Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdîye

Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdîye

Murad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdîyeyê de semînerek da.

A+A-

 Murad Ali Ciwan

 

Murad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdîyeyê de semînerek da. Teksta li jêr, ji tomara dengê semînerê hatîye vekirin û redaktekirin, ji ber çavan hatîye derbas kirin û hinekî jî hatîye berfirehkirin

 

Ergun Yıldırım: Dema em li bîyografîya Murad Ciwan dinêrin, him ji alî qada tiştên li ser dixebite, him jî derên ku lê dijî, em dibînin mirovek e ku her tim tevdigere. Ev, a rast, ji bo mirovên dihizirin çîrokeke berhemdar e, çimkî her ku mirov digere û di nav tevgerê de dibe, her diçe bi berhemdar dibe, pêşdikeve.

Li Tirkîyê îro ji bo ku pirsgirêka Kurd baş bê fehmkirin, mijara ku li hember me disekine, ya nîqaş li ser tên kirin, pirsgirêka mezin a pergala cerdevanîyê ye. Dema pergala cerdevanîyê tê nîqaşkirin, carina qala Alayên Hemîdîye tê kirin. Ev çiqas rast û çiqas ne rast e?

Bi rastî jî ev tecrubeya îro tê çi wateyê? Di vê mijarê de ez bawer dikim ku ê me agahdar bike. Ji ber vê, ez di wê fikrê de me ku, şîrove û zanebûn û nêzikbûna di mijara Alayên Hemîdîyeyê de yên Murad Ciwanî, ji bo fehmkirina îro ê xweden nirxên girîng be. Kerem kin Murad Beg, ez dora axaftinê ji bo we berdidim.,

Murad Ali Ciwan: Spas dikim.

Di derbarê Alayên Hemîdîye de pirr tişt hatine gotin, navê wan li pirr deran derbas bûye, lê, ku meriv bi çavekî cidî lê dinêre, dibîne ku li ser mijarê gelek hindik xebatên zanistî hatine kirin. Ewqas hindik ku, hejmara lêkolînên serbixwe li derve û hundir tilîyên du destan derbas nakin. Xebatên ku di dest de heyî, hema hema her tim dubarekirinên yên berê ne. Her yê ku hatîye, pêwistî bi lêkolîn û nivîsandina careke din nedîtîye, ew rast qebûl kirîye.

 

Dibe ku hin sedemên vê rewşê hebin: Her çendî yên ku Alayên Hemîdîye dinirxînin gelek alîyên cuda ne, ew ji kokên cuda tên jî, ji fikarên zanistîyê wêdetir, ji bo derfetên sîyasî û bi nêzikbûnên îdeolojîk li ser mijarê sekinîne. Hîn di serî de armancên wan ew bûne ku ew Alayên Hemîdîye xerab nîşan bidin.

Di heyamên ewil de nirxandinên hevreng yên alîyên cuda, lêkolînerên dûra hatî, xistine bin tesîra xwe. Wan dîtîye ku nirxandinên hemû alîyan kêm zêde mîna hev in, careke din pêwist nedîtine lêkolînê bikin, ezberên heyî tekrar kirine. Alîyekî lêkolerên derbarê Alayên Hemîdîye de tesbîtên neyînî kirî ê hevpar heye; wan Alay, ji bo armanc û berjewendîyên xwe xeter dîtine.

Yek ji helwestên sereke ya Îttihad û Terakîyîyan e ku hêjayî şirovekirinê ye. Îttîhadî hîn ku mixalefet bûn û wan li hemberê Sultanê Osmanî Abdulhemîd têdikoşa, Alayên Hemîdîye wek çeteyên milîs ên çekdar yên rêvebirîya otokratîk a muteesib û mutlaqîyeta Sultan a li Rojhilat, temsîldarên desthilatdarê ên nav civaka Kurdan dîtine.

Amirên (fermandeyên) mulkî yên li herêmên Kurdan jî, bi taybetî di raporên xwe de ku ji Stenbolê re nivîsandine, cih dane tesbîtên neyênî yên derbarê Alayên Hemîdîye de. Hemîdîyeyî, wek kesên serberdayî, îsyankar, bê Sultan an Muşîr Zekî Paşa (li Erzincanê wê wextê artêşa 4. hebû, ev paşa zavayê Abdulhemîd bû û fermandarê artêşa 4. bû) guh nadin ti kesî, çekdarên asî nirxandine.

Hinên din ku li hemberî Alayên Hemîdîye helwesteke neyînî nîşan didan jî, beşek ji eşrafên bajarên kurdan bûn. Ew difikirîn ku, li gundewar û derbajaran hêzek her ku diçe bilind dibe ku guh nade rêvebirîyên bajaran û dezgeyên dewleta herêman, ew berjewendîyên wan tehdît dikin.

Her wiha dewletên wek Rûsyayê, Brîtanyayê, Almanyayê, Amerîkayê û Fransayê helwest li dijî Alayên Hemîdîye nîşan dane. Ji bo ku dawî li alayan bê jî, bi israr bi ser Osmanîyan de çûne. Di raporên dîplomatên bîyanî, mîsyoner, bazirgan, gerok û derdorên darayî û diravî de, di derbarê Hamîdîyan de qet mirov rastî tesbîteke erênî nayê.

Raporên van, ji raporên objektîf ku rewşa Rojhilatê Împaratorîyê û Kurdistanê pirr-alî nîşan bide wêdatir, wek daxwaznameyan (skalayan) in ku gilî û gazinên civakên xayrê-muslim tînin zimên; nêzîkî temamê wan raporan welê ne, weka ku Kurdan û Hemîdîyeyan her gav neheqî li xayrê-musliman kirîye, malên wan talan kirine, ew kuştine û tecawuzî wan kirine. Armanca van raporan zêdetir ew bû ku rayagiştî ya Ewrupayê rake ser pîyan, hikumeta Osmanî zêdetir tengav bike û di bazarkirinên dewletên bîyanî de yên bi hikumeta Osmanî re, destê wan bi xwe xurtir bike.

 

Ji nîvê duyê yê sedsala 19. bi vir de Rûs, Fransî û Îngiliz, bi Osmanîyan re li ser mijara maf û azadîyên xayrê-musliman, her tim di nav pevçûn û bazarîyê de bûn. Di Tanzîmatê de, di Islahatê de û ji şerê Kirimê şûn de peymanên ku pêk hatine (wek peymana Berlinê) ji rêvebirîya Osmanî daxwazên kêmnetewan (tenê xeyrê mulim kêm netewe dihatin hesibandin), bi taybetî jî ji bo mafên Ermenîyan daxwazî hebûn.

 

Di bazarîyan de, her wiha daxwaz dihatin kirin ku pêşî li wan Hemîdîyeyên ku ew di heqê wan de xerab difikirîn bê girtin.

Dîtineka din a di derbarê Hemîdîyeyan de jî ya xeyrê-muslimên herêmê ye, bi taybetî jî îddîa Ermenîyan e. Ermenî li ser xaka ku lê dijîyan, bi giştî bi Kurdan re di nav reqabetekê/minafeseyekê de bûn. Dema ku wan xwe rêkdixist, dest bi têkoşîna sîyasî dikir an bi hin daxwazan derdiketin holê, bi awayekî civaka Kurd li hemberî xwe dihesibandin. Wan Alayên Hemîdîye weka hêzeka an mewzîyeka çekdar a ku Kurdan a li hemberî wan bidestxistî nirxandîye.

Gelek Kurdan bi xwe jî, derbarê Hemîdîye de tesbîtên balkêş û girîng kirine. Balkêş e, heta îro hema hema hemû nirxandinên Kurdan yên ji bo Hemîdîyeyan neyînî (negatîf) ne.

Nirxandinên wê demê yên Kurdan, di kovar û rojnameyên wan bi xwe de, di weşanên Îttihad û Terakîyê de, hetta di çapemenîya Ermenîyan de cih girtine. Kurdan ev tesbît kirine: eşîretên ku tevlî Alayên Hemîdîye bûne, li hemberî Ermenîyan ji alîyê Sultan Abdulhemîd ve hatine bikaranîn. Di wê heyamê de Kurdên ku li hemberî Hemîdîyeyan helwest nîşan didan, rewşenbîrên di nav Îttihad û Terakîyê de yên wek Abdullah Cevdet bûn. Ew di nav Îttihad û Terakîyê de, bi Ermenîyan re li hemberî rêvebirîya Abdulhemîd di nav têkoşînê de bûn, bi taybetî jî Bedirxanî….

 

Îttihad û Terakî, Kurd, Ereb û Ermen, carina di nav heman rêxistinê de, carina jî di nav rêxistinên xwe yên cuda de, bi hevkarî li hemberî Abdulhemîd tevdigerîyan. Sedema helwesta Kurdan a li hemberî Hemîdîyeyan, yek, derketina li hember saltanata Abdulhemîd, a din jî fikara qezenckirina rayagiştî ya navneteweyî bû. Çimkî rayagiştî ya Ewrupayê bi piştgirîya xwe ya ku dida Ermenîyan li dijî Hemîdîyeyê jî bû. A rast, ji xeynî Bedirxanîyan, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan ne li dij hebûna Hemîdîyeyan bûn, lê zêdetir li hember sîyaseta Abdulhemîd a ku teşwîq dikir da Kurd biçin ser Ermenîyan derdiketin û ji bo ku pevçûnek di navbera Kurd û Ermenîyan de nebe kurd hişyar dikirin.

 

Di nav Kurdan de tê dîtin ku, Bedirxanî li hemberî Hemîdîyeyan in. Ew jî, ji ber saltanata Mustafa Paşayê Mîran e, yê ku li ser xaka cedên(bapîrên) wan; li Cizîra Botan 35-40 sal piştî çûna wan hat danîn. Dema Mîrtîya Botan hebû Mustafa Paşa, di nav eşîra Mîran de, di bin emrê beg de, kesekî diz, talanker wek “Misto Keçelo” dihat nasîn, lê ku mîrtî belav bû, xaka wê ji wan re ma, ew bi Osmanîyan re, di nav hevkarîyê de bûn, wan rutbe û meqam girtin, bûn Mustafa Paşa, dest danîn ser mîrata Mîrên Botan. Bedirxanî, ji vê sedemê jî, li hemberî hebûna Hemîdîyeyan a li Kurdistanê derketin. [Di dema Sultan Abdulhemîd de li Stanbolê di hin buyerên dijayetî û pevçûnên hin Bedirxanîyan yên bi hin desthilatdarên Îstenbulê de (1906) Abdulhemîd req li hemberî Berdirxanîyan rawestîya bû heta ew bi temamîya koma xanedanîyê sirgûnê derveyî Îstanbûlê kirin ku Bedirxanî careka gelek êşîyabûn tarûmar û derbeder bûbûn. Vê jî mixalefeta wan a li hemberî Sultan û hevkarên wî yên kurd dijwartir dikir]

 

Tesbîtên Kurdan bi wê heyamê sînorkirî neman, heta îro tên. Îro Hemîdîye hîn zêde ji bo dîyarkirina Cerdevanên Gundan (Köy Korucuları) wek referansekê tên bikaranîn û wek encama sîyaseta qirkirina Kurdan bi destê Kurdan tên nîşandan. Ji hebûna tevgereke Kurd tê hereketkirin û tê gotin bi avakirina Cerdevanîya Gundan ji hin eşîretan armanc berahevdana Kurdan e wek mesela avakirina Hemîdîyeyê. Hemîdîye ji wan re wek referens tên nîşandan.

A rast, ji her alî ve dijayetîyek li hemberê Hemîdîyeyan heye. Tesbît, bi temamî neyînî ne. Tabî di vê çarçovê de ez tenê me ku bi çavekî erênî li Hemîdîyeyan dinêrim, bi vê, tenê dimînim; wek “kelaynak”an.

Xebatên ku min meşandin, çavkanîyên min, ji yên din ne cudatir bûn. Zêdetir belgeyên ku heta niha eşkere bûne, lêkolînên ku hatine kirin û xebatên ku rasterast Hemîdîye ji xwe re nekirine mijar, ji wan xebatên cuda min agahî girtine, lê mêzekirina min a li mijarê bi çavekî din e. Ez ê hewl bidim ku li vir, bi çavekî din li ser mijarê nêrîna xwe vebêjim.

 

Ez, bi berevajî tesbîtên heta îro kirî, îdiayên avêtî holê, di wê fikrê de me ku Hemîdîyeyan di dema xwe de li ser civaka Kurdan roleke erênî lîstîye. Ez ê niha hewl bidim zelal bikim ku çima ez bi vî awayî difikirim. Ez ê zêdetir xetên giştî dîyar bikim, ger pirs werin, wê wextê belkî hîn zêde em têkevin nav hûrkarîyan û firsenda vegotina mijarê bi ber alîyên cuda ve bidestbixim.

 

Xisûsîyeta ewil a ku divê ez bibîr bixim, Hemîdîye, ew sazî ne ku ji eşîretên koçer yên civaka Kurdan pêk tên. Hemû civaka Kurdan, yanî bajarvanîyê an jî niştecihên Kurd yên ku bi çandinîyê ve mijul in nagire nav xwe. Pergala Alayên Hemîdîye, berhemê projeyekê ye ku bi fermaneke Sultan Abdulhemîd destpêkirîye. Berpirsyarîya vê xebatê jî tê dayîn zavayê Abdulhemîd; Muşîr Zekî Paşa. Wî, eşîretên Kurdan, di çarçoveya Hemîdîyeyan de rêkxistine.

Xebatên rêkxistina Hemîdîyeyan, di sala 1890 an de destpêkirine, nîzamname di sala 1891ê de derdikeve û heta salên 1891-92-93 an dewam dike.

Ne rêkxerîyek e ku di carekê de derketîye, di nav çend salan de gav bi gav hatîye avakirin. Her tim guhertin tê de hatine kirin, heta ji alîyê yên ku ew sazkirine jî, ji ber fikareyan zû zû midaxeleya avayîya wan hatîye kirin, zagon û rêzikname hatine guherandin. Pêşîyê bi giranî destpêkirîye, hin alay hatine pêkanîn, her ku eleqe zêde bûye, çarçove hatîye berfirehkirin.

Pêwist e Hemîdîye di du qonaxan de bên nirxandin. A yekê, a ku di 1890 ê de destpêkir, heta Meşrutîyetê; sala 1909-ê ji text daxistina Abdulhemîd dewam kir. A duyê, qonaxa ku piştî vê tê; ew heyam e ku alay ji Alayên Hemîdîyê hatin derxistin, hatin veguherandin bûn taburên basît yên wek redîf. Di vê heyamê de, midaxeleyeke bingehîn a li hember Hemîdîyeyan a ku Îttihad û Terakîyê kirîye heye.

Bi zagon û nîzamnameyeke nû, him nav, him jî struktura rêxistinê û statu hatîye guherandin. Li şûna reîsê eşîretên Kurdan bi xwe, fermandarên artêşa nîzamî ên Tirk anîne ser û hewl dane ku avayîyeke bi rejîmê ve girêdayî çêbikin.

Qonaxa ku ez roleke erênî didimê, heyama berî 1909 an e, ya ku bi navê fermî wek Hemîdîye dihatin binavkirin. Dema mirov ji heyamên vê şûnda dinêre, a rast meriv nikare ji wan re bibêje ew Alayên Hemîdîye ne. Ji xwe Îttihad û Terakîyê jî, ewil xwestîye ku navê wan bike “Alayên Oguz (Oğuz Alayları)”, ji ber tirsa ku di nav gel de ê nav veguhere bibe “Alayên Uyuz (Uyuz Alayları –Alayên Gurrî)” jê gerîyane û nav kirine Alayên Eşîretan (Aşiret Alayları). Ji armanc û rêkxerîya damezrandinê pirr cudatir, veguherandine, kirine rêxistineka din. Ez ê dûv re li ser vê bisekinim.

 

Di avakirina Hemîdîyeyan de, bêyî yek-du îstisnayan, eşîretên koçer hatine esasgirtin. Pergal jî wisa ye: Her mala koçer ê tevlî hespekî û kincan mêrekî bide Alayên Hemîdîye. Çeka siwarî, cebirxane û alavên leşkerî ê dewletê bidaya. Kesên ku digirtin nav Alayên Siwarî yên Hemîdîyeyan, ji wezîfeya nîzamî a leşkerîyê ê berî (dûr, muaf) bihatana girtin. Di demên dîyarkirî ên salê de, ê li herêma xwe li derekê kom bibûna û wan ê perwerdehîya leşkerî bikirana. Piştî perwerdehîyê ew ê vegerîyana gundên xwe, malên xwe û jîyanên xwe yên rojane bidomandana. Di demên şer de, ê bihatana ba hev, tevlî artêşê bibûna û biçûna şeran. Yên ku bigirtana Alayên Hemîdîyeyan, ji hemû bacê (vergîyê) ê muaf bûna. Yên ku beşdarî Alayên Hemîdîyeyan bibûna, ê ji erdê xezîneyê erd bidana wan, bi vê pêvajoyê, niştecihkirina eşîretên koçer li ser erdan ê bidana destpêkirin û li gel mijulbûna bi ajeldarîyê re, ê bihata temîn kirin ku bi xakê re jî mijul bibin.

 

Alayên Hemîdîye ê rasterast bi Artêşa Çarê (4. Ordu) û bi Sultan ve girêdayî bûna; amîrên mulkî yên li herêmê; walî, mutassarif û fermandarên leşkerî ê li ser wan ne xwedan gotin bûna, li hemberî bûyeran, amîrên mulkî û fermandarên leşkerî û berpirsan ê nikaribûna ji wan hesab bipirsin, dadgehên herêmî ê nikaribûna wan mahkeme bikin, ne bi îdareyên cîgeyî (herêmî), qazaî û leşkerî, rasterast ê bi Artêşa Çarê û Stenbolê re muxatab bûna.

 

Vê rewşê, Alayên Hemîdîye li hemberî sazîyên dewletê yên deverî gav bi gav serbixwe kirin û rakir asteke bilindtir. Em karin bibêjin ku, bi vê gavê, li nav Împaratorîya Osmanî erdên perîferîyê yên ku dengî Kurdistanê tên, gavên nîvstatuyeke xweser a bi navendê ve girêdayî hatine avêtin. Vê jî, ji hilweşandina xanedanên Kurdistanê vir ve, civaka Kurd a ku ber bi hilweşandin û belavbûnê ve diçû, bilindî statuyeke nuh kirîye. Di heman çarçovê de, heyama Alayên Hemîdîye, ligel modernbûn û reformên ku di bin navê navendîbûnê de bi sîyaseta jiholêrakirina mîrîtîyên Kurdan destpêkiribû û di nav Kurdan û rêvebirîya Osmanî de husûmet derxistibû vir ve, nêzikî sed salan şûnda bi saya Hemîdîyeyan Kurdan bi çavekî erênî li rêvebirîya navendî mêzekir, bi taybetî jî bi hezkirin xwe nêzikî Abdulhemîd kir.

Vê rewşê, derdorên wek Fransa, Îngiltere û Almanya yên ku di bin navê reform û modernbûnê de Împaratorîya Osmanî ber bi navendîbûnê ve dibirin, nerehet kir û bi taybetî jî Îttihad û Terakî qehirand. A rast, li hember derketina Hemîdîyan a eşrafên bajêr, erkanên mulkî û yên leşkerî, Ermenî, Asurî û xayrê-mislîmên din, dîplomat, mîsyoner, bazirgan û gerokên ku berjewendîyên xwe di parastina Osmanîyeke navendî de didîtin; sedemê lihemberderketina Hemîdîyan a van, wendakirina prestîja bi giştî û deverî a desthilatdarîyê û statuyê bû.

Projeya Alayên Hemîdîye, di nav Kurdan de eleqeyeke mezin dîtibû û hema hema her eşîreta koçer a Kurdan ber bi alayan ve bazda. Ji sînorê Rusyayê heta başûr; Rihayê, Dîlokê (Entabê) û Cizîrê, derên ku Kurd lê zêdebûn, ji xeynî Sileymanîyê, Şarezorê û herêma Soran, bi giranî eşîrên sunî hatin girtin nav Alayên Hemîdîye. Heta li Semsûra îro, eşîreta Berazan, ne koçer bû û li taburên redîf (tabûrên yedek ên dema seferberîyê) nivîsandî bû û bi vê, mercên tevlêbûyina Hemîdîyan ji bo eşîrê tinebûn, lê ji ber pirr daxwazkirina wan, îstisnayek hat kirin û ew eşîr jî hat girtin nav Hemîdîyeyan.

 

Rêkxerîya Hemîdîyeyan, bi gelemperî li ser sê qadên erdnîgarîyê belav bûne. Yek, li bakur; ku Serhed jî tê binavkirin; li Muşê, Erdexanê, Qersê, Agirîyê, di bin fermana Kor Huseyîn Paşa de Alayên Hemîdîye ber bi rêkxerîyê ve çûne. Du, li rojava û başûrê Dîyarbekirê, di bin fermandarîya Îbrahîm Paşayê Millî de, a sîyê jî li herêma Cizîrê di bin fermandarîya Mustafa Paşa (Mîran) de alay hatine rêkxistin.

Tenê ne Kurdên Sunî, Elewî û Yezidî, Ereb, Çerkez, li Golana Libnanê Durzîyan jî Hemîdîye projeyeke gellek lêhatî dîtîye û wan xwestîye ku ew tevlî alayan bibin. Dema em li rêkxerîyê dinêrin dibînin ku, li gel eşîretên Sunî yên Kurd, çend eşîrên Ereb û Qerepapax jî di Hemîdîyeyan de hene.

 

Kurdên Êzidî serlêdan kirine lê nehatîye qebûlkirin. Tevî vê jî li herêmên wî, Êzîdîyan di alayên Îbrahîm Paşayê Millî de cih girtine û ti îtîraz ji Dersaadetê an Artêşa Çarê nehatîye.

Durzîyan serlêdan kirîye lê ji bo wan gotine ku, ‘bawerî bi wan nayê’ û ew negirtine. Eşîrên Elewîyan bi serê xwe negirtine lê wek Êzidîyan, li Mereşê eşîretên kurmanc, Elewîyên Sînemîlî, di nav rêkxerîya Hemîdîye a Îbrahîm Paşayê Mîllî de cih girtine. Ji xwe Îbrahîm Paşayê Mîllî, ji berê de bi nifûza xwe ya ku heta Dêrsimê diçû, Elewîyên Mereş û Dêrsimê wek Êzidîyên Riha, Dîyarbekirê û Mêrdînê xelkê xwe hesibandine, di nav hevkarîyeke nêzik, dostanî û piştgirîyekê de ew eşîret û civak bi ser xwe ve dîtine û girtine nav Alayên Hemîdîyeyê.

Berî Şerê Cîhanê yê Yekê, ji kesên ku peymana Sykes-Picot mor kiribûn yê Îngiliz Mark Sykes, di raporên xwe de cih dide agahîyên balkêş. Li gorî raporê, Îbrahîm Paşa, Mustafa Paşayê Mîranê li Cizîrê ê wek wî sunî ye ji xwe re ji eynî miletî nabîne, lê, Elewî û Yezîdîyên ku li herêmên ji Wêranşarê heta Dêrsimê dijîn bi xwe re ji heman milet hesibandîye. Di raporê de hin agahî cih digrin ku, di navbera Îbrahîm Paşa û Kurmancên Sînemîlî yên Elewî de dostanî û hevkarîyeke nêzik hebûye. Ti helwesteke neyênî a Îbrahîm Paşayê ku Hemîdîye ye, wek li hemberî Elewîyan li hemberî Ermenîyan jî tine.

Mînakeke din jî heye. Raporek heye ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partîyê a meclîsê de, dema behsa komkujîya Dêrsimê dikir binavkir. Di wê raporê de, dema behsa polîtikayên Osmanî yên wê heyamê yên derbarê Dêrsimê de tên kirin, tesbîtên ku di demeke dîyar de, ji bo ku li Dêrsimê alayên Hemîdîye bên avakirin, pêşnîyar hene ku fermandarê Hemîdîyeyan Zekî Paşa pêşkêş kirine, lê ji alîyê mutassarifê Elezîzê yê wê demê û muxalifên Hemîdîyeyan yên li Stenbolê ve hatîye red kirin.Tabî li Serhedê, li herêmên Muş, Erzîncan û Wartoyê, di navbera Alayên Hemîdîye yên eşîretên Sunî û eşîretên Elewî yên Dêrsimê de hin pevçûn qewimîne. Lê em nikarin van pevçûnan rasterast bi Hemîdîyeyan ve eleqedar bibînin. Berî Alayên Hemîdîye jî di navbera heman Kurdên Sunî û Elewî de pevçûn hebûn. Ev ne pevçûnek e ku bi taybet Alayên Hemîdîye bûne sedem. Li Başûr di qada bin fermana Îbrahîm Paşa de û li Cizîrê a Mustafa Paşa de pevçûnên bi vî rengî tinene. Lê li herêma Wartoyê, di navbera Xormekîyan û Hesenan, Cibranan de hin pevçûn û nakokî hene. Ew jî bi Hemîdîyeyan ve ne eleqedar in. Mirov kare van pevçûnan, pevçûnên kevneşopî yên navbera eşîretên Kurdan bihesbîne ku berê jî hebûn.

 

Ez dixwazim li ser xaleke din jî bisekinim. Piştî avakirina Hemîdîyeyan, li Stenbolê bi navê mektebên eşîretan dibistan vebûn. Pêşîyê ev mekteb ji bo zarokên Ereban bidin xwendin hatine avakirin, dûv ra ji wan hinek neçûne, yên ku çûne jî hinekên wan biserneketine. Lê Kurdan eleqeyeke mezin nîşanî dibistanan dane. Gellek zarokên reîsên eşîretan, bi salan li van dibistanan xwendine. Van xortan hînkarîya hemdem girtîye û ew vegerîyane nav eşîretên xwe. Van li wir wek kesên pêşdahatî, hîn zane, lêhatî û hemdem wazîfe girtine. Li Stenbolê jî bi fikrên hemdem û yên miletperwer, bi neteweperwerên Arnawut, Ereb û Balkanan re hatine ba hev û neteweperwerîya Kurd ji vir girtine. Kesên di dibistanên eşîretan de xwendine, dûv ra di nav tevgerên neteweyî yên Kurd de pileyên wek rêbertîyê girtine ser milên xwe. Di mijarên wek veguherandina civaka Kurd, maf xwestine, di dayina têkoşîna di vê rîyê de wezîfe girtine. Mîralay Xalid Begê Cîbrî ji wan yek e û ev mîralayekî Hemîdîyeyan e.

 

DI NAVBERA HEMÎDÎYEYAN Û CERDEVANAN DE WEKHEVÎ TINE

 

Meriv dikare gellek tesbîtan bike lê, nikare Hemîdîyeyan wek cerdevan binirxîne. Dema Hemîdîye avabûn, ti tevgerên netewî yên Kurdan destpê nekiribûn û li wir serhildaneke Kurdan tunebû. Tevgera Kurd a herî dawîn, tevgera di pêşengîya Şêx Ubeydullahê Nehrî de bû û di sala 1880-yan de qedîyabû. Hemîdîye, ,10-12 salan piştî temirandina serhildana Kurdan a dawîn avabûn. Dema Hemîdîye dihatin avakirin, talûkeyeke berpabûna tevgereke Kurd tunebû. Ti bahane û hincetên, anîna beşeke Kurdan hemberî yên din ji bo pevçinandinê jî nebû. Nayê dîtin ku Hemîdîyeyan di navbera Kurdan de pevçûnên mezin derxistine. Tabî di heyama Hemîdîyan de ne ku di navbera hin eşîretan de pevçûn neqewimine. Wek berê û îro, eşîret û di nav eşîretan de malbat hatine hemberê hev. Lê ev lihevnekirin ne bestî ye bi Hemîdîyeyan, meriv dikare wek taybetîyeke eşîretî îzah bike.

Helbet Hemîdîye jî rêxistinên pirr paqij jî nayên hesibandin. Hêza ku wan ji statuyê digirt, da wê ji bo hin pirsgirêkên xwe çareser bikin, di nav hin meqamên Osmanî de ji bo meqam û bertîlan bikaranîne. Vê ji bo hin nelihevîyên xakê, ku çawa li hemberî Ermenîyan bikaranîne, li hemberî hin eşîretên Kurd û eşrafan jî bikaranîne û hin îmtîyaz girtine. Lê girtina eşîretan a nav Hemîdîyeyan, firsend jî daye ku dewlet eşîretên koçer yên Kurdan ku ew serberdayî dihesibandin, hîn bi hêsanî bigre bin zeptûreptê. Bi vê wateyê, a rast, bi avakirina Hemîdîyan, ji bo kesên bêhêz yên civakê, xayrê-muslim û bi taybetî jî civaka Ermenîyan, em karin bibêjin ku rêkûpêkîyek û ewleyîyek jî anîye. Li hemberî neheqîyekê, Alayên Hemîdîye zanibûn ku êdî ê hîn hêsatir hesab ji wan bê pirsîn, loma bi feraseta berpirsyarîyê, xwe dîsîplîne dikirin û ji bo Ermenîyan, bi gelemperî jî ji bo misliman û xayrê-muslimanan wasiteyeka ewleyîyê derketibû holê.

Ji ber vê, mirov nikare bibêje ku Hemîdîye, li dijî tevgera Kurd avabûye an projeya qirkirina Kurdan bi Kurdan e. Ji xwe mînakeke bi vî awayî jî tineye. Hemîdîye, di navbera Kurdan de, bi taybetî nebuye aletê derxistina pevçûnê, berevajî vê, ew di qonaxeke hîn fireh û bilind de ber bi yekitîyê kirine.

Heta, di vê mijarê de, di wê heyamê de tesbît û nirxandinên ku hatine kirin hene: Wek tê zanîn, Hemîdîye piştî ava bûn, reîsên eşîretên ku rutbe girtin hatin vexwendin Stenbolê. Di wê merasîmê de ku li Stenbolê ê bihata lidarxistin, Sultan Abdulhemîd ê xirqeyên wan li wan bikira û sancaxên wan bidana wan. Reîsên eşîretên cuda, bi maîyetên xwe ve çûbûn Stenbolê, di serî de li mizgeftan, li pirr deran hatibûn ezimandin. Wan dema merasîmê dipa, dihatine ba hev û bi hev re dipeyivîn. Yekî ku di nav wan de bû bi dizî ji hikumetê re rapor dinivîsî. Ji raporê tê fehmkirin ku, ew bi xwe ne Kurd bûye, lê Kurdî zanibûye. Rapor neyênî bû, tê de dihat: “Hûn Alayên Hemîdîye ava dikin, hin erk û îmtîyazan didin wan, di paşerojê de ev ê li serê Osmanîyan bibine bela. Osmanî, ku eşîr perçe perçe ne nikare wan îdare bike, tiştên ku tên kirin ê wan bîne ba hev, ew ê firsendên hîn mezin bi dest bixînin û ew jî ê rê li serîrakirina li hemberî Osmanîyan veke.” Tesbîtên bi vî awayî di raporê de cih digrin. Em ji raporên wê heyamê sehdikin ku, ev proje ne projeyeke wek cerdevanîyê ye a ku Kurdan bera hev dide û di nav wan de pevçûnan derdixîne.

 

ÎMTÎYAZ Û DESTKEFTÎYÊN KU HEMÎDÎYEYAN ANÎNE

 

Dema pêşketinên Kurdan tên nirxandin, îmtîyazên ku Kurda bi rêkxerîya Alayên Hemîdîye qezenc kirine, çêyîyên li ser jîyana eşîretên Kurdan û bi gelemperî li ser civaka Kurdan çêbûne, hîn baştir tê fehmkirin. Wek tê zanîn, mensubên eşîretan yên ku siwarî didane Hemîdîyeyan, hin îmtîyaz bidestdixistin. Li gorî zagon û rêziknameyan, mensubên Hemîdîyeyan ê neçûna leşkerîyê. Tenê her sal di mehên dîyarkirî de, li herêma xwe ê kom bibûna û perwerdehîya leşkerî bigirtana. Piştî perwerdehîyê ê vegerîyana malên xwe, ser zevîyên xwe û li benda kerîyên pezên xwe bûna. Wê demê middetê leşkerîyê 4-5 sal, heta 7 sal bû. Mirov, ji bo ku ji leşkerîyê bifilitin, berê xwe didan çîyan, direvîyan, xwe vedişartin. Muafîyeta leşkerîyê, ji bo civakekê qezenceke pirr erênî li ser jîyana kar dike. Ev teqez e ku, muafîyeta leşkerî, li ser aborîya civakê roleke erênî lîstîye. Bi vê, hîn zêde dem û hêza karbidestxistinê çêbûye û van mercan jî rê li dewlemendbûnê vekirîye. Di raporên wê heyamê de, tesbîtên pêşketinên çandinîyê hene.

Muafgirtina ji bacê jî, tê wê wateyê ku, meriv beşeke girîng a qezenca xwe nade dewletê û wê ji bo jîyana xwe xerc dike. Bi beşeke qezenca ku naçe dewletê, ew qezenc li herêmê dimîne, ew jî tê wateya hîn zêde dewlemendîyê û bilindîya asta refahê.

Esas di nîvê ewil yê sedsalê de, yek ji sedema ku rêvebirîya navendî a Osmanî berê xwe da begên Kurdan, pêdivîya dewleta Osmanî a bi leşker û bacan bû. Dema em li hewldanên navendîkirina dewletê dinêrin, sedemê rastîn ê serîhildana li hember reformên Selîmê 3. û Mahmudê 2., Tanzîmatê, Fermana Islahatê, tevî parastina statuya îdarî a deverî, meseleya bacê û leşkerîyê bû jî. Reforman, barê Kurdan yê leşkerî û bac girantir, ji alîyê hilberîn û jîyanê de jî paşeroja Kurdan nedîyar dikir. Hêza kar a civakê, tam di dema xwe ya herî xurt de, ji hilberînê dihat qutkirin û dihat digirtin leşkerîyê. Qezencên ku bidest dixstin, bi rêya bacê ji destê civakê dihat girtin. Gel loma, li hemberî guherînên ku wek Tanzîmat û Îslahat tên binavkirin, derdiketin.

Bi damezrandina Hemîdîyeyan, helbet Împaratorîya Osmanî li ser sînoran, bi taybetî jî di pêwendîyên li gel Îranê eşîretên ku dibûne pirsgirêk û di hin mijaran de yên ku dibûn serêş, dikişandine navendê û bi taybetî jî, bestina wan a bi sultan ve, ewlekarîyeke bi rêkûpêk dianî. Herwiha, li hember hin xeteran, desthilatê ew ji xwe re wek misogerîyekê bikardianîn.

Lê eşîretên Kurdan jî, bi vê statuyê hebûna burokratên li herêmê, mirov dikare bibêje ku bypass dikirin, di ser hin qonaxan re qevaz didan û rasterast bi navendê re mixatab dibûn. Wan ev, li gorî berjewendîyên xwe hîn di cih de didîtin. Mixatabbûna yek bi yek bi walî, muteserrif, meqamên leşkerî û îdarî, dadgehên herêmî re tiştek e, di ser wan re qevaztin û rasterast bi Stenbolê re, bi artêşa 4. re mixatab bûn, qezenckirina statuyeke hîn bilintir tiştekî din bû. Çi tê gotin bila bê gotin, pergala Hemîdîyeyan, statuya civaka Kurd bilind kirîye.

Lêkoler û nivîskarên ku di mijara Hemîdîyeyan de nivîsîne, Alayên Hemîdîye wek wasiteya ku, “serdema îstîbdada tarî a navendî a Abdulhemîd bi hêz dikê” nîşan dane. Heta mirov kare bihesibîne ku, bi damezrandina Hemîdîyeyan, Sultan û Zekî Paşa xwestîye ku, herêmê têxin bin zeptûrepta xwe, eşîretan hîn zêde ji bo navendê bikin teb’a û li hemberî tehdîdên derve û hundir wan bikarbînin. Ancax, hatina rêkûpêkî û îmtîyazên herêmê ên zêdetir, nayê wateya ku ew ji navendê re bûne benîyên (xulamên) dilsoz û û otomatîkî navendîbûn anîne. Berevajî vê, pêvajoyeke tersî vê destpêkir. Bilindbûna statuyeke nû a li perîferîyê, rê li îstiqrarê, yekbûnê û desentralizasyonê vekir. Li perîferîya dûrî navendê, bû sedema bilindbûna hêzeke xurt. Rê li ber binavendîbûn û statuyeka cuda a herêma Kurdistanê vekir.

Reîsê eşîreta Heyderan Huseyin Heyderî, bû Kor Huseyîn Paşayê Mîralayê Hemîdîyeyan. Êdi ew tenê li navçeyekê an li herêmeke dîyar ne reîsê eşîrekê bû, ew hate qonaxeke ku li derdorên wî artêşa wî heye, kare mirovan berdadbike, midaxeleya hin bûyeran bike, ji ewlekarîyê, rêkûpêkîyê û îstiqrarê berpirsyar be. Misto Keçeloyê Cizîra Botan, bû Mistefa Paşayê Mîran.

Reîsên Alayên Hemîdîye guh nedida walî û dadgehên herêmî, ew rasterast bi Muşir Zekî Paşa an Stenbolê re mixatab dibûn. Di dîrokeke sed, sed û pênce salî de, bilindbûna statuyekê, cara ewil di heyama Abdulhemîd de derket holê. Li ber Kurdan, rêyeke ku xwe hîn zêde rêvebibin, ji walî û fermandarên Osmanî rizgar bibin û serbesttir hereket bikin vebû. Di perîferîyê de, em karin bibêjin ku derbasî nîv mîrîtîyekê dibûn. Dema em vê difikirin, Kurd çima ji Abdulhemîd re dibêjin, “bavê Kurdan” û derdorên ku li hemberî Abdulhemîd û Hemîdîyeyan derdikevin vê pêwendîyê dixwazin reş bikin, an biçûk bibînin, hîn baştir tê fehmkirin. Xuya ye ku, hezkirina Kurdan a ji Abdulhemîd ne tiştekî bêbingeh e. Di nav Kurdan de gotina “Abdulhemîd, bavê Kurdan” pirr navdar e.

Helbet ji bo ku projeya Hemîdîyeyan pirr kin dewam kirîye, qasî 15-20 salan, hemû ev gotinên me tekamul nebûne, temam nebûne û bi derketina holê a desthilatdarîya Îttihad û Terakkî û veguherandinên ku wan anîn, piştre destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekê, rûdanên piştî vê pêvajoyê, projeya Hemîdîyeyan nîvcoyî ma, rawestîya.

 

DI MESELA ERMENÎYAN DE ROLA HEMÎDÎYEYAN

 

Dema em Alayên Hemîdîye projeyeke li hemberî Ermenîyan û bîyanîyan digrin dest, di wir de jî, di îdîayên heta niha kirî de pirsgirêk tên dîtin.

Helbet Abdulhemîd û hikumeta Stenbolê, taluka/xetera mudaxeleya ji derve dîtîye û Hemîdîye ji bo vê wek tevdîrek bikaranîne. Helbet di wê heyamê de, li hemberî taluka neteweperwerîya Ermenîyan a ku xurt bûye û xwestîye ji Împaratorîyê xak bigire (cuda bibe), an dewletên bîyanî û hêzên derve yên ku xwestine têkilî karên nav wan bibin dest bi avabûnekê kirine.

Lê taluka Ermenîyan û a derve ne ew bûyer bûn ku tenê hikumeta Stenbolê û Abdulhemîd difikirîn. Li herêmê Kurdên ku bi Ermenîyan re li kêleka hev, di nav hev de dijîyan jî, ji bo xwe hin xeter didîtin, ew jî ji faalîyetên Ermenîyan û midaxaleyên bîyanî nerehet bûn.

Projeya avakirina Alayên Hemîdîye, li gorî berjewendîyên Kurdan e jî. Rûs, Îngiliz û Fransî bi salan çûne wê herêmê û bi Ermenîyan re, bi xayrî-mislimên din re, bi Suryanîyan re hevkarî kirine. Ku tercuman e, xayrê-mislîm tercuman in. Bîyanî bazirganîyê bi wan re dikin, bayîtî(dîstrîbutorî) û şaxên banka didin wan. Hemû dibistan û nexweşxanên ku mîsyoneran avakirine, a rast ji bo xayrê-misliman hatine avakirin. Di wê heyamê de dibistanên Kurdan tunebûn, lê bi sedan dibistanên Ermenîyan hebûn, bi dehan rojnameyên wan derdiketin, bi armanca perwerdehîyê pirtûk diweşandin. Pirtûkên ku bi Kurdî dihatin çapkirin jî ne ji bo Kurdan bûn, ji bo xirîstîyanên ku Ermenkî nizanibûn, bi Kurdî diaxifîn bûn û bi alfabeya Ermenîyan bûn.

Yanê bi hatina mîsyoner û dîplomatên Îngiliz, Fransî, Amerîkanî, Alman û Rûs a herêmê, faalîyetên hin sazîyên mîsyonerîyê an jî baregehên dîplomatîk, sazîyên tenduristî û perwerdehîyê, dêr û manastir, nunertîyên bazirganîyê ji Kurdan bêtir, statuya Ermenîyan bilind dikir. Di ser de him Ermenîyan, him jî dîplomat û mîsyonerên bîyanî, her tim Kurd wek taluke nîşan didan. Dema ji hikumeta Osmanî daxwazî dikirin jî, digotin Kurdan bi awakî têxin bin zaptûreptê û ew hedef nîşan didan. Reformên ku bi israr ji bo herêmê dihatin pêşkêşkirin ê Kurd qels bixistana, hebûna xayrê-mislîm û bîyanîyan xurt bikirana, di encamê de yên ku herî zêde wenda dikirin Kurd bûn.

Xanedanên Kurdan, di nîvê yekem a sedsalê de, rastî êrîşên mezin hatin, şeran serî hilda. Ku pergala mîritîyan wenda bû, otorîteyên wan hatin şikandin, têkilîyên civakê qut bûn, dabeşî eşîretên perçe perçeyî bûn. Ewleyî û aramî xira bû, bûyerên krîmînal û anarşîyê zêde bûn, ewlehîya can û mal ket bin xeterîyê.

Li hemberî vê, her ku diçû xayrê mislîm bilind dibûn, refaha wan zêde dibû, jîyana li ser esasên ola xwe, derfetên perwerdekirina bi zimanê xwe û li gorî fermanên ola xwe her ku diçû belav dibûn. Bi saya hevkarîya bi dewletên bîyanî re bazirganîya wan xurt dibû, rewşa wan a aborîyê pêşketinên mezin nîşan dida, dewlemendtir dibûn. Di navbera dewleta Osmanî û bîyanîyan de diçûn dihatin û wek tebeqeyeke îmtîyazdar derdiketine holê. Ev îmtîyazdarîya wan, di burokrasîya dewletê de jî îtibara wan bilind dikir. Reformên Osmanîyan, peymana Berlînê, mafên ku bi hin peymanan qezenc kiribûn, statuya xayrê mislîman bilind dikir û bandoreke neyênî li Kurdan dikir.

Loma jî Kurdan xayrê mislim, bi taybet jî Ermenî û tevgerên wan ên neteweperwer yên ku dixwast xaka Kurdan a wek heta Dîyarbekirê jî di nav de, Kafkasya, Behra Reş û Behra Spî bikine yek, xeyala projeya Ermenistana mezin rast vegerînin, bi kurtî Ermenîyên cudaxwaz ji xwe re wek tehdîd didîtin. Ji ber vê, li hemberî Rûs, Îngiliz û Fransîyên ku destek didane Ermenîyan jî helwest nîşan didan.

Di nav mercên wisa de, projeya Alayên Hemîdîye, bi berjewendîyên eşîretên Kurdan re û bi gelemperî bi berjewendîyên civaka Kurd re lihevhatî bû. Kurdan, pergala Alayên Hemîdîye wek xweparastin û bidestxistina statuyeka xurt li hemberî derûdorên ku ji xwe re tehdîd didîtin nirxandine. Ji ber vê, tenê ne Abdulhemîdî, Kurdan jî dixwest Alayên Hemîdîye bên avakirin û bi coş tevlî wan dibin. Mesele, ne mîna ku hinek Kurd îdia dikin, tenê sazîbûneke yek alî ye a ku ji Abdulhemîd û Osmanîyan re xizmetê dike, nayê wateya ku Kurd ji hinekên din re xizmetê dikin. Kurd ji bo xwe Hemîdîyeyan dixwazin. Proje, xuya ye ku, him ji bo berjewendîyên hikumeta Stenbolê, him jî ji bo yên Kurdan, sazîbûneke lihevhatî ye.

 

HEMÎDÎYE Û DI DÎROKÊ DE TÊKILÎYÊN KURD Û ERMENÎYAN

 

Dema ku em li neyênîyên encama damezrandina Hemîdîyeyan ên li ser civakê dinêrin, em dikarin bibêjin ku, ew ne wêdetir e ji nakokî û têkilhevîyên di navbera eşîretan ên ji civakên kevneşopî hatî. Dema hin pevçûn, êrîşên ser gundan, yên li ser erdên lihevnekirî bûne, pêwendîyên navbera du eşîretên Kurdan de çi be, yên di navbera eşîreteka Kurd û ya Ermenîyan de jî, di wê astê de bûye. Lê dema tevgerên Ermenîyan yên neteweperwer derketin, ne tenê hikumeta Stenbolê û Hemîdîye, civaka Kurdan jî bi guman li wan nêrîye, tedbîrkar tevgerîyaye û tundî nîşan daye, ketine nav helwesteke çalak.

A rast, di heyama Hemîdîyeyan de, helwesta civaka Kurd a dervayê Hemîdîyeyan; herwekî ya eşrafên bajaran yên ku ji Ermenîyan tedîrgîn û bi guman bûn, li hemberî Ermenîyan bi taybetî jî li hemberî neteweperwerên Ermenîyan, hevkarîya wan ligel hikumetê, ji a hêzên nav Hemîdîyeyan zêdetir e.

Têgihîştineka vê ya sosyolojîk heye. Yek ew burjuvazî û eşraf e ku şerê bazarê dike, yê din jî civaka eşîretan e, ya ku tenê guzergeha koçerîyê ji xwe re welat hesibandîye. Li nav eşîran rêaksîyonên neteweperwerîyê ewqas ne zêde ne. Ji ber vê, di heyama berî Meşrutîyetê û Şerê Cîhanê yê Yekê de, em ne di Abdulhemîd de, ne jî di eşîretên Hemîdîyeyan de, polîtîkayên wek komkujuya 1915 an nabînin. Di bûyerên Sasonê de, her çiqas rola hikumetê mezin be jî, rola ku Hemîdîyeyan lîstîye, ji ya taburên redîf yên ku di demên seferberîyê de diçin xizmeta mecbûrî zêdetir nîne. Em bibêjin Osmanî, wek Sasonê, ku li derekê bêîtiatî û serhildanek dibe, çawa bangî artêşa nîzamî û taburên redîf kirîye wisa banga Hemîdîyeyan jî kirîye. Rola di vê heyamê de a Hemîdîyeyan, ji a taburên redîf cudatir nîne, belkî ji ya wan jî bêhewestir e.

 

Meselaya Ermenîyan û têkilîyên Kurd û Ermenîyan, a rast, rasterast ne bi Hemîdîyeyan ve eleqedar e, divê di têkilîyên dîrokî yên di navbera Kurd û Ermenîyan de lê bê gerîyan. Tê xuyakirin ku, her du alîyan jî pirsgirêk negîhandine encameke sihhî û mesele ji raborîyeke dîrokî a dewraneka dirêj tê.

Meselê, em dikarin bi kurtî wiha îzah bikin:

Di dîrokê de Ermenî û kurd du gel û civakên biçûk in ku Ermenî li bakur û bakurê rojhilatê gola Wanê, Kurd jî li başûr û başûr rojhilatê gola Wanê jîyane. Her du gel jî, berî îslamîyetê û xirîstîyanîyê bi Sasanîyan ve giredayî ne, civakên ji heman olê tên; yên Zerduştî ne. Dûv re bi derketina xirîstîyanîyê, Ermenîyan gelek zû xirîstîyanî qebûl kirîye. Loma bûne vasal û begên Romayê û Împaratorîya Bîzansî, bi parastin û hêzdayîna împaratorîyê, Ermenîyan heta derên ku tê gotin Klîkya berfireh bûn, bûn xwedan xak, heta Stenbolê, hin herêmên rojavayê Anatolyayê belav bûn, her ku çû ber bi civakeke ku rê li qralîyên Ermenîyan vekir ve çûn.

Dema îslamîyet derket, ji ber ku Kurdan îslamîyet gelek zû qebûl kirîye, çawa xirîstîyanîyê rê li ber Ermenîyan vekirîye û derfetên berfirehbûn û bidestxistinên xakên fireh daye wan, îslamîyetê jî derfetên berfirehbûnê daye Kurdan, ji başûr û rojhilatê Wanê heta çîyayên Zagrosan, li bakur heta Kafkasyayê, li rojava heta Sêwasê û Behra Spî berfireh bûne. Bi taybetî dema em heyama Selahaddînê Eyûbî bifikirin, di gotina “ku çawa îslamîyetê ji Selçukîyan re, ji Tirkên ku piştî wan hatî re derfeta bicihbûna li Anadoluyê heta rojavayê Firatê pêk anî, ji Kurdan re jî derfeta bicihbûna heta rojhilatê Firatê anî” de, rastîyek tê dîtin.

Kurd, bi saya Îslamîyetê û [Rewadî, Şeddadî û Merwanîyan, bi taybetî jî] Împaratorîya Eyûbîyan, heta Qers, Agirî, Erîvan û Trabzonê belav bûn. Hevkarîya Kurd û Tirkan a di heyama Osmanîyan de, him Kurd him jî Tirk li qadên hîn berfireh da bicihkirin. Teva vê jî, Ermenîyan heta navçe û gundên Dîyarbekirê, Mereş, Entab (Dîlok), Klîkyayê û Edeneyê belavbûna xwe parastine. Bi vî awayî, li ser xakên ku her du civak jî lê ne, di nav hev de, wek du şehên ku bi diranên wan derbasî nav hev bûne, Kurd û Ermen di nav hev de mane, yanî di nav wan de sînorekî demografîk yê ku teqes wan ji hev veqetîne tinebuye.

Ev buyina wan a di nav hev de, her tim rê li nakokî û pevçûnan vekirîye. Mînak, dema mîritîyên Kurdan ji holê dihatin rakirin, Patrîkîya Ermenîyan a li Stenbolê belavokek weşandîye û xwestîye ku, Ermenîyên li rojhilatê (Kurdistanê), di refên artêşa Osmanîyan de ji bo jiholêrakirina mîritîyên Kurdan tevbigerin. Ermenî difikirîn ku, bi jiholêrakirina mîritîyên Kurdan, ew ê xwe bigihînin mercên rehet û mercên jîyaneke hîn baş û bi vê nîyetê di artêşa Osmanî de cih girtine.

Kengî ku îdealên Ermenîyan ên Ermenistana Mezin ên li rojava heta Klîkyayê, li başûr heta Dîyarbekirê, Botan derket holê, vê carê Kurdan li hemberî Ermenîyan di refên Osmanîyan de cih girtîye. Kurdan, daxwazên Ermenîyan ji bo xwe wek tehdîd dîtine. Loma jî her du gelan, bi taybet jî di sedsala nozdê û bîstê de, mercên jîyana bihevre, a di nav aşîtîyê de bidest nexistine.

Bi vê jî, xuya ye ku, Kurdan bi Hemîdîyeyan li hemberî Ermenîyan dest bi rewşeke nû nekirîye, ev berdewamîya rewşeke dîrokî a di nav her du gelan de ye. Heta di vî warî de, di xeterîyên li hemberî Ermenîyan de nîşaneyên berevajî hene. Hîn ku Hemîdîye nehatibûn sazkirin, serberedayîyên eşîretan hîn zêdetir bûn. Ji ber ku mîritîyên Kurdan yên ku asayiş û nîzam pêk dianîn ji holê rabûn û otorîta navendî (a Îstanbûlê) jî nikaribû eşîretan birêve bibe, di heyama berî Hemîdîyan de, hîn zêde Ermenî (gundîyên ku ne Ermenî bûn jî) rastî êrîşan dihatin, talan dibûn, mirov dihatin kuştin û hîn kêmtir hesab dihat jêpirsîn. Lê ku Alayên Hemîdîyeyan hatin avakirin, eşîretan ji bo ewlehî, nîzam û întîzama civakê hin berpirsyarî û wezîfeyên fermî girtin. Wan di bûyerên adî de li herêmê Ermenî jî di nav de ji bo hemû teb’ayan peywirên ewlehîya giştî girtine ser xwe. Sucên ku li hemberî Ermenîyan pêk dihatin ji bal çi kesên din, çi mensûbên alayan, dewlet hat wê qonaxê ku bi saya wan hêsatir hesab ji wan jî bipirse. Di hin belgeyên dadgehan û lêpirsînan yên wê heyamê de, ev rewş xuya ne. Yanê ji xeynî tehdîdbûna li hemberê Ermenîyên neteweperwer û cudaxwaz, a rast bi gelemperî heta cihekî ji bo Ermenîyan jî dewreke bi ewle û rihettir anîye.

Mesela, di sala 1894-95 an de, li Dîyarbekirê dema komkujîya Ermenîyan qewimî, yên ku komkujî kirin, ne Alayên Hemîdîye yên ku bi fermandarê Alaya Hemîdîyeyan Îbrahîm Paşa ve girêdayî bûn, lê beşek ji eşrafên Dîyarbekirê bûn. Heta eşrafên ku li hemberî Hemîdîyeyan derdiketin, di wê komkujîyê de serî kişandibûn. Dîsa, di hin belgeyên Îngilizan de cih digre ku, wê demê Îbrahîm Paşa Ermenî parastine, heta 10 hezar Ermenî xelas kirine. Hemîdîyeyan, a rast di gellek tiştan de, li ser Ermenîyan dîsa roleke erênî lîstîye.

Dema ev hemû tên nirxandin, damezrandina Hemîdîyeyan, bi aybetî him ji bo Kurdan, him jî ji bo heyama wê demê a Osmanîyan, dikare wek teşebuseke erênî bê dîtin.

Tabî ev nayê wateya ku Hemîdîye purr û pak û saf û bi her awayî erênî bûn. Dema Hemîdîyeyan statu û erk bidest xistine, ji bo xwe li îmtîyaz û awantajan gerîyane, ji bo hîn zêde mal û milk û prestîjan bidest bixin, bi meqamên herêmî û yên navendî re karên ne helal û derzagonî kirine, bertîl dane. Hewldanên bi vî rengî tenê ne taybetîya Hemîdîyeyan e, li hemû meqamên bi hêz yên nû yên dewletê û di nav civakê de ew tişt hene. Di her heyama dîrokê de, her tim hewl bûne ku her ku hêz bidest dikeve, hêza xwe bikartîne û ji derfetên dewletê zêdetir sûd werdigre.

 

NÊZIKBÛNA LI XAYRÎ MISLÎMAN A ÎSLAMÎ Û NETEWEPERESTÎ

 

Projeya Alayên Hemîdîye, ji alîyê pirr kesan ve, him li hemberî Ermenîyan, him jî li hemberî tevgera Îttihad û Terakîyan a hemdembûnê û zêdetir li hemberî hemdemîbûnê tevgereke panîslamîst tê nirxandin. Loma di derbarê van tiştan de ên ku ewqas jî ne rast in, ez dixwazim hin tesbîtên xwe bi we re parve bikim.

Di demên dawîyê de (dema ev konferans dihat dayin), di derheqê Ermenî û Cihûyan de, bi taybet jî Cihûyên dagerîyayî (crypto Jews) de min du tesbît dîtin. A yekem ji nav belgeyên navdar yên Wikileaksê derket, bûyereke di derhêqê Xrant Dînk de ye… Di hevdîtinekê de bi Balyozxaneya Amerîkayê a li Stenbolê re balyoz jê dipirse: “Bi AKP-ê re ti pirsgirêkên we tinene?” Xrant Dînk tesbîteke gellekî balkêş dike, dibêje “a rast di dîrokê de, bi oldar û tevgerên Îslamî re ti cara pirsgirêkeke me a cidî çênebûye. Pirsgirêka me a esas, bi tevgera neteweperestên Tirk re ye. Îttihad û Terakî û Kemalîzm, di vê wateyê de, ji bo me her tim zêdetir bûne xeter û tehdîd.”

Tesbîta duyê; Di rojnameya Radîkalê de Ezgî Başaranê, bi akademîsyenekî ku di mijarê de pispor e re, li ser Cihûyên dagerîyayî û Sabetayîstan hevpeyvînek kiribû. Li gor pispor, di dîrokê de pirsgirêkên oldar û beşên Îslamî bi Cihûyan re, an jî a Cihûyan bi wan re çênebûye. Zêdetir neteweperestîya Tirk; Îttihad û Terakîtîyê an jî Kemalîzmê, projeya netewe dewletê li pêş Cihû û Dagerîyayîyan astengên mezin derxistine. Tevî ku ew bûne misilman, navên tirk û misilmanan li xwe kirine, hetta tirkîtî kirine jî ew xelas nebûne.

Tesbît wisa ne. Ku ez li dîrokê dinêrim, heman helwestê, ez jî li hemberî Kurdan dibînim. Ji hezar salan, ji hatina Tirkan a Anatolyayê, ji Alparslan, ji Selçukîyan, ji Selahaddînê Eyûbî, ji Îdrîsê Bîtlîsî heta roja îro, yên ku pirsgirêka Kurd û Tirkan derxistîye, yên ku mesele anîne vê qonaxê, ji oldarîyê û ji Îslamîyetê wêdetir, neteweperestî û modernîte ye, modernîzma Jakoben e.

Yanê her ew tesbîta Dînk û ya Ezgî Başaranê, di Kurdan de jî heye. Kurdan, ev du sedsal in ku, di bin navê “ıslahatê” de, ji rûyê merkezîyeta jakoben û modernîzmê zirarên pirr mezin dîtin, wendahîyên pirr mezin dan, ji alîyê civakî ve tarûmar bûn, ketine heyameke ber bi paşveçûnê a ku bi sedsalan bê pîvan. Tenê îstîsnayeke vê heye, heyama ku bi avakirina Alayên Hemîdîye a Sultan Abdulhemîd destpêkirîye, tenê ew heyam a nêzikbûnê ye. Ew pêvajoyeke berevajî ye, a rast ne sentralîzasyon e, desentralîzasyon e. Statu ne xistin e, bilindkirin e. Bihevrebûn û hevkarî ye.

 

Tarik Çelenk: Ez dixwazim vê bipirsim. Konsepta Alayêm Hemîdîyeyan ji kuderê hatîye girtin, kê ev da Sultan Abdulhemîd? Li serê Alayên Hemîdîye paşayên Tirk hene. Paşayên Herbîyeya Osmanî hene. Gelo ev ne nakokîyek e? Eşîretên Kurdistana Başûr jî tevlî Alayan dibûn?

 

Murad Alî Ciwan:

Alayên siwarî yên Rûs-Qazax wek mînak tên nîşandan. Di heyama Sultan Abdulhemîd de, bi navê Muşîr Şakir Paşa fermandarek heye, yê ku wezîfa wî ya herî dawîn mufetîşîya giştî a Islahatê a Anatolyayê ye. Wî wextekê li Rusyayê balyozîya dewleta Osmanî kar kirîye. Tê gotin ku, dema Şakir Paşa li Rusyayê balyoz bûye, artêşa Qazaxan ji nêz ve naskirîye. Hatîye, her ew tişt pêşnîyarê Abdulhemîd kirîye. Abdulhemîd jî ew fikr lêhatî dît û ji wir li gorî armancên xwe projeyeke nû derxist holê.

Di destpêka sedsala 19-ê de, Rusyayê dixwest ew dakeve Kafkasyayê û bi vê nîyetê bi Îran û Osmanîyan re kete şerê xakbidestxistinê û artêşên xwe yên Qazax li vir bikaranî. Dema eşîretên nîvkoçer yên Kurd naskirin ku di nav sînorên Kafkasyayê, Îranê û Osmanî de diman, wan xwest ku wek artêşên Qazax ji wan jî sûdê werbigrin. Di heman heyamê de, Îranê û Osmanîyan jî, him ji bo nakokîyên di navbera hevdu de, him jî li hemberî Rusyayê, a ku li Kafkasyayê dibû hêzeke nû, Kurdan di van şeran de bikarbînin, ji wan yekîneyên siwarî avakirin. Çimkî ev alayên wêrek yên siwarî, him li gorî mercên eşîretên xwe yên koçer karibûn tevbigerin, hem jî wek hêzên mobîlîze karibûn kartêkirîyên mezin nîşan bidin. Belgeyên wê heyamê dinivîsin ku, li hemberî yekîneyên siwarî yên eşîretên Kurd, yên ku karibûn derkevin, tenê alayên Rûs ên Qazax bûne. Civakên niştecîh yên herêmê û artêşên birêkûpêk (nîzamî), li hemberê êrîş û talankirina jinişkave a yekîneyên siwarî, her tim di nav tirs û xofê de bûn.

Ancax, yekîneyên siwarî yên di vê heyamê de ê demkî (muweqet) bûn, li ser guzergeha rêyên koçerîyê a eşîretên xwe dibizivîn. Her wiha wek Hemîdîyeyan, bi zagon û rêziknameyan nehatibûn veguherandin sazîyeke hevdem. Alayên Hemîdîye, projeyeke pêşvebirî a dewletê a pirralî bû. Li hemberî fikra Hemîdîye, rêvebirên Osmanî yên îdarî, milkî û leşkerî, paşa û wezîrên ku modernîte û navendîtî (merkezîyet) diparastin derketine. Du paşayên rutbe bilind yên ku li hember derneketine û berevajî wê her tim hebûna wan parastîye û xwestîye ku bi pêş ve bibin hene; Şakir Paşa û Zekî Paşa.

Abdulhemîd bawerî bi van anîye û bi israr proje domandîye. Hin kes jî dibêjin ku, Zekî Paşa zavayê Abdulhemîd bû. Ji ber vê, guh nedaye gotinên ti kesê. Ku wî çi dixwast ew dikir. Parastina Alayên Hemîdîye wisa ne hêsan bûye. Yên Hemîdîye parastinê hejmara wan kêm bûye. Lê ji ber ku Abdulhemîd li pişt Hemîdîyeyan bûye, heta heyamekê dane dewamkirin.

Hetanî Îttihad û Terakîyê di sala 1909 an de desthilatdarî bidestxist û Abdulhemîd ji ser text xist… Ku Abdulhemîd ji text hate xistin, îdî ew fermandarên Tirk ên nîzamî yên ku me qal kir, anîn serê Hemîdîyeyan. Di destpêkê de him fermandar û cîgirê fermandar, him jî katibê alayan ji eşîretên Kurdan bûn. Ancax Îttihad û Terakîstan, zêdetir şeklê Hemîdîyeyan guherandine. Ligel hin guhertinên din, biryar dane ku fermandarê yekem û katibê yekem ji artêşa nîzamî bin. Berê efserên nîzamî, tenê di heyamên perwerdehîyê de, ji bo ku mensûbên alayan perwerde bikin peywir girtine.

 

(Guhdarek ?): Ez dixwazim pêşîyê spasîya we bikim. Pirr bikêrhatî bû. Ji bo entegrasyona beşên Kurd yên li herêmê a bi Osmanî ve, me girîngîya Hemîdîyan carake din dîyar kir. Ez îfade bikim ku min ev wek pirsekê pirsî. A yekem, we got ku di wê heyamê de Îttihad û Terakkî, dema em difikirin pêvajoya ku hêdî hêdî ber bi îslamîyetê ve diçû, li herêmê aktorên olî, bi îfadeyeke hîn rast, nêrîneke tevhîdan a girîng hebû gelo? Ku heye bi awakî meqbûl bû? Ez dixwazim vê pirsbikim, Tê bîra min ku, hin dîrokzan mijarên mezhebî li herêmê dispêrine hîn dîrokeke kevn. Eceba mijarên mezhebî ji Yavuz Sultan Selîm vir ve derketine, an na di pêvajoya hîn paşda derketine?

 

Murad Alî Ciwan: Heyama ku hûn dibêjin îslamî bû, rastî dema piştî veqetîyana Bosnayê, Balkanan û beşên xayrê mislîm yên herêmên din yên Ewrupayê tê. Ku xayrê mislîm veqetîyan şûnda, bi pirranî Kurd û Erebên di nav sînorên Împaratorîya Osmanî de ligel Tirkan mane. Tabî em, Rumên Trakyayê û Anatolyayê, Xirîstîyanên rojhilat, Ermenîyan, Asurî û Suryanîyan, Keldanî û Cihûyan jibîr nekin û vê tesbîta xwe bikin. Lê veqetîyana mezin a li Ewrupayê, unsurên misilman dike unsureke eslî a Împaratorîyê. Çimkî xayrê mislîmên ku dest bi tevgerên neteweperest kiribûn, bi desteka dewletên bîyanî hewl didan ku ji Osmanîyan hin reforman bidestbixin, li ber çavên rêvebirîyê ketibûn rewşa ku bi wan nayê bawerkirin. Ji ber vê îslamîtî, dibû îdeolojîya fermî a împaratorîyê. Loma ew sîyaseteke giştî ye. Bi hebûna nifûzeke mezin a Ermenî, Rum û gayrî mislîmên din, di nav împaratorîyê de îslamîyeteke ku xayrê mislîman jî digre ber çavan a “xweşbînî”heye, hîn di giranîyê de Osmanîtî hebû.

Lê dema em li sîyaseta Îttihad û Terakkîyê dinêrin, hîn ku nehatibûn desthilatdarîyê, him bi Ermenî û Kurdan re, him jî bi civakên din re di nav hevkarîyê de bûn; di kongre û çalakîyên rêxistinên xwe de, di weşanên xwe de bi wan re hevkarî dikirin. Lê, ku bûne desthilatdar pê ve, bi temamî Kurdan, Ereban û Ermenîyan, dev ji Îttihad û Terakkîyê berdan. Çimkî sîyaseta Îttihad û Terakkîyê guherî. Li şûna reformîzmeka ku hemû daxwazên gelan bigre ber çavan, serbestîyeke modern û meşruîyetvan, sîyaseteke despotîk a Tirkîtîya radîkal pejirand. Ketin nav helwesteke li dijî Kurd, Ereb û Ermenîyan a vederkirinê. Ev sîyaseta, Îttihad û Terakîyê di Şerê Cîhanê yê Yekê de heta komkujîya Ermenîyan diçe. Ereb û Kurd, li hemberî sîyaseta ku Îttihad û Terrakîyê meşandîye, xeyalşikestineke mezin dijîn. Dest bi hevkarîya ligel partîyên din yên muxalîf yên Osmanîyan dikin. Tirkên sunî têgeheke (lê sunîtî jî li gorî konseptekê hatıye avakirin, buye têgeheke ku Kurdên sunî û Tirkên sunî yên normal jî nerehet dike) laîktî, lê laîktîyeke ne demokratîk dişikilînin. Ev, xwe dispêre avasazîyeka homojen û sîyaseteke ku tê xwestin netewe dewletekê avabike. Sîyaseta netewe dewletê ne ji avakirina Komara Tirkîyê pê ve, hê di heyama Îttihad û Terakkîyê de peyda bû. Sîyaseta netewe dewletê û netewetîyê a ku di Komara Tirkîyê de tê şopandin, berdewamîya sîyaseta Îttihad û Terakkîyê a mercên piştî şer e.

Mesela, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, Rûsyaya Çarîtîyê li ba Fransayê û Îngiltereyê kete şer û êrîşî xaka Osmanî kir, heta Bedlîsê hat. Di nav sînorên Osmanî de, dema ku Ermenîyan bi Rusyayê re hevkarî kir û êrîşî gund û bajarokên Kurd û misilmanên din kir, koçberîyeke Kurdan a mezin ber bi başûr; Dîyarbekirê û Rihayê ve destpêkir. Rêvebirîya Îttihad û Terakkîyê, xeber şande Dîyarbekirê û Rihayê û ferman da ku, divê nifûsa civakên ne Tirk, li tu derê qet ji %5-ê nifûsa rûniştîyan derbas neke û Kurdên koçber yên ku ji deverên dagirkirî hatine wan deran, li Dîyarbekirê û Rihayê neyên bicihkirin, ew bên şandin deverên ku nifûsa Kurdan di bin ji %5 an de ye.

Heman sîyaset, piştî serîhildana Şêx Seîd, di heyama Taqrîrê Sikûnê de, di dema valakirina Dêrsimê de û li derên din, ji alîyê hikumetên Komara Tirkîyê ve hate meşandin.

 

SAÎD NURSÎ HEMÎDÎYE ERÊNÎ DÎTIN

Di xebatên xwe de di derbarê Hemîdîye de ez rastî tesbîtên balkêş hatim. Mesela Saîdê Nursî (Saîdê Kurdî) ji ber ku hin zilman dike, diçe ba Mustafa Paşayê Mîran ê ku yek ji paşayên Hemîdîyeyan ê li herêma Cizîrê ye, hin nesîhetan li wî dike, wek alimekî ku kare bêje “van meke” jî, bi awakî balkêş li hemberî Hemêdîyeyan nêzikbûneke erênî nîşan daye û Hemîdîye bi navê “Kuwayê Kurdîye” bi nav kirîye. Hema hema hemû dîrokzan û şexsîyet, li hemberî Hemîdîyeyan di nav helwesteke neyînî de bûne, lê Saîdê Nursî, her tim wesfeke erênî daye Hemîdîyeyan. Pişt re jî, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, Saîd Nursî, di serê Alayên Eşîretan de, ku ji hin alîyan ve dewama Alayên Hemîdîye bûn, li hemberî Rûsan çûye şer. Wek min berê jî dîyar kir, Alayên Eşîretan her çendîn ji hin alîyan ve wek dewamîya Hemîdîyeyan bin jî, di esasê xwe de organîzasyoneke guhertî ya heyama Îttihad û Terakkîyan e. Di encama sîyaseta Îttihad û Terakkîyê de Alayan statuya xwe a berê wenda kirîye û wek taburên redîf çûne şer, roleke wan a ji wan zêdetir nebûye.

 

LI SER EŞÎRET Û HEMÎDÎYEYAN NÊRÎNEKE KOLONYALÎST Û ORYANTALÎST

 

(Guhdarek?): We got dewamîya Hemîdîyeyan e, li ser vê, li ser gotina we a dewamîya Hemîdîyan e, gelo avakirina Teşkîlatê Maxsûsa jî, ji Hemîdîyan feyz girtîye an jî piçek be jî mirov kare berdewamîya wan bihesibîne?

 

Murad Ali Ciwan:

Na, Teşkîlatê Maxsûsa zêdetir rêxistineke îstixbaratî ye. Wek rêxistinên modern yên îstixbaratên îro, an jî wek tevgereke kontr-gerîla, bûyerek e di heyama şer de, împaratorîyeke mezin a ku xwestîye li hemberî dijminê hundir û derve, li paş enîyê operasyonan bike. Hemîdîye, hîn zêdetir li ser bingeha civakê ye, tenê ne bûyereke leşkerî ye. Di nav vî karî de eşîretên koçer hene.

A rast, lazim e hinekî jî mesele ji wir bê destgirtin. Em dibêjin ya, bi navê “oryantalîzm”ê tiştek heye. Oryantalîstan Rojhilat û civakên misilman wek beşên kevneperest, nezan, hov, talanker dîtine yên ku pêwist e ji wan re şaristanî bê birin. Heta hûn zanin, nêrînên hîn radîkal yên kolonyalîst hene: Ew eşîretên reşik (çermreş) yên li Afrîkayê, çermsorên li Amerîkayê civakên dûrî şaristanîyê, hov û kevnare, xwe jî wek kesên ku şaristanîyê dibine wan deran, mirovên hemdem pêşkêş dikin. Di nêrînên ku heta roja me hatine de, nêzikbûneke bi vî rengî heye di nirxandina Hemîdîyeyan de. Nirxandineke wiha oryantalîst, heta kolonyalîst û nijadperest heye li ser eşîretên Kurdan.

Lê pêwist e mesele dûrî fikar û pêşînhukmîyan, li ser esasê civakî bê nirxandin. Ger eşîretek koçer be, kerîyên pezên wan hebin, debara xwe bi ajeldarîyê dikin, welatê wan ji alîyêkî zozan in, çîyayên ku havînê hênik ên xwedan mêrgên zêde ne. Ji alîyê din jî zivistanê ku berf û serma destpêdike û mêrg diqedin berê xwe didin germîyan û çol û berrîyên deştên dûz . Ji ber vê, eşîretên koçer, em bibêjin, havînê li çîyayên Zagrosa ne, ji Colemêrgê heta Qersê an jî li rojava heta Sêwasê zozanên bilind ên bimêrg û hênik in. Zivistanan jî li rojhilat derûdora Helebê, Reqqayê, çolên Musilê, li rojava deşt û bejayîyên Konya û Enqere ji xwe re dikin wargeh. Ev qad, ji bo eşîretên koçer qadên aborî û civakî ne. Hemû derdên mensubên eşîran ew e van havîngeh û zivistangehan ji bo xwedîkirina pezên xwe, ji bo jîyana xwe wek wargeh misoger bikin, rê û guzergehên koçerîyê vekirî bihêlin.

Li hemberî van, helbet gundên niştecîh jî hene. Ew jî çandinîyê dikin. Hebûna wan jî têgeheke civakî ye. Ew jî hewl didin ku, zevîyên xwe, qadên çandinîyê, baxçeyên zebze û fêkîyên xwe, li hemberî kerîyên pezên eşîretên koçer yên ku tên û diçin biparêzin. Berberîyên ku her du komên civakî tînin hemberê hev hene. Lazim e herdu jî wek têgehên civakî bên dîtin û berberîyên wan bên nirxandin.

Lê, dîtineka ku alîyekî medenî, biexlaq û hemdem û yê din jî hov, talankar û diz dibîne jî heye. A ewil, herdu alîyan jî civakî dibîne, mercên wan, berjewendîyên wan tîne ba hev û dinirxîne. Li gorî wî, alîyek ji alîyê din paqijtir an qirêjtir nîne. Alîyek ku firsendê dibîne kare zirarê bide yê din, yê din jî ku firsendê bibîne kare zirarê bide alîyê din.
 

Ji xwe di têgeha Ermenîtî, Kurdîtî û Tirkîtîyê de jî di vê wateyê de têgehihîştinek divê hebe: Ne Kurd civakeke wisa paqij, pirûpak, alîcenab in, ne jî Ermenî saf, ji bo mafên neteweya xwe ên bilind têdikoşin, civakeke ku qet xirabîya wan tine ye, ne wisa ye. Ti ferqa Ermenî, Kurd û Tirk tineye. Ku firsend xistîye dest, wî jî qirkirîye, kuştîye, birîye, yê din jî. Wî jî malê yê din xwarîye, yê din jî malê wî xwarîye. Dewlet û hêzên mezin jî, ji xwe, ew ji bo berjewendîyên xwe li hemberî hev bikaranîne û ji sîyaseta xwe re kirine navgîn. Her du alî li hemberî hev bikaranîne û ew bera hev dane. Dûv re jî di oxira van berjewendîyan de yekî ya terk kirîye çûye, an jî mehfbûye çûye. Ev dîrokên trajîk yên ku em dijîn bi vî awayî derketine holê. Hemû civak û gel wek hev in, yek ji yê din ne bilindtir, ne jî nizmtir e.

 

(Guhdarek?): Murad Beg, niha teşkîlateke ku nêzika 18-19 sala dewam kirîye heye, hatîye biçekkirin û ji perwerdehîya çekdarîyê derbas bûye. Tê gotin ku, piştî Şerê Yekê yê Cîhanê hatîye rakirin lê, di nav vê pêvajoyê de bi awakî cidî eşîret têne biçekkirin, ji perwerdehîya çekdarîyê tên derbas kirin û li herêmê dibine hêzeke mezin, li herêmê têne rewşeke bi serê xwe wek dewletê, vê rê li hin pirsgirêkan venekirîye?

 

Murad Alî Ciwan:

 

Tabî nehatîye wê qonaxê, ger bihata, ê rê li ber pirsgirêkên ku serê Osmanîyan biêşîne vekira. Tam berevajê vê bûye, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, li Sarikamişê tasfîye bûne, ji %90ê artêşa ji 90 hezaran pêk dihat mirîye. Wek alayên eşîretan çûne, lê ne bi techîzat bûne, xwarin, lixwekirin û çekên wan tinebûne.

 

Tarik Çelenk: Alayên Hemîdîye di wê wextê de hebûn?

Murad Alî Ciwan:

Navê wan wê wextê Alayên Sivik yên Siwarî bûn (Hafif Süvari Alaylari). Û sazûbûna wan pirr hatibû guhertin. Em karin bibêjin ku hatibûn rewşa taburên redîf yên kevneşopîyê. Ji xwe mesele jî ew e. Yên ku di berf û zivistanê de telef bûn; cilûbergên wan, techîzatên wan tinebûn, qasî artêşeke birêkûpêk (nîzamî) ne amade bûn, hunera leşkerîyê qasî leşkeran nizanibûn, qerisîne. A rast, leşkerên nîzamî jî li Sarikamişê pirr ne amade bûn, telef bûn.

 

(Guhdarek?): Em karin ji bo alayên Hemîdîye bibêjin, fermana Islahatê a Kurdan e.

 

Murad Alî Ciwan:

Ji bo vê, pêwist e em li têkilîyên navbera Kurdan û Osmanîyan binêrin û li bersivekê bigerin.

Têkilîyên navbera Kurdan û Osmanîyan, di sala 1514 an de destpêkirîye. Berî ku Kurdistan tabi’a dewleta Osmanî bû, hin mîrîtîyên Kurdan hebûn. Şah Îsmaîlê ku li Îranê derket ser text, heta Mereşê, Meletîyê hat û erdên ku Kurd lê dijîyan xist destên xwe. Dema ku ew der digirtin jî, mîrên Kurdan ji wezîfê daxistin. Hin mîr kom kirin û şandin Tebrîzê. Li şûna mîrên Kurdan, ji navendê hin fermandarên xwe tayin kirin. Piştî demekê, mîrên Kurdan yên ku direvin û xwe rizgar dikin û mîratgirên wan tên ba hev, bangî Îdrîsî Bîdlîsî jî dikin û dibêjin ku, “Şah Îsmaîl welatê me girt, hin mîrên me birin li paytexta xwe avêtin zindanê, dîl girtin an jî xistin bin çavdêrîya xwe, azadîya me nema. Em dixwazin li dijî Şah Îsmaîl serî hildin û welatê xwe xelas bikin. Biçe bi sultanê Osmanî re hevdîtinê bike, ger piştgirîya me bike, em ê vî şerî qezenc bikin.”

Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîmê ku bi Îdrîsî Bîdlîsî re hevdîtinê dike, dibêje “bigre, ji te re qaxizeke spî, mîrên Kurdan kîjan mercan dixwazin min qebûl in, em hevkarîya hev bikin, ez mafê we yê mîrîtîyê, pergala we ya berê a kevneşopî qebûl dikim. Li hemberî Îranê em tev şer bikin.”

Şerekî wisa derketîye. Dema em li şerê wê heyamê dinêrin, ew ji bo Kurdan bi piştgirîya Osmanî şerekî rizgarbûnê ye. Yanî li ser vê, lihevkirinek di navbera Kurd û Osmanîyan de heye. Erk û statuyeke Kurdan a cuda hebûye. Di nav xwe de xweser bûne. Di çarçoveyeka ku ji bavê derbasa kur dibû, mafê wan yê milkîyetê û mîrasê destnedayî bû û bi pergaleke ku em karin bibêjin adem-î merkezî bûn, Kurd bûbûn tabi’ên Osmanîyan.

Di destpêka sedsala 19-ê de ku Osmanî ber bi navendîbûnê ve çûne, mîrîtîyên Kurdan ku em karin bibêjin bi sîstemeke adem-î merkezî bûn, tûşî midaxeleyan bûne. Kurd hatine xistin bin barê giran yên mercên girtina leşkerîyê, bacên nû. Li şûna wê, ger reform bihatana kirin, statuya Kurdan a adem-î merkezî bihata parastin, di wê çarçowê de islahat bihatana kirin, muhtemel e ku pevçûna Kurd û Tirkan heta îro nedihat. Kesên ku reform rêvedibirin, yên ku ji modernîteya jakoben a Fransî, ji mîlîtarîzma Alman feyz girtibûn û sîyaseta navendîbûnê dimeşandin, bi hemû civakên li perîferîyê re dest bi pevçûnan kirin. Tu diçî, midaxeleya pergala eşîretan a ku bi sedsalan e heye dikî. Mîrîtî heye, dema tu diçî ser, ew jî ê li dijî te serî hilde, çimkî dixwaze mîritîya xwe biparêze.

 

Îsmaîl Armagan: We got Kurdên Êzîdî û Durzî negirtine Alayên Hemîdîye. Davutoglu dibêje, “ku kî li derveyî welêt dijî, ji kîjan nîjadê dibe bila bibe ew diasporaya me ye.” Ez dixwazim çend xala bi hev ve girê bidim. We têkoşîna navbera Kurd û Tirk û Ermenîyan a sedsala 20. û şûnguherandina wan vegot. Di pêvajoya entegrasyona Yekitîya Ewrupayê de projeyên vegerîyana welêt hene. Hûn li Swêdê man, ez jî li Hamburgê beşdarî civîneke Êzîdîyan bûm. Ger em di çarçova konsepta vegerîyana welêt de vê meselê şîrove bikin, karin ji bo Êzidî û komên nijadên biçûk çi maf û konseptê pêşkêş bikin? Di dijmintîya li hemberî Alayên Hemîdîye de, payeke mafdar heye gelo?

 

Murad Alî Ciwan:

 

Hûn zanin, dema em li heyama berî reforman a Osmanî dinêrin, em dibînin ku xayrê mislîm li gorî zagonên Îslamî hatine rêvebirrin. Di vê çarçovê de statuyeke “zimmî” a xayrê mislîman heye. Wan nagirin leşkerîyê, li hemberî vê cîzyeya ku tê wateya baca xayrî mislîman, hin bacên din ji wan distînin. Mecbûrîyeta parastina teb’aya xayrê mislîman a dewleta Îslamî heye. Dema em di pergala ramana modern a îro de, li gorî nirxên gerdunî yên hemdem digrin destê xwe, em karin bibêijn ku teb’a xayrî mislîman li welatên Îslamî ên ku em dibêjin Dar’ul Îslam hîn di asta jêr de ne. Yanê ew ji hemû mafên misilmanan sûdê wernagrin.

Lê bi derketina nijadperestîyê, tê xwestin ku civakeke homojen bê afirandin, hemû civakên ku li gorî civaka homojen ne lihev in tê xwestin bên asîmile an jî îmhakirin. Wek welatekî Îslamî, sîyaseta meriv a îmhayê tine, meriv qebûl dike, dibêje “di nav sînorên min de misilman jî, xiristîyan jî, Kurd û Ermenî û Suryanî jî kare hebe.” Maf û berpirsyarîyên her civakê hene. Tu di vê çarçovê de wan diparêzî. Di vê çarçovê de di “zimmîtîyê” de li dijî xayrî mislîman neheqîyeke mîna teb’a sinifa duyê heye, lê di heyama Îttihad û Terakîyê de, di heyama Komarê de, tu bi projeyeke homojen a afirandina civakeke yek tîp, hemû kesên ku naşibine te diqedînî.

Li Tirkîyê hemû gayrî mislîm, bi awakî hatine qewitandin an tasfîye kirin. Nîjadperestî ji mercên Dar’ul Îslamê girantir zorê dide û îmha dike. Elewîtî nehatîye tasfîyekirin lê gêrî alîyekî kirine. Bi israr sîyaseta sunîkirrinê û tirkkirinê hatîye meşandin. Ji bo Kurdan jî wisa ye. Cihû dîsa wisa ne…hatîye gotin ku, hûn ê bi Tirkî bipeyivin, hûn ê biçine dibistanên Tirk. Bi daxwaza bacên pirr zêde dest dane ser milkên wan. Li welatekî wisa ku tu Kurd an Ermenî bî, ku tu ti tiştekî nekî jî, tenê ji ber ku tu Kurd an Ermenî yî, tu bi Kurdî an Ermenîkî dipeyivî, ji bo ku tu xirîstîyan î, tu dibî hedef. Projeyek heye, sîyaseteka ku herkesî bike Sunî û Tirk tê meşandin. Ger tu ne li gorî normên yên ku pergal danîne bî, ku tu tiştekî nekî û li quncikê xwe rûnê jî, tu dibî hedef. Ji bo hedefbûnê, ne hewce ye tu serî hildî an li dijî pergalê derkevî.

Heta wêdatirî wê heye, Kurd û Tirkên normal yên Sunî û oldar, Sunîyên derveyî pîvana îdeolojîyê hene; dema meriv bala xwe dide tevgera Saîdê Nursî, hin terîqetan, civakên Sunî, meriv dibîne ku desthilatdarên rejima Komarê çûne ser wan jî. Tenê neçûne ser Kurd, Elewî û Ermenîyan. Sunîyan dixwaze, lê ew Sunî jî ku ne li gorî rejîmê bin wan jî naxwaze. Dixwaze wan jî îla bişibîne sunitîya li gorî hişê xwe.

Dema em di vê çarçovê de binêrin, dîyarkirina neheqîya li dijî Ermenî an Êzidîyan, ji alîyê wan ve li derveyî welêt pirr normal e. Pêwist e em bi feraset pêşwazî bikin. Ji bo ku hinekên me di nav projeyên dewletê de cih girtine, hinekên me ji ber berjewendîyên xwe an ji ber tirsê bi dewletê re hevkarî kirine, bi vî an wî awayî, me çûye êrîşa gundên Suryanî an Êzîdîyan kirîye, me dest daye ser zevîyên wan, keçên wan revandine, ezîyet bi wan daye kişandin. Loma lazim e em wan fehm bikin. Di heyama Osmanîyan de sîyaseteke bi vî rengî tineye. Bi çavekî teb’a zimmî li wan tê nêreîn lê nayê gotin, “ez ê te bikujim, te qirbikim.”

Heta di heyama Osmanîyan de, li hemberî yên ku serî hildidan jî nêzikbûneke cuda heye. Di heyama mîrîtîyan de, dema serhildanên Kurdan ditemirîne, rêberên serhildanê ji qetlîamê derbas nake, hatinîyekê dide malbat û maîyetê û sirgunî bajarekî dike, li Stenbolê bi cih dike, an jî wek rêvebir dişîne Gîrît an Varnayê. Qetlîaman nake, 40-50 mirovan li ser hev îdam nake. Sîyaseta îmhakirinê û afirandina civakeke homojen tune.

Sîyaseta îmhakirinê, zêdetir bi nijadperestîyê û modernîzma jakoben derketîye holê. Li ser vê em karin modernîzma jakoben û nijadperestîya ku anîye, wek jirêderketineke dîrokî binirxînin. Têgeheke ku wek trên ji rayê derkeve û wergere, ev derketineke derveyî pêşketinên dîroka normal a civakan e. Ku ew were derbaskirin, trên ê di rê keve. Civak ê li kêleka hev di çarçoveya entegrasyoneke nû de, dîrokên xwe bidomînin.

Kesên ku di nav tevgera modernîteyê de cih digrin, dibe ku mirovên pirr biexlaq û binirx bin, lê modernîteyê bi xwe em karin wek “bêexlaqîyeke dîrokî” binirxînin. Tu bihuşta xwe vaad dikî, dibêjî ez ê civakekê biafirînim, ê Tirk be, homojen be, modern be. Tu plan dikî ku li gorî mercên cîhana hemdem civakek be. Ji bo ku tu xwe bigihînî vê bihuşta xwe ya xeyalî (ku di serî de tu garantîya wê tuneye ku ê biserkeve ê bibe cennet), Dêrsimîyan qetl dikî, yên din sirgun dikî, hinekan lêdidî, misilmanan davêjî hepsê. Mîna mînaka Stalîn, eşqîyayek û nivînên wî heye. Eşqîya hin mirovan tîne datîne ser qaryolayê, ger bejna wan kin bû, bi lingan digirt, kaş dikir û dirêj dikir, ji bo ku bîne drêjîya qaryolayê. Ku ling dirêjbûna jî, îcar jêdikir, dîsa ji bo ku bê dirêjîya qaryolayê. Mîna wê, roja îro tu pîvanên modernîzma jakoben datînî holê, bihûştê vaad dikî. Ku kî ne li gorî wê bihûştê be an tu lingê wan jêdikî an jî dirêj dikî. Dema wisa be, xayrî exlaqîyet peyda dibe. Gelo kî vê erkê dide te? Civakeke xeyalî, vîzyonek, bihûşteke vaadkirî, ne dîyar e ku pêk bê an na. Ji bo wê anîna her cure bobelatê serê mirovan tu ji xwe re wek maf dibînî. Tu qurbanîyên xwe jî, neheq û gubehkar damxe dikî.

Li Tirkîyê ev bihûşta modern pêk nehat. 80-90 salan qirkirin, komkujî, fişar çêbûn. Lê Kurd asîmile nebûn. Çerkezan hebûna xwe parast. Cihû man, Elewîyan bi berxwedanê hebûna xwe parast. Misilmanan, di misilmantîya ku zanîbûn de israr kir, bi ezm liberxweda. Ev e Nurcî heye, Naqşî heye, heye û heye, herkes ku çawa zane dixwaze wisa bijî. Gelo êşkence, ezîyet û qetlîamên van 90 salan çawa bûn? Gellek dîplomat fermandar, birokrat û sîyasetmedarên ku perwerde bûnê, cîhan dîtine hene, van serê vî karî kişandine. Mirovên pirr biexlaq û hemdem in… Bi subjektîfî dibe ku ew kes mirovên baş bin, lê pergal bi xwe bi îdeolojîya xwe xayrî exlaqî ye. Tu çawa dikarî wê erkê di xwe de bibînî? Ji bo civakeke xeyalî ewqas bobelatan diafirînî. Ev tiştek e ku lazim e bê redkirin.

Dema ew tê redkirin, ku tê gotin vegerîyana paşde; yanê bûyerên ku we behs kir, ê yekbûnekê, aramîyekê bîne. Yanê dema zor û zehmetî, înkar û mercên pirr giran radibin, mirov hîn bi hêsanî bi hev re dikevine nav dîyalogê, ê yekbin û hevdu hembêz bikin û bi hev ve entegre bin. Em mînakên vê hêdî hêdî dibînin. Dema mafên Kurdan tê qebûlkirin û rêz li mafên wan tê girtin, mirovên ku herî dûrî dewletê ketine jî nêzik dibin, dûr nakevin. Dema TRT Şeş vebû, pirranîya Kurdan berê xwe dan vî alî.

Bi vê jî nasekine, Kurdên li Surîyê jî rûyê xwe bi vî alî ve dikin. Kurdên Iraqê jî dinêrin; 90 salan gotin Kurd tine, niha TRT Şeş a ku bi temamî weşana bi Kurdî dike vebûye. Li cem yên din jî heman hest peyda dibin. Li Êzidîya dinêrin, aramîyek heye, vedigerine gundê xwe ji xwe re xanîyan çêdikin. Suryanî jî wisa…

Ku çiqas em ji pevçûnan, tinekirinan û cudakirina difilitin, ewqas mercên pêşdeçûna bi hev re hîn zêde dîyar dibin. Tirkîye hinekî dişibe dêwekî, ku rabe ser her du lingan. Dêw ê rabe ser lingan, kevirên aşa yên mezin li dest û lingên dêw girêdane. Tu dibêjî bila dêw rabe lê bi wan kevirên aşa ne mimkin e ku rabe ser herdu lingan. Lazim e kevirên aşan bavêjî ku dêw karibe rabe ser lingan.

Lazim e Tirkîye pirsgirêkên xwe çareser bike ku rabe ser herdu lingan. Niha hatîye wê qonaxê. Tirkîye zêdetir mîratgirê împaratorîyê ye. We behs kir, Davutoglu gotîye ku, em ê her derê bikine diasporaya xwe. Ev têgeheke dîplomatîk e, tê vê wateyê ku Ermenîyê li Fransayê, nevîyê Ermenîyê me yê li Kayserî, Edene û li vir û wir e. A rast ev diaspora me ye. Lazim e bi wî çavî lê binêrî. Ez ê qebûl bikim ku ew ji vî welatî çûye û bi wî re dîyalogê bikim. Çima ez bi navberkarîya Fransayê bi wî re bazarîyê bikim, ez ê wî wek diaspora xwe bibînim. Ez ê bi xwe rasterast bi wî re têkevime dîyalogê.

Ez vê pozîtîf dibînim. Belkî zêde eşkere nayê îfadekirin, bi zimanekî dîplomatîk tê gotin lê, a rast nêzikbûneke erênî ye. Di axaftina dawîn a serokwezîr de jî, mesela anîna ziman a fermana Kanunî Sultan Suleyman, ez sultanê vira ûwira û yê Kurdistanê me, ev bibîranîn jî nuveyên erênî di nav xwe de dihewîne. Sultanê Ermenistanê, Anatolyayê, Şamê û Kurdistanê xîtaba qralê Fransayê dike. Dixwaze vê bibêje, êdî ê nijadperestî nebe, em ê cudatîyan normal bibînin.

Komara Tirkîyê hîn nû li ser vê sîyasetê rûdinê. Normal e ku wek mîrasgirê Împaratorîya Osmanî a kevn xwedî li civakên cuda û ol û mezhebên cuda derkeve. A rast, di damezrandina komarê de heta roja îro, heyama ku em tê de hatine, ne li gorî dewamîyeke normal e. Ne avasazîyeke ku xwedî li mîrata Împaratorîyê derdikeve, ne a ku xwedî li mîrasa bavê xwe derdikeve. Hîn nû tiştên wek berê diqewimin. Zêdetir hîn nû dilive.

 

TÊKILÎYÊN ÎMAM XETÎB Û MEDRESEYAN

Bi meleyan re eleqedar pirsek jî hat. Mele, alimên dîn in yên ku li medreseyan dixwînin. Ti eleqeya van a taybet bi Hemîdîyeyan ve tineye. Lewra buyera meletîyê bi îfadeyeke hîn berfireh perçekî civaka Kurdan ya xwezayî bê dîtin. Pêwist e bi çavekî civakzanî li Kurdan bê nihêrtin. Eşîret, medrese, bajar, gund, çand, kevneşopî, hemû nirxên Kurdan civakekê peyda dikin. Medrese jî sazîyake wisa ye. Medrese zanistîya olî, felsefeyê, tasawufê, fikihê, kelamê û mijarên şerîatê jî digre nav xwe. Meleyan di wê heyamê de, di mijarên wek doza xwînê, têkilîyên milkîyetê, hevdu berdanê û gellek mijarên bi vî rengî çareser dikir. Heta gundîyan pirsgirêkên xwe dihanîn çareser dikirin. Ew rêberek bû ku li mizgeftê jî li pêşîya cemaetê nimêj dikir. Wan li medreseyan ders dane. Di wê heyamê de ku medrese hebûne, oldarî û Kurdewarî bi hev ve bûne sentez. Ahmedê Xanî mirovekî wisa ye. Kurd e lê Neqşîbendîyek e, ulema ye û muderrîs e. Di kesayetîya xwe de, ola xwe û kurdewerîya xwe kirîye yek. Mafên Kurdan xwestîye lê ev maf ji civakeke ku wek wî îslam bûye xwestîye. Medreseyên ku ji kevneşopîya wî tên jî wisa ne.

Îslamîyeta di nav Kurdan de, ji a Hindistan, Pakistan, Afganistan, Bengladeş, Endonezya, Malezya û dawîyê ji a îslama radîkal a Ereban cudatir e. Kurd ne sîyasî, zêdetir wek çandê îslamîyetê dijîn. Çima? Yê ku neheqî li te kirîye jî wek te misilman e, tu îslamê li dijî wî nikarî bikarbînî’ polîtîze bikî. Li Hindistanê, li Pakistanê li hemberî Îngilizan hêsan e ku tu İslamê wek sembolekê bikarbînî. Tu karî radîkalîze bikî, bînî rewşeke wek semboleke sîyasî.

Di heyama komarê de, ji bo ku ji îslamîyeteke wisa, ji jîyana medreseyan tirsîyane, medrese, tekke û zavîye girtine û qedexe kirine. Tezeka min heye, belkî jî ev tenê ya min e. Li gor hineka dibe ku bêvaç be lê, ez bi vê bawer dikim; Di civaka Kurdan de ji ber ku îmam xetîp vebûn û medrese paş de man, di nav tevgerên Kurdan de têgehên Marksîst-Lenînîstî û materyalîst zêde peyda bûn. A rast îmam xetîp vebûne da zêdetir mirovên wisa bên gihandinê ku ê sunîtîya fermî a dewletê a li gorî têgeha kemalîst û laîqîyê belav bikin. Çiqas bi ser ketin, ew mijareke din e, lê, îmam xetîp pirrtir li gorî konsepta kemalîzmê ne.

Li nav Kurdan îmam xetîp ji bo jiholêrakirina medreseyên kevneşopîya Kurdan wek navgînekê hatine bikaranîn. Ez dihizirim ku, di vê wateyê de îmam xetîban, hucre û medreseyên ku pergalên ol û kurdewerî lê dihatin jîyan ji holê rakirin, rê li ber tevgerên civakî vekirin ku berê xwe bidin çepgirîyê. Ger li şûna îmam xetîban medrese bihatana reformekirin û îlm û zanistîya dinyewî jî li medreseyan bihataya xwendin, dibe ku, tevgera Kurd a ku îro zêdetir radîkal bûye a wek materyalîzmeka qeba derketîye holê, nebûya.

Ji bo ku we ez guhdarî kirim gellekî spas dikim.

 

Ev gotar ji bloga Murad Ciwan hatîye hilgirtin

Wêne:

1-092.jpg

Îbrahîm Paşa li gel siwariyên xwe

 

2-097.jpg

Îbrahîm Paşayê Millî

3-104.jpg

Kor Huseyn Paşayê Heyderî

4-083.jpg

Mustefa Paşayê Mîran

5-067.jpg

Avayiya Aşîret Mektebiyê ya li Îstenbûlê

6-049.jpg

Telebeyyên Aşîret Mektebiyê, Îstanbul.

 7-034.jpg

Zarokên Aşîret Mektebiyê di demeka merasimê de

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin