Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dîsa Kurd dibin qurban

A+A-

 

Bi hilweşandina Dîwarê Berlînê cihana “du berberî”, an “du cemserî (du qutbî)” bi dawî bû, her çiqas demek kurt behsa cihana “pir berberî” hat kirin jî, piştê çend salan hat famkirin, ku li seranserê cîhanê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) tenê bi sere xwe desthilat e.

Cîhana Du Berberî demek dirêj ajot û di vê dema dirêj da, li herêma Rojihilata Navîn neteweya Kurd bû qurbana berjewendî û hikûmranîya berberiyê, di navbera herdu qutbên zilhêzan da.

Herdu qutbên zilhêz, him DYA û him jî Yekitîya Sowyetan (YS) bi dewletên herêmê va peyman dariştin, tîfaq kirin, pişta xwe dan daxwazên neteweya Kurd yên herî demokratik.

Heta bi vê piştdayînê jî nesekinîn, hemû çûre çek, firokên şer danê û di qada navneteweyî da piştevanîya dewletên dagirker kirin: DYAyê Tirkîyê û Îran hilbijart, YSan jî Suriyê û Iraq hilbijart û hatin çekdar kirin.

Di vê dema Du Berberiyê da, di qada navneteweyî da bo mînak li Neteweyên Yekgirtî ti dewlet nebûn ku trajedîya neteweya Kurd bînin rojevê. 

Piştî bi dawî hatina YSan, Rusyayê xwe hejand û ji nedîyarîya belavbûnê rizgar kir û îro, li ser Suriyê va daket herêma Rojhilata Navîn.

Êdî Rusya wekî zilhêzek û alîyekî Du Berberiyê pêla xwe davêje qada navneteweyî û di encama vê da cîhan dîsa ket rewşa Du Berberiyê û mixabin, wekî berê Kurd ji xwe ra dîsa qurban hilbijart.

Dîsa dibêjim, ji ber di dîrokê da hinek mînakên biêş û keder hene, ku têkoşîna neteweya Kurd, taybetî ji hela Rusyayê va hatiye firotin.

Balkêş e, siyasetvanekî Rus weha dibêje, “divêbûya Kurdan berjewendiyên Rusyayê fam bikirana”, ev gotin jixwe mikurhatina firotina Kurdan e.

Wekî min li jor gotî, 1989an da Dîwarê Berlînê hat hilweşandin û bi belavbûna YSan cîhan ket rewşa Yek Cemserî û DYA li seranserê cîhanê bû tekane hêz û sala 1991î da başûrê Kurdistanê ji firok, tank û topên Seddam Huseyîn parast.

Ev yekem car bû, ku Kurd ji hela navnetweyî va dihatin parastin, ger cîhan wekî berê Du Berberî bûya, dibetîyek mezin bû ku ev bergirî nehatiba kirin.

Nûha dîsa cîhan ket rewşa Du Berberîye û li Efrînê Kurd dibin qurbana berjewendiyên Rusyayê.

Efrîn jixwe hatibû dorpêçkirin, Rusyayê jî Efrîn avêt ber keriyê guran.

Rastîya ku em divê fam bikin, cihana Du Berberiyê li dijî daxwazên demokratik û neteweyî yên neteweya Kurd e, ji ber ku herdu zilhêz taybetî Rusya bona ku berjewendiyên xwe li herêmê bicih bike, her çi pêwîst be xwe nade paş.

Me divê hay ji vê rastiya cihana nû hebe û stratejîya siyaseta xwe li ber vê rastîya cihana nû sererast bikin.

Kurdistan hatiye dorpêçkirin, bê guman ev mijarek din e, lê divê me hay ji jeopolîka Kurdistanê û dijminîya dewletên dagirker hebe.

Li ber çavên cîhanê li ser Efrînê êrişek heye û komkujîyek dibe, lê bertekên bes dernakevin, ti kes an dewlet nabêje bisekine, berevajî dibêjin, ku “ew endîşeyên Tirkiyê fam dikin, lê divê operasyon sinordar be”, wateya sînordarbûnê çi ye, ango kêm kesî bikuje.

Ev hemû encamên cihana nû ne, bê guman cîhan ne ya berê û Kurd jî ne kurdên berê ne, lê hemahengîya siyaseta navneteweyî di pêvejoya rûniştina rewşek nû da ye, siyaseta Kurdî divê pêvejoyê îro, hemahengîya ku pêktêt bi aqlekî rasyonel binirxîne.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin