siyasî çi be?

A+A-

Ez ji sala 1986an û vir ve sonxwarî me ku bi tirkî nenivîsînim û bi kurdan re tirkî qise nekim. Min her hewla wê yekê da ku kurd dev ji nivîsandina bi zimanê tirkî berdin. Min bi vê biryara xwe gelek canik û camêran ji tirkînivîsandinê xilas kirime.

Her di vê xebatê de gelek nas û dostan jî dilê xwe ji min hiştin. Lê niha dibînim gelek ji wan canik û camêran jî îro wê biryara min a sala 1986an pêk tînin û dixwazin pêk binîn.

Ez ji ber vê helwestgirtina xwe û bi saya van xebatan bûme alîkara hin xwişk û birayan da ku wan jî dev ji tirkînivîsandinê berdane, kêfxweş, serbilind im.

Her miletek bi zimanê xwe heye, her miletek dikare bi rehetî derd û êşa gelê xwe bi zimanê xwe bêjin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê şêrîn, ew zimanê weke şîrê dayika me, li ber qedandinê ye. Divê kurd û bi taybetê kesên siyasî, partî û rêxistinên kurdan bi gelemperî dest bavêjin vê mijarê.

Divê hemû kurd vê baş bizanibin ku bi wendakirina zimanê şêrîn em ê hemû hêjayiyên xwe jî wenda bikin. Divê zûtirîn wextê her kurdê ji welatê xwe, ji dayika xwe û ji xwe hez dikin dest ji tirkîaxaftin û nivîsandinê berdin.

Hemî xebat û daxwazên dagirkeran bi giştî û bi taybetî jî ya tirkan ev e ku zimanê kurdan bi wan bidin jibîrkirin.

Niha rewşa li Bakurê Kurdistanê vê rê dide ku ziman hema hema nemaye. Ji bona zimanê miletekî nemire û neqede, pêwîst e siyasetmedar, rewşenbîrên wî gelî dest bavêjin zimanê xwe.

Lê îro em dibînin û tê dîtin ku bêtirîn wan kesên me yên siyasî zimanê dagirkerên xwe bi kar tînin. Ji dêlva bikaranîna zimanê dagirkeran aciz bibin, tê dîtin ku kêfxweş in.

Ev jî tê vê wataya ku hin siyasetmedar û rewşenbîrên me bi destê xwe me, xwe û zimanê xwe didin kuştin.

Ma gelo li kûderê hatiye dîtin û bihîstin ku siyasetmedar û rewşenbîrê miletekî xwe û gelê xwe dikuje?

Ma gelo li ku hatiye dîtin û bihîstin ku miletê bindest, ji serdestê xwe hez kirine, dikin û bi zimanê wan kar û siyaseta xwe dikin.

Ji roja damerzrandina komara tirkan û heta niha derd û daxwaza wan tenha ew bû ku bikaribin bi hemû hêz û qawetên xwe zimanê kurdan bi wan bidin jibîrkirin. Û ev daxwaza wan niha pêk hatiye û tê.

Lewra niha pêwîstiya me hemûyan bi wê yekê heye ku siyasetmedarên kurd, li gel partî, rêxistin û rewşenbîrên xwe mijara bikaranîna zimanê xwe bikin destûr û bernameyên xwe.

Divê zûtirîn demê partî û rêxisitnên me tirkînivîsandin û axaftinê li endamên xwe li dostên xwe qedexe bikin.

Heger partî û rêxistinên me vê nekin, heger rewşenbîr û nivîskarên me dest ji tirkînivîsandinê bernedin, di demeke kin de dê kurd weke kurd nemînin.

Fikir û raman, hizr û dîtin li gor wî zimanê mirov bi karî tîne xwe dihûne. Ji ber li Bakurê kurdistanê hema hema kurdî nemaye, ew fikir, nerîn û dîtinên kurdewarî jî roj bi roj diqede.

Partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne divê dev ji hemû kar û xebatên xwe berdin û dest bavêjin zimanê xwe. Li gor min; îro ji siyasetê bêtir pêwîstiya Bakurê Kurdistanê ji vê heye.

Heger rewş wiha dom bike, di demekê kin de wê daxwaza karbidestên tirkan û hin hevalbendên wan pêk bê.

ÊDî HÛN DIZANIN....

Önceki ve Sonraki Yazılar