• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 38 °C
  • Hakkari 28 °C
  • Şırnak 33 °C
  • Ağrı 28 °C

Divê her alî xizmeta serxwebûnê bike!

Abit Gürses

Gotinek bi tirkî heye dibêje, "bu ne perhiz bu ne lahana turşusu!" Kurmanciya vê "ev çi parêz ev çi tirşîya kelema" ye.

Hêzên asayîşa Hewlêrê ku ser bi PDK'ê hesab dibin nehiştine parlamenterekî Gorran here Hewlêrê!?

Tu hem wek PDK bi Gorran ra li ser gavên stratejîk hevdîtinan bike, hem jì nehêle parlamentarekî wan daxilê Hewlêrê bibe!

Ev tişt nabe!...

Ew hêz û îradeya ku li Başûrê Kurdistanê temsila xetta serxwebûnê dike, divê her gavên xwe biçûk û mezin li gor vê armanca bilind biavêje.

Rizgariya Kurd û Kurdistanê îro bi serketina gava serxwebûna Başûr va hatiye girêdan. Heq û lûksa tu aliyan nîne ku vê prosesê têk bide! Yan jî bibe erqele (kosp).

Çava ku hin alî meseleyên salan derdixin pêşiya vê prosesê (Gorran, beşeki YNK û beşekî islamî); Her wuha helwesta PDK'ê li hember serokê Gorran, Serokê Parlamentoyê, parlamentarên Gorran xizmeta prosesa serxwebûnê nake!

PDK'ê ne Gorran e, M. Barzanî ne Noşîrwan e!

Misyona Mesud Barzanî û PDK û hemû hêzên sîyasî serxistina prosesa serxwebûnê ye! Ne reqabetên basît e!

Eger YNK, Gorran, Islami di vê prosesê da helwestek pozîtîf deynin dê ragihandina serxwebûnê hêsantir bibe!...

Hêvî û umîda her kurdekî/ê welatperwer serxwebûnxwaz ew e ku hemû aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî ber bi serxwebûna Başûr va gava pîroz biavêjin!

Eger na, tarîx ne Noşîrwan Mistefa, ne Hêro Talebanî, Ne Mesûd Barzanî, ne Kosret Resûl, ne jî kesekî dî efû nake!...

Pêşiyên me 100 sal berê nikaribûn Kurdistanê ava bikin, eger firseta îro ji destê me here pêşeroja (musteqbela) milletê Kurd welatê Kurdistanê dikeve xetereke mezin!...

Hemû aktorén siyasi yên Başûr berpirsiyarê vê prosesê ne, lê belê mesuliyeta Mesûd Barzanî wek serokê Kurdistanê û pêşengê gava serxwebûnê ji herkesî zêdetir e.

Divê kak Mesûd rola xwe bileyîze!..

PDK jî partiya herî kevin, herî xwedî tecrube, şîrikê mezin a Hikûmeta Kurdistanê ye, divê li gor giraniya xwe gavan biavêje.

Nehiştina hatina parlamenterekî bo Hewlêrê şaş e xelet e!

Nehiştina hatina Serokê Parlamentoyê bo Hewlêrê şaş bû!

Dayîna biryara girtina kak Noşîrwan şaş bû, sosret bû!

Gava mirov rexne li wan tiştan digre, manaye wê ne ew e ku hin helwest û kiryarên têkder û texrìbkar yên Gorran û beşekî YNK û Islamî pesend dike, yan nabîne!

Belê herkes her tiştî baş dibîne!

Divê YNK û Gorran û Islamî ji bo prosesa serxwebûna Kurdistanê gavên xwe biavêjin, ne ku pêşiya vê prosesê bigrin!

Eger li ser helwesta xwe ya îro israr bikin, ango bi mahaneyan prosesa serxwebûnê mijûl bikin, kes nikare helwesta wan biparêze!...

Îro li Başûr û seranserè Kurdistanê her gav, her lebat, her xebat, her çalakî, her tişt divê ji bo serxwebûna Kurdistanê be;

Xizmeta gava serxwebûnê bike!

Bu yazı toplam 536 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar