Dîmenên dema kuştina Hantaşî Walî û polês derewandin

Dîmenên dema kuştina Hantaşî Walî û polês derewandin

Dîmenê kamerayî yên dema kuştina Receb Hantaş hat bidestxistin. Li gor dîmenan polêsan hişyarîya rawestinê nedaye û rasterast gule berdane ser Hantaşî.

A+A-

Di lêpirsînên dîmenên dema kuştina Receb Hantaşî da berovajî daxuyanîya Walîtîya Amedê, derkete holê ku polêsan 'hişyarîya rawestinê' nedaye van herdu ciwanan û rîpoşk jî li rûyê wan nepêçandîye.

Walîtiya Amedê berî dozgerî lêpirsînê bide destpêkirin bi lezûbez daxuyanî dabû û gotibû "Li hişyariya polîsan a 'Raweste' guhdar nekir û hat kuştin." Piştî Midûriyeta Polîsan dîmenên heyî vekir, hat dîtin ku piştî polîsî gule berda Hantaş, Hantaş reviyaye û polîs K.B. li pişt wî gule berdaye wî. 

Yekîneyên Şaxa Asayişê ya Polîsan a Amedê, dîmenên kameraya Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) lêkolîn kir û li dosyayê zêde kir. Di kameraya bi koda 054G de dîmenên kuştina Hantaş pir zelal tê dîtin. Dîmenên hatiye kişandin û temaşekirin, daxuyaniya walîtiya Amedê diderewîne. Di dîmenê de "R.Y. û Recep Hantaş ketine nava dîmenê. Li bankeke parkê rûniştinê. R.Y. bi cilê xwe yê tarî û kapuşon e. Recep Hantaş jî bi cilê kapuşon e. Li dora stuyê wî jî şalgeran heye." 

Di dîmenêke din de jî yekîneyên ewil ketine parkê. Guleya yekemîn R.E. teqandiye. Recep Hantaş ê hat kuştin piştî guleya yekem hat teqandin 4 saniye şûnde reviyaye. Derket holê ku li dijî gotina walî ku Hantaş bi ser polîs de reviya ye ji polîs dûr dikeve. Li gorî diminê Recep Hantaş piştî bûyerê pişti polîsê TEM'ê K.B. ketiye ber dîmenê û gule berdaye reviyaye. Piştî polîs K.B. gule berda û 2 saniye şûnde, Hantaş li cihekî tarî ketiye erdê. K.B. parastibû ku gule berdaye hewayê. 

Şahidê bûyerê R.Y. ku serbest hat berdan, diyar kir ku ew li gel Hantaş rûniştibûn û bêyî hişyariyê bike dengê çekan hatiye. R.Y. anî ziman ku wî xwe avêt bin bankê û Recep jî piştî ket nava panîkê reviya û piştî ji piyê xwe ve birîndar bûye ketiye xwar. R.Y. anî ziman ku polîsan hişyarî nekiriye û gule berdaye wan"

(MA)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin