Divê Artêşa Tirk ji Kurdistana Rojava vekêşe

Divê Artêşa Tirk ji Kurdistana Rojava vekêşe

Divê Artêşa Tirk ji Rojavayê Kurdistanê vekêşe

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK), Partiya Kurdistanî (PAKKURD), PDK-Bakur û Hareketa Azadî derbarê operasyona Artêşa Tirk û derbasbûna di nav axa Rojavayê Kurdistanê de di 08.09.2016 li Dîyarbekirê daxuyaniyek hevbeş dan.

Partî û rêxistinên navborî operasyona leşkeriya Cerablusê şermezar kirin û ragihandin dewleta Tirki ji destpêkê ve, derheqê Suriyê û bi taybetî Kurdistana Rojava de neyênî bû.

Di berdewamiya  daxuyaniyê de ev xal hatinê rêzkirin:

1.Dewleta Tirk ku mafên gelê me û pergalek wekheviyê qebûl nake, nêzîkê sed sal e Bakurê Kurdistanê xistiyê bin desthilatdariya xwe û li ser tundûtûjiyê siyaseta asîmîlasyon û înkar kirinê birêve dibe. Helwesta dewleta Tirk derheqê deskevtên netewî yên parçeyên dinê yê Kurdistanê dijminkarane bûye, di vî warî de ligel dewletên Suriyê, Îran û Iraqê hevkarî çêkiriye.

2. Rast e, siyaseta dewleta Tirk derheqê Kurdistana Başûr de di van salên dawî de hinek guhartiye, lêbelê dewleta Tirk dema ligel rejîma Esed nakok bû, dijî YPG û Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya El Nusra kiriye; derheqê çûyina alikarî bo DAIŞê û xwe rêxistinkirina DAÎŞê li Dîlokê bêdeng maye.

3. Bi salan e dewlet û hikumeta Tirk di seranserê tixubên xwe li gel Suriyê û Kurdistana Rojava ji hebûna DAIŞê aciz nebûye. Lêbelê dema ku DAIŞ ji aliyê YPG û DSG ve bi alîkariya Hêzên Hevpeyman a Navnetewî ku pêşengiya wan DYA dike hat şikandin, hingê dewleta Tirk kete tevgerê. Pêkhatina herêmeke Kurdî di seranserê tixubên başûre de wekî xeter li ser berjewendiyên xwe yên netewî nişan da û bi vê hincetê dest bi dagirkirina herêmê kir.

4. Em bi tundî vî dagirkirinê û sedemên wî red dikin û daxwaz dikin ku dewleta Tirk ji xeletiya hanê vegere. Divê were qebûl kirin ku aştî û peywendiyên baş yên cîrantî di berjewendiya gelên Tirkiyê û Kurdistanê de ne.

5. Em banga hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistana Rojava dikin, ku îdareya siyasî, aborî û leşkerî ya hevbeş pêkbînin. Em dixwazin ku PYD dev ji siyaseta xwe ya otorîter berde û bihêle bila Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin. Em banga YPG û Pêşmergeyên Roj dikin ku ji bona parastina welat û dijî xetera DAIŞ û yên dinê de bihevre kar bikin.

6. Divê Dewleta Tirk dev ji siyaseta xwe ya dij Kurd û Kurdistanê berde, herçi zûtir ji Cerablusê û ciyên dinê yên ku dagir kiriye derkeve, hewl bide ku ligel Kurdên Kurdistana Rojava peywendiyên baş ava bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin