Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dîktatorî ne karekî Kurdewarî ye!

A+A-

Her cûreyên dîktatorîyê dijminên mirovatîyê ne. Dijminên şahrezayî û pêşkevtinan e. Bila kesek bi devê tivinga xwe û bi hêza sîstema xwe a dîtatorî, pesnê  xwe nede. Yek alî, yek hêzî, yek îdeolojî û pejirandina bandora dîktatoran, ti civat bipêş de nebirine. Her bûne sebebê hilweşandinê, bûne sebebên qirqirin, talan û koçberîyan, bûne sebebên wendakirinê.

Hêzên ku rêk û rêbazîya dîktatorî ji xwe re kiribin armanc, çiqa xurt bin, çiqa xwedî bingehek mafdar bin jî, ti mafê wan tuneye ku bingeha mafê jiyanê ji yên dervê xwe re nehêle. Astengan derxe, rê li ber yên ne ji xwe bigire û bi devê çekan wan mecbûrî rêzgirtina dîktatorîya xwe  bike.

Ev demek dirêje ji Başûrê-Rojavayê Kurdistan xeberên nebaş, xeberên ne xêrê dihatin. Min li ser dinivîsî û bal dikişand ku Kurd rê nedin van kirinan. Wê zerarik mezin bide doza Kurd û Kurdistan. Ev alozîyên dîktatorî gihîştin asta gulebaran kirina xwepêşandanên girsî!

Lê ev doza dîktatorî her ku çû kirinên xwe bipêş de birin. Bi girtinan, bi terorkirina kesayetîyên ne ji wan destpê kirin, heta ku gîhandin asta „gulebarankirina girsê" û „şewitandina ala Kurdistan" ala pîroz(!)

Doh çapemenîya Kurdistan ev hevok wek stûxwarîyekê nivîsî û anî ser ziman:

"Komeke alîgirê Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) îro êrişî baregeha Encumenê li bajêr kirin û Ala Kurdistanê li ser avahiya baregehê anîn xwarê û şewitandin."(!)

Dewletên dagirker, dijminên Kurd û Kurdistan, dema êrîşî ser kargeh, sazî û bingehên me kurdan dikin, em bi yek devê şermezar dikin. Kirinên wî mejûyê qedexekar wek ne karekî mirovane didin nîşan!

Yên ku li Başûrê-Rojavayê Kurdistan êrîşî ser Kurdan dikin, mafên siyasetê ji wan re qedexe dikin, wan terorîze dikin, kargehên wan talan dikin û bi çekan êrîşî ser xwepêşandanên wan dikin, Ala Kurdistan dişewitînin kî ne?

evana hêzê ji kê digirin û bi vî haweyî bi namûs û xîreta Kurd û Kurdistan dilîzin. Ji ku vê wêrektîyê digirin ku wê ala bi sedhezaran xwîna nemiran sembol dike dişewitîn in?

"Koma êrişkar hemû tişt û kelûpelên nava baregehê de şikandine û piştre reviyan, bêyî ku werin naskirin."(!)

Kîne ev?

Ji ku tên û bi çi armancê di pêsîra Qamîşloka keleha Kurdewarîyê de wêrektîya van kirinan bidest dixin?

Bi her haweyî PYD berpirsiyare di van kirinan de!

PYD rê ji tu hêzên din yên Kurd re nehiştîye û derfetê nade ku ew tevbilivin.

PYD, Bi devên çekan serdestîya xwe bi xwe îlan kirîye û kurdên li henber xwe mecbûrî koçberîyê dike.

 Helbet pir sebebên koçberîyê hene:

*Sebebên ku hene yek jê tunetîya aramîyê bi xwe ye.

*A duyem jî hilweşandina bingeha jiyanê bi xwe ye.

*Ya din jî rewşa siyasî a ku PYD dimeşîne bi xwe ye.

*Kurd xwe di bin desthilatdarîya PYD-YPG de ewle nabîn in û di metirsîyê de ne!

Beşek ji wan direve û axa xwe, cîh û warên xwe terk dike. Beşê din jî li herêmê, ji terefê Asayîşa desthilatdarîya PYD ve girtin û bi hawê terorkirinê kujtinê dide ber çavên xwe û li ber xwe dide. Yên ku herêmê diterikînin, PYD dest datîne ser mal û milkê wan, li ereban teqsîm dike û bi vê re demografîya herêmê bicarekê de têt guhertin.

PYD û YPG jî, bi beşek kurdan re vê serdestîyê dimeşîne bê ku rewşa Kurd û Kurdistan bêde ber çavê xwe. Bi îdeolojî li doza Kurd û Kurdistan  dinêre û ev jî derbê li hestên Kurd û Kurdistanî dixe, birînan çêdike û wê bibe sebên alozîyên mezin.  

Berî vê bûyerê, bûyera herî dawî êrîşa ser ofîs û cîhkarên partî û rêxistinên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan e bûn. Wek ku em dizanin: Di vê êrîşê de Ala Kurdistan binpê bibû, ser boyax kiribûn û li dîwarên van vargehan bi sloganên nebaş û peyvên tehdîdkar hatibûn lewitandin. Di daxuyanîya xwe de jî gotibûn;

  "emê wan bigirin û bi sûcê îxanetê wan ceze bikin, bavêjin dervê welat û dest deynin ser mal û milkên wan"(!)

Îro li Başûrê-Rojavayê Kurdistan ev dibin bi destê PYD û YPG!

Hêzek bi serê xwe, xwe serdest îlan kirîye bê ku hurmetê ji yên din re bike û jiyanê ji tu hêzên din yên Kurd re nehiştîye û bûye ku îro li ser axa Kurdistan, Kurd li henber desthilatdarîya beşek ji Kurdan, bi çavê koletî ketine bin bandorek neyênî. Her ku diçe cîhê jiyanê ji wan re teng dibe. Bandorek xerab li ser van zêde dibe û ev jî dibe sebebê valakirina Başûrê-Rojavayê Kurdistan. Şewitandina wargehên Kurdan, gulekirina xwepêşandanên girsê; ev tenê bi serê xwe dipejirîne ku li Rojavayê Kurdistan tiştek serast nameşe û bingehek aloz ava dibe ku wê serê Kurdan biêşîne! Kurd mecbûrin bi tûndî li henber van kirinan helwestê bigirin.

Şerrê ku îro PYD-YPG li ser vê axê dimeşîne ne doza Kurd û Kurdistan e. Ev bingeh ji zûde wenda kirin û her ku diçe jî li vî beşê Kurdistan siyaset ber bi bandorek neyênî ve diçe. Ji hasasîyetên Kurd û Kurdistan bi dûr dikeve, bingeha meşrûîyeta xwe wenda dike û wek baskekî nîjadperestên BAAS, dolivgerîya xwe li ser kurdan geş dike. Bingehek dîktatorî ava dike. Ev kirin ne meşrûne û nayên qebûl kirin.

03.12.2016

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin