Dikandarên Ceylan Karavîlê çalakî li dar xistin

Dikandarên Ceylan Karavîlê çalakî li dar xistin

Ji ber krîza aborî û bihabûna kireyên dikanan, dikandarên Ceylan Karavîl Parkê, çalakiya daxistin derebayan li dar xistin. Dikandar dibêjin em nikarin kireya dikanên xwe bidin.

A+A-

Li Amedê esnafên li Ceylan Karavîl Parkê ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Esnafan got: "Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin." 

Hat ragihandin ku li Amedê nêzî 60 esnafên Ceylan Karavîl Parkê êdî nikarin kar bikin û heqê kirêyên xwe bidin.
 
Li Parkê gelek esnafan dikanên xwe girtin û gelek jê jî nikarin heqê kirêyên xwe bidin.
 
Esnafan ji bo protestokirina zêdebûna kirêyan doh 3yê Berfambarê ji bo 2 saetan dikanên xwe venekirin û bertek nîşan dan. 
 
Esnaf Ferat Mehmetoglû, diyar kir ku di salekê de ji %50 kirêyên wan zêde bûne. Mehmetoglû, anî ziman ku krîza aborî li tevahiya welat belav bûye û sermayedar guh nadin daxwazên esnafan ên ji bo heqê kirêyan.
 
Mehmetoglû, anî ziman ku 60 dikanên li Parkê ji ber krîza aborî dest bi çalakiyê kirine û got:
 
"Divê dengê esnafan bê bihîstin. Ger li vir esnaf derabeyên xwe deynin wê nêzî 250 xebatkar û malbatên wan mexdûr bibin. Ev ne tiştekî baş e. Jixwe li Amedê rewşa aboriyê qet nebaş e. Em esnaf û xwediyên fîrmayan dixwazin rêveberî dev ji zêdekirina kirê berde."
 
Xwediyê dikana Îrfan Ayaz jî, diyar kir ku ji ber heqê kirêyên li Parkê zêde ne, nêzîkî 30 esnaf dikanên xwe girtine. Ayaz, destnîşan kir ku niha li Parkê gelek esnaf ketine tora îcrayê.
 
Dikandaran diyar kir heke daxwazên wan neyên bicihkirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin