"Divê ew ji Şêx Seîd lêborîna xwe bixwaze"

"Divê ew ji Şêx Seîd lêborîna xwe bixwaze"

Her penc partiyên navborî Burhan Kuzu şermezar kirin û ji wî xwest ku ew ji gelê Kurdistanê û rêberê Kurd Şêx Seîd lêborîna xwe bixwaze.

A+A-

5 partiyên Bakurê Kurdistanê, Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Burhan Kuzu ji ber gotinên wî yên sivikati li rêberê kurd Şêx Seîd kirî, şermezar kirin.

Burhan Kuzu li ser hesabê xwe yê Twitterê piştî êrişa Qeyseriyê wiha gotibû: “Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin,  di dema ku Konferansa Stenbolê de meseleya Mûsil dihat axavtin li rojhilat, nemerdan serhildana Şêx Seîd derxistin, kesên îro jî heman kes in.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PDK-Bakur, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Hareketa Azadî li hemberî gotinên Burhan kuzu bi daxuyaniyekê nivîskî bertekên xwe nîşan dan.

Di daxuyaniya partiyên kurdî de wiha hat gotin:

“Em ji Serokêmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku derbarê serhildana Dêrsimê de li ser navê Tirkiyê lêborîn xwestibû, dixwazin serşêwirmendê xwe Burhan Kuzu şermezar bike.

Xwediyên zihniyeta nijadperest, şoven û qetlîamker ne duh karîne pêşiya têkoşîna gelê Kurdistanê bigrin û nedkarin ji niha şûn de bigrin.”

Her penc partiyên navborî Burhan Kuzu şermezar kirin û ji wî xwest ku ew ji gelê Kurdistanê û rêberê Kurd Şêx Seîd lêborîna xwe bixwaze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin