Dîroka Êzidiyên Ermenistanê

Dîroka Êzidiyên Ermenistanê

Dîroka Êzidiyên Ermenistanê

A+A-
"Bi Kurtayî Dîroka ÊZDIYÊN ERMENISTANÊ" ya Eskerê Boyîk derket!
 
"(.......) Destpêka sedsala 19’an nêzikbûna hidûdên împeretoriya Rûsyayê ve êzdî jî wek ermeniyan hatine wê fikirê ku tek dewletek wek, ya rûs dikare wan ji wê zilma sal û zemanan û neheqiya desthilatdariyên Osmaniyê û Îranê xelas bike. 
 
Di nav bera salên 1815 û 1830’î de bi dawîhatina desthilatdariya êla Kok Axa ve pareke êzdiyên Serhedê ji Çemê Erez û Ava Reş derbas dibin diçine Ermenistana îroyîn. Piştî şerê rûs û farisan ê salên 1824 û1828’an xanedana Êrêvanê bi peymana aşîtiyê ya Turkmençayê dikeve bin hukmê Împeratoriya Rûsyayê. Êzdî li pala çiyayê Elegezê, herêma Aparanê ji xwe re gundan ava dikin. 
Salên pey re herêmên Bazîdê û Qersê jî digihîjin Rûsyayê. Sala 1828’an serokê êla Hesiniyann, Hesen Axayê pêşîn li gel siwar û êla xwe derbasî aliyê rûsann dibe û Hesinî li herêma Surmeliyê xwe re gundan ava dikin. 

 
ava ku di şerê rûs û tirkan ê salên 1877 û 1878’an de rûs bi ser dikevin qezaya Qersê dikin bin hikumdariya xwe, êzdiyên êla Sîpkî jî wê demê ji sîpkiyên misilman vediqetin, ji dewleta Osmaniyê derbasî wê herêmê dibin û di bin hikumdariya rûsan de ji xwe re gunda ava dikin. 
 
Ev hal dikişîne heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn. Împeratoriya Osmaniyê hildiweşe. Bi Soreşa Bolşevîkan Împeratoriya Rûsyayê jî hildiweşe. Hêzên rûsann dikişin, ji herêmê diçin. Herêma Serhedê navbera tirkan û hêzên ermenî de dibe meydana şer. kurdên êzdî yên êla Wanê bi serokatiya Cîhangîr axê tên digihîjin êlên êzdiyan ên Rûsyayê û tevî hêzên ermeniyan li dijî zilma dewleta tirk derdikevin. Di şerê navbera tirkan û ermeniyan de çekdarên êzdî roleke mezin dilîzin. Di altindariya şerên pêşeniyên Qersê, Serdarabadê û Baş Aparanê de li ku derê tirkan da der, emekê mêrxasiya şervanên êzdî jî pir e. (......)" 
 
Eskerê Boyîk, di 31ê gelawêja sala 1941’ê de, li gundekî kurdan ê bi navê Qûndexsazê (niha Riya Teze) ku li ser Axbarana Ermenistanê ye, di nava malbateke kurdên êzdî de hatiye dinyayê. Piştî xwendina dibistanên gundê xwe û gundê cîran ê Elegezê kuta dike, ew diçe li Enstîtuya Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrevanê dixwîne. Di sala 1974’an de teza doktoriyê diparêze. Şûnde li wir dibe serokê beşeke wê ya zanyarî û lêkolînê. Tevî karê zanyariyê ew wisa jî gelek salan li Zanîngeha Yêrevanê ya Malhebûna Gundîtiyê dersên rêvebirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide xwendevanan. Di warê zanyariya aboriya (ekonomîka) gundîtiya Ermenistanê de xwedanê gelek xebatên zanyariyê ye. 
 
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan sala 1993’an dest ji kar û barê xwe berdide, ji Ermenistanê dertê. Niha li Ewropayê, li Almanyayê dijî. Heta roja îroyîn karên xwe yên nivîskarî, zanyarî û civakî dimeşîne. 
 
Eskerê Boyîk ji sala 1984’an ve, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PENa Kurd ê kevn e. Ew devedevî 25 salan sekreterê beşa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala êzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye, wî di sala2012’an de di Mala êzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye. Mala êzdiyan a Oldenbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê û êzdîzaniyê, keda Dr. Eskerê Boyîk di wî warî de pir e. Bi berpirsyarî, însiyatîv û tevlîbûna wî salê bi dehan semîner, konferans û çalakiyên civakî û zanyarî tên lidarxistin. Dîsa li Mala êzdiyan malperên “Dengê êzdiyan” û “Êzdînas “ tên weșendin. Weşena “Dengê êzdiyan” bi dehan pirtûk daye weşandin û niha jî kovara ÊZDÎNAS diweșîne. 

Berhemên Wî: 
1. ŞIVERÊ, helbest, 1966 – Yêrevan, 30 rûpel (Krîlî)
2. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1975 – Yêrevan, 62 rûpel (Krîlî) 
3. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1979 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî) 
4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano, 1980 – Yêrevan (Krîlî) 
5. MEM Û ZÎN, şano, 1989 – Stokoholm, 80 rûpel 
6. TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR de), helbest,– Yêrevan, 78 rû (Krîlî) 
7. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1990 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî) 
8. LI ÇIYA, kurteçîrok, Yêrevan, 1991; 220 rûpel (Krîlî) 
9. DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja Nû, 1997, 79 rûpel 
10. ODA ÇÎROKAN1, helbestên zarokan, Roja nû, 1997. 70 rûpel 
11. KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokholm, 1998, 285 rûpel 
12. GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokholm, 2002, 60 rûpel 
13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004, 139 rûpel 
14. Nûra Elegezê; edebiyatzanî, Dengê êzdiyan, Oldenburg, 2004, 112 rûpel. 
16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, 2004, 425 rûpel 
15. êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê êzdiyan, Oldenbûrg, 2006; 288 rûpel 
17. Xezev; roman; beşa duduyan, Weşenên Deng, 2008; 327 rûpel 
18. Ez Kilameke Melûl im, helbest, Weşenên Deng, 2009; 168 rûpel. 
19. Nûra Elegezê, bi tîpên erebî, Duhok 2011 
20. Bahoz, roman, Avesta 2011, 108 rûpel 
21. Çanda kurdên Sovyetê, lêkolîn, bîranîn, 2012, 560 rûpel 
22.Tolhildan, Kurteçîrok, Weşanên Na, 2016, 235 rûpel 
23. Bi Kurtayî Dîroka êzdiyên Ermenistanê, Weşanên J&J, 2015, Amed

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin