Dilopê dosyayek li ser Qedrî Canî amade kiriye

Dilopê dosyayek li ser Qedrî Canî amade kiriye

.

A+A-

Kovara Dilopê di vê hejmarê de dosyayek li ser Qedrî Canê rewşenbirê sosyalîst amade kiriye.

 

Hejmara 21an a Kovara Dilopê çap bûye. Di vê hejmarê de kovarê dosyayek li ser Qedrî Canî amade kiriye ku îsal 49em salvegera koça wî ya dawî ye. Di vê

 dosyeyê de mînakên helbestên Qedrî Canî, kar û barên wî yên edebî û siyasî, jiyana wî ya balkêş cî digirin. Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet, İsmail Dindar, Enwer Karahan bi nivîsên xwe di vê dosyayê de nivîsandine.  

Di mehên dawîn de di nav entelektuelên kurd de nîqaşek bi rê ve çû ku li ser têkiliyên ermen û kurdan û ‘mafê şeva ewil’ bû. Recep Maraşlı jî bi nivîseke balkêş beşdarî vê nîqaşê bûye. Dîsa nivîsa Mehmet Bayrak jî bo heman nîqaşê çavkaniyeke din e.

Mesut Alpî bi nivîsên xwe di vê hejmarê de jî berdewam e. Alp vê carê çîroka Îskender Zulqarnên bi rastiya wê ya civakî ve li ber çavan raxistiye.

Welat Esenê ku di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de bi ser ket,  ji wê dosyeya xwe bi du helbestan cara ewil li pêşberî xwîneran e.

Weke her hejmarê Dilopê cî daye helbest, makale, çîrok û wêneyan. İbrahim Karaca, Bernas Qerejdaxî, Kemal İnal, Namık Kuyumcu, Mela Mihyedîn, Can Eraldemir, Veysi Ülgen, Cuma Pîa û Mem Al bi nivîs, helbest û wergerên xwe; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe di hejmara dawî de cî girtine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin