“Divê di nava Kurdan de hişmendiya neteweyî bilind bibe”

“Divê di nava Kurdan de hişmendiya neteweyî bilind bibe”

.

A+A-

Li Diyarbekirê Panela bi navê “Ji Doh Heta Îro Kurd” hate li darxistin. Di panelê de nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Fuad Onen beşdar bûn. Axaftvanan amaje kirin ku divê Kurd ji dîroka xwe sûdê werbigirin û enerjiya xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî xerc bikin.

Ji aliyê Ciwanên Neteweyî Yên Kurdistanê ve li Diyarbekirê panelek bi navê ji doh heta îro Kurd hat li darxistin. Di panelê mafnas Mursel Ekîcî wek moderator cih girt û axaftvanên panele jî Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî û Nivîskar û Siyasetmedar Fuad Onen bû. Axaftvanan derbarê xalên girîng ên dîroka Kurdan de amaje kirin ku divê kurd dîroka xwe baş bizanibin û divê Kurd li ser bingeha daxwaza serxwebunê siyasete bikin.

Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen ji K24ê re got: “Di şêwazên siyaseta kurdan heye; yek jê dixwaze pirsa kurd nava sînorên dewletên dagirker de were çareserkirin û daxwaza federasyon û otonomiyê tê kirin, ya din jî ku em wê diparêzin ew e ku daxwaza serxwebuna Kurdistanê ye.”

Di panelê behsa rewşa îroyîn a Kurdan jî hat kirin û bang hate kirin ku divê Kurd enerjiya xwe bi pirranî ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî xerc bikin û divê Kurd giraniyê bidin xebatên neteweyî.

Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Kurdan bi tekoşîna xwe çend qedexeyên ser Kurd û Kurdistanê dan rakirin û ji salên 90î pê de xebatên baş hatin kirin. Di vê çarçoveyê de panelên wisa jî baş in ku divê civak û nifşên nu dîroka xwe baş bizanibin.”

Beşa dawî ya panelê de bo pirs û bersivan dem hate veqetandin û di pirs û bersivan de di hişmendiya neteweyî de girîngiya ziman hat nirxandin û banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî hay kirin.

Di panelê de bal hate kêşan ku serjimêriya kurdan ji serjimêriya 23 welatên Yekîtiya Ewroayê zêdetir e hat xwestin ku di nava civaka Kurdan de hişmendiya neteweyî bilind bibe.

Çavkanî: Kurdistan 24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin