• Diyarbakır 31 °C
  • Batman 31 °C
  • Hakkari 26 °C
  • Şırnak 28 °C
  • Ağrı 26 °C

"Divê em giş bi hişmendîya netewî tevbigerin"

"Divê em giş bi hişmendîya netewî tevbigerin"
Teksta axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya di 'Komxebata Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' de

 

Dîwana Rêzdar,

Dost û hevalên hêja,

Xuşk u birayên delal

Merheba ji we re

Di 25ê Îlona 2017an de li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê dê li dar bikeve.Ev biryar biryareke dîrokî ye.

Hemû partîyên ku ev biryara wergirtine spasî û pîrozbahîya wan dikim. ji bo dilsozî, xebat û hewldanên wî yên bi biryardarî yên di derbarê serxwebûnê de, bi rêzdarî spasî û pîrozbahîya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî dikim.

Referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê û serxwebûn bi xwe jî, êdî meşeke ku, veger tê de tune ye.

Referandûm bi çend aliyên xwe ve girîng e: Yekemîn , bi vê referandûmê, gelê Kurdistanê di derbarê pêşeroja xwe de dê biryarekê bide. Ev referandûm dê bibe beyaneke meşrû, demokratîk û adilane.

Duyemîn ev referandûma dê derîyê serxwebûnê li başûrê Kurdistanê û derîyê azadîyê li her sê perçeyên Kurdistanê jî veke.

Sêyem, ev referandûm dê rê lê veke ku Kerkûk û navçeyên din yên mijara madeya 140î ne, daxilî Îdareya Herêma Kurdistanê bibe û başûrê Kurdistanê bi temamî bibe dewleteke serbixwe.

Helbete yên ku dengê xwe bikar bînin dê hemwelatîyên başûrê Kurdistanê bin. Ji ber wê jî, barekî dîrokî li ser pişta gelê me yê başûr e. Berîya her tiştî divê di nav partîyên sîyasî yên Başûr de yekhelwestî hebe.

Alîyên ku, li dijî referandûmê derdikevin sebeba wê , weke pirsgirêkên navxweyî yên başûrê Kurdistanê nîşan didin.Dibêjin pêştir bila ev pirsgirêk bêne çareser kirin.

Çareser kirina pirsgirêkên navxweyî yên sîyasî, aborî, îdarî erkeke netewî ya hemû partîyên başûr e.Û divê ji bo rê li çareserîya van pirsgirêkan vebe, hemû partî ji alîyê xwe ve fedekarîyên pêwîst bikin.Herweha divê bernameyeke taybet ji bo çareserîya van pirsgirêkan bê tesbît kirin.

Lê referandûma serxwebûnê nabe ku bibe qurbana van pirsgirêkên navxweyî.

Referandûma serxwebûnê divê miheqeq di wexta xwe de bê li dar xistin.

Pirsgirêkên navxweyî nuha jî, piştî referandûmê jî û di dewleteke serbixwe jî dê her hebin.

Lê firsendên dîrokî yên ji bo serxwebûnê her dem nayê ber derîyê me.

Nuha serxwebûn hatîye ber derîyê me, divê em derî lê vekin.

Helbete ku referandûma serxwebûnê divê bi xwe re serxwebûnê jî bîne. Divê piştî referandûmê li gel Bexdayê ji bo serxwebûnê guftugo bê destpêkirin. Û ji bo ku bi rêyên aştîyane ev mesele bê çareser kirin divê hewl bê dayin. Helbete ku heger Bexda xwe nede ber çareserîyê û astengîyan derxîne, divê Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî îradeya gel tevbigerin û serxwebûnê îlan bikin.

Di 6ê meha çirîya paşîn de helbijartinên Parlamento û Serokatîya Herêmê jî dê bêne li dar xistin. Weha dixuyî, îlan kirina serxwebûnê dê bibe karê Parlamento û Serokê Kurdistanê yê nû.

Ez dixwazim çend tesbîtan bikim:

Beriya her tiştî divê bê qebûl kirin ku, îro bi navê ‘’Iraq’’ê tu dewlet nemaye. Mafê kesî tune ye vê dewleta ku bes li ser qaxezê navê wê maye, li ser gelê Kurdistanê ferz bike.

Gelê Kuridstanê li gel hemû astengî û pirsgirêkan jî, li gel Bexdayê sîstema federalî ya bi şirîkatîya li ser esasê wekhevîyê qebûl kir. Lê mixabin, Bexdayê pêwîstîyên sîstema federalîyê pêk ne anî. Qanûna Bingehîn a Iraqê binpê kir. Madeya 140î pêk ne anî. Budçeya Herêma Kurdistanê birî. Budçeya Pêşmerge diviyabû li ser budçeya Bexdayê ba, ev jî pêk ne anî. Xwest gelê me birçî bihêle. Xwest Kerkûkê û dor û bera wê dagir bike. Nehişt li gorî Qanûna Bingehîn Herêma Kurdistanê peywendîyên navnetewî deyne. Bexdayê Herêma Kurdistanê weke şirîkekî xwe nedît. Xwest Herêma Kurdistanê bibe weke bajerekî girêdayî Bexdayê.

Başûrê Kurdistanê êdî nikare li ber neheqî û bêînsafîya Bexdayê serê xwe bitewîne û vê esaretê qebûl bike.

Di rewşeke weha de Bexdayê êdî ji serxwebûnê wêdetir tu rê ji Herêma Kurdistanê re nehiştîye.

Helbete ku mafê çarenûsîyê, mafê serxwebûnê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye.Lê aşkere ye ku, serxwebûna başûrê Kurdistanê êdî ne bes daxwazeke rewa ye,herweha ji bo berdewamîya jîyana gelê me yê başûr, êdî bûye zerûriyetek; bêyî serxwebunê, ne gelê me dikare jiyaneke bi rûmet bimeşîne, ne jî dê ev destkeftîyên heyî jî bikaribe biparêze.

Helbete ku îlan kirina serxwebûnê dê ne hêsan be. Ne bi dilê dewletên wekî Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkîyeyê ye ku serxwebûn bê îlan kirin. Lê heta sed salê din jî heger em li benda însafa van dewletan bin, dê tu carî wexta serxwebûnê neyê.

Gelek dewletên cîhanê dibêjin ne wexta referandûmê û serxwebûnê ye.Lê van dewletan jî nabêjin kengî dê wexta referandûm û serxwebûnê bê. Gelek dewlet jî, bes weke prosedureke dîplomatîk nerazîbûna xwe di derbarê referandûmê de dîyar dikin. Lê bi ya me,ev dewletan dê rêzê li encamên refrandûmê bigirin.

Divê em xebateke weha bimeşînin ku piştgirên referandûmê zêdetir bikin; û yên li dijî referandûmê derdikevin, piştgirîyê nekin jî bi kêmanî em bikaribin notralîze bikin, bila bê alî bimînin.

Ew fikrên dibêjin ku ‘’Kurdistan weke dewleteke serbixwe nikare xwe birêve bibe’’ jî fikrin şaş in.

Îro li cîhanê ji 200î zêdetir dewlet hene, ji vana 193yên wan endamê Netewên Yekbûyî(UN) ne. Piranîya van dewletan bi hêz û têkoşîn û îmkanên xwe, bi dezgeh û dewlemendî û jîrbûna xwe ve nehatine ava kirin. Piranîya dewletên cîhanê bi piştgirî û alîkarîya dewletekê yan jî hinek dewletan hatine damezrandin.

Herweha ji van dewletên heyî gelek ji wan, bes bi îmkanên xwe yên eskerî, aborî, sîyasî, îdarî ve li ser pîyan namînin. Gelekên wan di du rojan de dikare bi êrîşên dewletên mezin birûxin.

Gelê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa daye, bedelên mezin daye. Lê helbete ku weke gelek miletan, başûrê Kurdistanê jî helbete ku dê pêwîstî bi alîkarî û piştgirîya dewletên cîhanê ve hebe. û ev ne eyb an jî şaşitiyek e.

Lê li Başûr eve 26 sale ku dewleteke federe heye. Gelek kêmayî û pirsgirêkên navxweyî, weke yeknekirina pêşmerge û budçeyê û pirsgirêka parlamantoyê û hinek pirsgirêkên din hebin jî, di warê aborî, îdarî û avakirina dezgehên dewletbûnê de gelek gavên girîng hatine avêtin.

Ji xwe tu miletan pêşî hemû dezgehên dewletbûnê amade nekirine û paşê dewlet îlan nekirine. Dewletbûn ji xwe armanca wê ji nû ve xurt kirin û vejandina miletbûnê û ya dezgehên dewletbûnê ye.

Başûrê Kurdistanê bi tecrubeya xwe ya eskerî, îdarî û bi potansîyela xwe ya aborî ji gelek dewletên cîhanê zêdetir rengê dewletbûnê lê dikeve; ji gelek dewletan zêdetir ‘dewlet’e.Serxwebûna Kurdistanê dê vê potansîyela dewletbûnê bi dehan qat xurtir û geştir bike, pêşdetir bibe.

Belê, em di wê bawerîyê de ne ku gava gelê Kurdistanê di referandûmê de bi rêjeyeke zêde ji serxwebûnê re bêje ‘’erê’’ dê piranîya dewletên cîhanê rêzê lê bigirin.

Nuha gava yekem û dîrokî ew e ku li başûrê Kurdistanê gelê me bi rêjeyeke zêde beşdarî dengdanê bibin û bi rêjeyeke mezin ‘’erê’’ derkeve.

Xêrnexwazên Kurdistanê dizanin ku êdî dê nikaribin rê li ber referandûmê bigirin. Lê nuha jî dixwazin serê gelê me tevlihev bikin, yekrêzîya navweyî têk bidin, tirsê çêbikin da ku beşdarî kêm be û ku rêjeya ‘’erê’’ kêm derkeve.

Ji bo wê jî, pirsgirêkên navxweyî çi dibe bila bibe, çi îtîrazên kê hebe bila hebe; îro beşdarîya referandûma serxwebûnê û bikaranîna dengê ‘’êrê’’ wazîfeyeke netewî, dîrokî ye; destpêka serxwebûn û serbilindîyê ye. Herweha, di Kurdistaneke serbixwe de, pirsgirêkên navxweyî dê gelek gelek hêsantir bêne çareser kirin

Ji ber vê jî divê em bangî gelê xwe û hemû partîyên başûrê Kurdistanê bikin ku beşdarî referandûmê bibin û bêjin ‘’erê’’.
Heta divê wazîfeyeke me ya vê Komxebatê jî hewldayîna îqna kirina wan partîyên ku beşdarî xebatên referandûmê nabin be.
Referandûm û serxwebûn dê rûpelekî nû ji her sê perçeyên din yên Kurdistanê re jî veke.

Referandûm, li her sê perçeyên Kurdistanê jî dê rêya çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane xurtir bike. Divê em giş bi vê hişmendîyê tevbigerin.

Em divê barê xuşk û birayên xwe yên başûr siviktir bikin. Di vê pêvajoyê de divê hemahengîyeke baş di navbera Bakur û Başûr de hebe. Tiştên ku dê di pêvajoya referandûmê de sergêjîya ji wan re derxîne, tiştên ku dê barê wan girantir bike divê em xwe jê dûr bixin. Nuha ya girîng ew e ku bi selametî û di wexta xwe de ev referandûm bi beşdarîyeke zêde li dar bikeve û dengê ‘’erê’’ bi rêjeyeke zêde derkeve. Divê hemû xebata me ji bo vê yekê be.

Divê em li gel rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û şexsîyetên navdar peywendîyên xwe deynin da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin; an jî bi kêmanî li dij dernekevin, piştgirîya Bexdayê jî nekin.

Divê li hemû welatên Ewrûpa, li Emerîka ,Rûsya û li hemû welatên cîhanê yên ku destê me digihêjê, dost û hevalên me dîplomasîyeke xurt bihûnin ku piştgirên referandûmê zêde bikin; yên li dij derdikevin jî kêm bikin.

Divê em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û dezgehên navnetewî bikin ku çavdêrîyê ji referandûmê re bikin.

Divê em bangî temama dewletên cîhanê bikin ku, rêzê li referandûmê jî, li beyana îradeya gelê Kurdistanê ya di referandûmê de jî bigirin.

Divê em li gel Sefaret û Konsolxaneyên Emerîka, YE, Rûsya û dewletên din yên xwedî rol in, hevdîtinan pêk bînin.

Li bakurê Kurdistanê berîya referandûmê heger em bikaribin li Amedê mîtîngeke weke festîwalekê bi girseyî organîze bikin, dê rol û tesîreke xwe ya mezin hebe. Bila hemû cîhan piştgirî û dengê ‘’erê’’ yê bi aştîyane, yê bi hezaran, belkî jî yê bi dehhezaran Kurdistanîyên bakur bibihîzin. Ev dê tesîra xwe li ser Dewleta Tirkîyeyê jî, li ser raya giştî ya Tirkîyeyê û ya cîhanê jî bike.

Di çapemenîya Tirkîyeyê de, di medyaya sosyal de ji bo ku propagandayeke xurt di derbarê piştgirîya serxwebûnê de bê belav kirin, divê em hemû îmkanên xwe seferber bikin, divê em peywendîyên xwe li gel rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan xurtir bikin.

Divê em li gorî îmkanên xwe û li gorî şerdên heyî, bi konferans, semîner û çalakîyên cuda, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di derbarê girîngî û pêwîstîya referandûmê û serxwebûna başûrê Kurdistanê de gelê xwe û raya giştî ya Tirkîyeyê agahdar bikin.

Divê em piştî vê Komxebatê Însayîtîfekê damezrînin û li gel hemû partî , dezgeh û şexsîyetên ku piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê dikin peywendîyên xwe deynin, tora piştgirîyê berfirehtir bikin.

Xebatên piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê, dê bingehê xebata sîyasî, aştîyane, demokratîk ya azadîya Bakurê Kurdistanê jî geştir bike.Bir û bawerîya netewbûn û dewletbûnê dê xurtir bike.Bingeha hevkarî û tifaqên netewî, Kurdistanî li bakur û peywendîyên netewî di navbera bakur û başûr de dê bihêztir bike. Fikra netewbûn û Kurdistanîbûna di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de dê pêşdetir bibe.

Em di qonaxeke dîrokî de derbas dibin. Barekî giran û wazîfeyeke dîrokî û netewî li ser milên me hemû Kurdistanîyan e. Bi berpirsyarî, bi sîyaseteke yekgirtî û bi hişmendiyeke netewî divê em pêşeroja xwe ji nuha ve bihûnin.

Ez dibêjim dîtin û tê de jiyana Kurdistaneke serbixwe mafê Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî ye, mafê Rêzdar Mam Celal e, mafê bi hezaran pêşmerge û xebatkarên doza azadî û serxwebûnê ye. Wan û gelê me ev heq kirîye; divê piştî referandûmê, heta ku ji dest tê, zûtirîn wext biryara serxwebûnê bê îlan kirin da ku van rêzdaran û gelê me ji vê bextewarîyê bêpar nemînin.

Îlan kirina serxwebûnê xelat û mizgînîyeke pîroze ku ruhê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa,Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê pê şad bibe.

Bi hêvî û bawerîya serkeftina referandûma serxwebûnê, bi hêvî û bawerîya îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê, bi hestên xwe yên birayane û Kurdistanî, careke din dibêjim:

‘’Em bi hev re xurtin’’.

Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê

Bijî Azadîya Kurdistanê
15.07.2017/Amed

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

Ev nûçe 1191 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din