Dîlok: Jin heta mecbur nemînin bila li taksiyan siwar nebin

Dîlok: Jin heta mecbur nemînin bila li taksiyan siwar nebin

Di pirtuka ku ji aliyê Şaredariya Navçeya Şahînbeya Dîlok/Antabê ve hatiye belavkirin de, dihê gotin ku, jin heta mecbur nemînin bila li taksiyan siwar nebin.

A+A-

Di pirtuka ku ji aliyê Şaredariya Navçeya Şahînbeya Dîlok/Antabê ve hatiye belavkirin de, dihê gotin ku, jin heta mecbur nemînin bila li taksiyan siwar nebin. Ger siwar bûn jî bila ne li cem şofir, li paşiyê rûnên û wiha dihê gotin: ‘Ya rast ew e ku jin heta ne mecbûr bin, bila li taksiyan siwar nebin.'

Li gorî ODA Tvyê, di pirtûkê de tê gotin ku: ‘Deriyê fihûşê bi awiran vedibe.' ‘Bila kesên dergistî, dest hevdu nedin û dema hatin ba hev bi tenê neminin û kesê sêyem li ba wan amade be.’
Herwiha di pirtûkê de televizyon wekî madeyek hişbirê tê binavkirin û tê gotin ku TRT jî pariyek vê yekê ye.

Navê pirtûkê "Kadın ve Aile Ilmihali" (Jin û Rêberîya Malbatê) nivîskarê wê Mehmed Paksû ye.

Dîlok/Anteb bajarekî mezin yê Kurdistana Bakur e. Navçeya Şahînbey navçeya herî mezin a bajarê Dîlokê û navçeya sêyemîn a mezin a Tirkiyeyê ye û nêzê milyonek nifûsa wê heye. Şaredarî ji AKPê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin