Dijberiya Emerîka û Îranê didome

Dijberiya Emerîka û Îranê didome

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ên ligel Îranê kar dikin nikarin li gel Amerîkayê kar bikin. Li aliyekî din Serokê Îranê Hasan Ruhanî got Emerika dixwaze tevlîheviyek li nava Îranê çêbike.

A+A-

Donald Trump di derbarê cezayên li dijî Îranê de, li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Trump wiha got, “Mûeyîdeyên li dijî Îranê bi awayekî fermî destpê kirin. Ev tundtirîn ambargo ye û meha Mijdarê wê asta ambargoyê were bilindkirin. Yên ku bi Îranê re kar dikin nikarin bi Amerîkayê re kar bikin. Ez AŞITIYA CÎHANÊ dixwazim ne ya kêmtir.”

Li aliyekî din Serokê Îranê Hasan Rûhanî di derbarê mueyîdeyên Emerîkayê de daxuyand ku Amerîka dixwaze bi van cezayan bandorê li ser gelê Îranê bike û tevlîhevî li Îranê çêbike. 

Hesen Rûhanî diyar kir, ku Amerîka nekarî welatên Ewropayê li ser dijatiya Îranê razî bike û got: Trump xwe ji danûstendinan vedidize û piştî sepandina sizayan, danûstendin bên kirin jî wê bê mifa bin.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî  got: Amerîka piştevaniya xwepêşandan û daxwazên xelkê Îranê, li dijî giranî û gendeliyê li Îranê dike.

Herwiha Wezîrê Derve yê Emrîkayê diyar kir, ku Amerîka wê bi tundî cezayan li ser Îranê bicî bike, tekez jî kir, ku Îran nema dikare Dolarên Amerîkî bikire.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin