Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dijberîya Kurdan bedelên wê hene

A+A-

Karekî minê demsalî hebû, ji ber vê min nikanibû demekê binivîsim, heçkû rojeva Turkîyê û bakurê Kurdistanê, herweha bi giştî Kurdistanê bi geşedanên girîng dagirtîye.
Li başûrê Kurdistanê mijar rapirsîna serbixwebûnê ye, li bakurê Kurdistanê rapirsîna guhertina makezagona Tirkîyê ye bona „sîstema serokkomariyê.“

Li Tirkîyê hefteyek ji rapirsînê ra ma, piştê hefteyekî hengameya li meydanên bajaran dê veguheze bêdengiyê, lê encamên rapirsînê dê layekî kêfxweş, layê din xemgîn bike.
Li Tirkîyê siyaset her weha ye, hezkirin, rêzgirtin û mafnasî her kêm e, di hemû hilbijartin û rapirsînan da rengê bîrdozî (îdeolojî) û layengirî li ser pêvejo û encamê karîger e.

Qetbûna civata Tirk bi desthilata AKPê va bêhtir kûr bû.

Jixwe li Tirkîyê pîvan û nirxên hiqûkî ne girîng in, her alî, taybetî îro desthilat tenê li ser encamê xwe tîr û zal dike.
Bona serketinê her çi pêwîst be mixabin xwe nade paş, di karûbarê xwe da, di helmeta (kampanya) rapirsînê da hiqûk, maf naye bîrê.

Hem serokkomar, him serokwezîr taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê, li meydanên bajaran, li ser dîkê peyamên ji bratî, aştî û demokrasîyê dûr didin, carina gefa dixwin.
Jixwe, di axaftinên wana da du beş hene, yek ji vana gef in, heqaret in, peyvên wekî „bêşeref“, „xaîn“, „terorîst“, „keriyên kujêran (qatîl)“ li peyhev rêz dibin; beşa din behsa çend pireyan, rêyên dubendî û bertîl in.

Di axafitinên wana da gef û qedexe kirin cîyekî girîng digrin, di axaftinên serokkomar, serokwezîr û wezîran da heta îro bona mafên demokratîk qet peyvek jî nehat bihîstin, wekî „Tirkîyê welatekî demokratîk e, pêdivîya bi mafên demokratîk tine be!“

Berevajî, wekî min gotî gef hene, qedexekirin hene, desthilat xwe dispêre Zagonên Rewşa Awerte (OHAL) û gavên weha davêje, ku ne di hiqûka normal da, ne jî di ya Awerte da hene.
Wezîrê Karê Derva, Selayman Soylu, bi qedexekirina helbesta rapisînê ya Partîya Demokratîka Gelan (HDP), ku dibêje „NA bêjin“ pesna xwe dide, wekî serbilindiyekê weha dibêje: “ Çend roj berê HDPê helbestekê dibêje ‚ji yek dewletê ra na, ji yek miletî ra na, ji yek alê ra na’…. Di heman demê da ez li parêzgarê (walî) peywendîdar gerîyam; min got, ‚divê ew helbest bêt qedexe kirin‘. Nûnerên HDP bi telefon li min gerîyan, ez nahêlim li ti derên Tirkîyê ew helbest bêt lê xistin. Ewqas basît e…“
Hiqûka Tirkîyê ewqas e, mixabin, li bermaber biryar û kirinek weha kîmeta gotinê namîne.

Ev bêhiqûkî ye, herweha şêweyî gotinên wezîr dişibe „pêxasiyê“, çanda pêxasiyê di dewra deshilata AKPê da hêj balkêş bû.

Di hêla din da, ew bêhiqûkîya wezîrê karêhundir û tedbîrên nehiqûkî rewatîya (meşrûtî) encamên rapirsînê ji îro va şêlî dike, jixwe ji ber Rewşa Awerte gellek gengeşî hene.
Bi hezaran kes hatin desteser kirin, kî/kê dikane bêje ku ew tedbîr ne bona encamê rapirsînê ne?

Mixabin, îro helmeta rapirsînê bûye helmeta li dijî civata Kurd, nav HDPê ye lê amanc civata Kurd yê welatparêz e.
Bêşik, divê dengdêrê Kurd bona paşeroja xwe bifikire û dengê xwe bi kar bîne.

Her çiqas encamên rapirsînê „na“ be jî, an „erê“ be jî bona bakurê Kurdistanê hêvîya projeksîyonekê nadin jî, lê encamên siyasî dê hebin.
Bona bakurê Kurdistanê, herweha bona rojavayê Kurdistanê siyaseta serokkomar û AKPê îrrasyonel e, şansê serketinê tine ye, hêzên ku rola Kurdan nabînin û hevkarîyê nakin di nav gîrdaba Rojhelata Navîn da bi sernakevin.

Carina serokkomar, di axaftinên xwe da Dewletên Yekbûyî Amerîka ( DYA) dike hedef û dibêje, „ew ji pênc hezar km. tê û têkilî dibe, çima em nekin“, gotin xweş e lê reftar şaş e, ji ber ku ew tên bi Kurdan va hevkarî dikin, lê tu dijminiyê dikî.
Gelo bi hezaran car rêveberin dewletê yên di her astê da li ber rayagiştî gotin ku „emê pêşîya korîdorê Kurd bigrin.“
Ma gelo ew ticaran têt ji bîr kirin?

Bakurê Kurdistanê pêdivî bi aqlekî rasyonel heye, divê li ser rûdanên encamên siyasî yên rapirsînê bêt sekinandin.
Eger encam „NA“ be sê giringî dê bona bakurê Kurdistanê hebin; yek, qebûlnekirina zilma AKPê ye, ku bi hezaran kes hatine desteserkirin hêj her roj jî didome.
Du, ji êriş û kirinên AKPê ra sînorek bêt danîn, taybetî li dijî siyaset û êrişên li ser Suriyê, gefên li ser rojavayê Kurdistanê.
Sê, divê hevkarîya AKPê û MHPê bêt rûxandin, serokkomar û AKPê fam bike, ku ji Kurdan dûr ketin, dijberîya Kurdan bedelên wê hene.

Ev hersê encamên siyasî girîng in, bona paşeroja bakurê Kurdistanê.
09.04.2017/Semsûr.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin