Dîbeyteke taybet li ser şerê Qamişlo û çarenivîsa Rêveberiya Xweser!

Dîbeyteke taybet li ser şerê Qamişlo û çarenivîsa Rêveberiya Xweser!

.

A+A-

 Li Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye û gelek pêkhate lê dijîn, çend roj in şer û pevçûn di navbera asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rejîma Sûriyê ve hebûn û bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest di navbera aliyan de hatiye ragihandin.

Taxa Tey navenda pevçûnan bû li Qamişlo û di encama wî şerî de asayişa Rêveberiya Xweser karî taxa Tey kontrol bike û milîsan ji wê taxê derxîne. Lê tevî vê yekê jî heta niha rewşa Qamişlo bi temamî asayî nebûye. Li aliyê din heta niha jî îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser nehatiye kirin û çarenivîsa Rêveberiyê û Rojavayê Kurdistanê ne diyar e.

Derbarê şerê li Qamişlo, sedemên derketina şer, rola welatên herêmê di wî şerî de, helwesta Amerîka û Rûsyayê, nêzîkahiya rejîma Sûriyê li hember Rêveberiya Xweser, çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhatan de dîbeyteke taybet birêve çû.

Serokê Hevdîtina Niştimanî ji bo diyalogê Mehmûd Mihemed El Salim, Şîrovekarê Siyasî Dr. Ferîd Sedûn, Endamê Konseya Rêveber a KNKê Ekrem Hiso û Lêkolînerê Navenda Rojhilata Navîn li Moskowê Dr. Vadîm Makarînko mêvanên dîbeytê bûn ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve hat pêşkêşkirin.

“Destê rejîma Tirkiyê di şer de heye”

Serokê Hevdîtina Niştimanî ji bo diyalogê Mehmûd Mihemed El Salim derbarê sedema şerê li Qamişlo de amaje bi wê kir ku divê bê pirskirin ka sûdmendê şer kî ye û bi gotina wî, “rejîma Îxwanî ya Tirkî ye ku dixwaze fitneyê derxîne û fitneyê çê bike.”

Li gor gotina El Salim destê Tirkiyê di şerê li bajarê Qamişlo de hebû û hejmareke civînên li gel serok eşîran li Serê Kaniyê wek delîl nîşan dide û dibêje, “Ev kiryarên Tirkiyê ji bo dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê ne.”

Mehmûd Mihemed El Salim di dewama gotinên de tekezî li ser wê kir ku divê Berevaniya Niştimanî û Asayişa Rêveberiya Xweser li hev bikin û got, “dijminê hevbeş e ku xaka me dagir kiriye, ew e ku tevahiya bandên terorê fînanse kirin. Erdoganê tawanbar li nav xaka Sûriyê... hewl dide terora DAIŞ û Nusreyê bivejîne. Ew piştevaniya vê terorê dikin.”

“Rewş metirsîdar e”

Agirbesta li bajarê Qamişlo bi navbeynkarî û serpereştiya Rûsyayê pêk hat û Lêkolînerê Navenda Rojhilata Navîn li Moskowê Dr. Vadîm Makarînko jî behsa rola Rûsyayê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Rewş metirsîdar e. Rûsya dê hinek têgihiştinan di navbera aliyan de çê bike ku ti rûbirûbûnên çênebin.”

Dr. Vadîm Makarînko li ser pirsa “Rûsya çima îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser nake?” got, “Ne erkê Rûsyayê ye qebûl bike yan neke. Berî her tiştî divê şer rawest e û xelk biryar bide ka dê xwe çawa birêve bibin. Me li gel Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê kar kir û peywendiyên me li gel hene. Lê ne mafê me ye em bêjin ev baş e an nebaş e.”

Endamê Konseya Rêveber a KNKê Ekrem Hiso derbarê şerê dawî  de amaje bi hebûna destê Tirkiyê di wî şerî de kir û got, “Sedema êrişa Berevaniya Niştimanî li ser Asayişa Rojavayê Kurdistanê binketina projeya Tirkî-Rûsî û rejîma Sûriyê bû li Eyn Îsa û deverên din bû. Îran, îstîxbareta Tirkiyê, Rûs û rejîma Sûriyê li pişt wê êrişê bûn.”

“YPG û HSD dê bersivên tund bidin”

Ekrem Hiso di dewama gotina xwe de amaje bi lawaziya rejîma Sûriyê kir û got, “Rejîma Sûriyê dema bixwaze derbas bibe, YPG û HSD dê bersivên tund bidin.

Li ser helwesta Amerîkayê derbarê şerê Qamişlo de Ekrem Hiso behsa rêkeftina 7ê Cotmehê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de kir ku di dema dawîn êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû û got, “ji wê demê ve xeteke sor ji Tirk, Rûs û Îraniyan re hatiye danîn. Li Eys Îsa helwesta Amerîkayê diyar bû. Li ser erdê hinek pîvan hene û Rûs, Tirk û Îran nikarin derbas bikin.”

Şîrovekarê Siyasî Dr. Ferîd Sedûn ku di nav hevdîtinên aştiyê de bû di navbera asayiş û milîsên ser bi rejîmê ve de û li ser destwerdaneke derve de got, “destwerdana derve di hemû mijarên Sûriyê de heye. Şerê dawî pirsgirêkeke xwecihî bû. Ajandayên heyî koka wan siyasî bûn. Hêzên derve jî li gor berjwendiyên xwe ev agir gurr kirin. Rejîm ne di wê astê de ye şerekî din derxîne. Me jî hewl da rê li ber şerê Kurd û Ereban bigirin.”

“Ew hêz bi eşîrekê ve hat girêdan”

Dr. Ferîd Sedûn diyar kir ku rejîma bi xwe jî dizane ew dever ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin û got, çi wateya wê nîne taxek di nav bajarê Qamişlo de di bin kontrola hêzeke din de be û derbarê milîsên Berevaniy Niştimanî de jî got, “Ev hêz bi biryareke navendî li Şamê hat avakirin bo tevahiya Sûriyê. Lê li Qamişlo taybetmendiyeke wê hebû ji ber ku bi eşîrekê ve hat girêdan, bi şêxê eşîra Tey ve hat girêdan. Ev jî bû sedema hesasiyetekê. Her tim me dixwast xwe ji wan xilas bikin û ti daxwazek jî tune bû ew li hindurê bajêr bimînin.”

Mehmûd Mihemed El Salim jî li ser hebûna wê hêzê li taxeke Qamişlo got, “Ew hêz ji bo tevahiya Sûriyê hatiye avakirin û ne tenê nûnertiya hoza Tey dike. Ew ji 2012an ve li bajêr hene û taxa Tey piraniya wê Ereb in û ew jî niştecihên taxê ne. Çekên giran li wir hatin bikaranîn. Em daxwaza sazanê dikin.”

Di dewama gotinên xwe de Mehmûd Mihemed El Salim tekez kir, “Jibilî dewleta Sûriyê em îtîrafê bi ti aliyan nakin. Em Rêveberiya Xweser wek rêveberiyeke demkî dibînin. Divê diyalogek li gel Şamê hebe. Ev rewş dê bi diyalogê bê çareser kirin. Ez bang ji bo kongreyeke giştî dikim ji bo hemû pêkhateyan.”

“HSDê li Efrînê şerê li dijî Tirkiyê hilbijart”

Dr. Vadîm Makarînko amaje bi bûyerên li bajarê Efrînê kir û red kir, sedem Rûsya be ku ew bajar bikeve destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û got, “Kurd derbarê Efrînê de rexneyan li Rûsyayê digirin lê Mezlûm Kobanî bi xwe got, ew parastinê ji hikûmeta Sûriyê naxwazin û naxwazin bikeve bin destê Sûriyê. Bêguman ji ber ku dilsoziya wan bo Amerîkayê heye, ev şaşiya wan e. Wan şerê li dijî Tirkiyê hilbijart.”

Li ser helwesta Rûsyayê derbarê Rêveberiya Xweser de jî Makarînko, guhdana bi Rêveberiya Xweser wek bîrokeyeke baş binav dike û dibêje, “lê di gava bê de divê li gel Şamê li hev bikin ka dê çawa welat birêve bibin. Divê hemû alî di gotûbêjên ciddî yên destûrê de beşdar bin. Ji aliyê Amerîkayê ve jî hêj îtîraf bi Rêveberiyê nehatiye kirin.”

Li ser sedema pêk neanîna peywendiyê li gel rejîma Sûriyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve Ekrem Hiso got, “Ji roja damezrandinê ve Rêveberiya Xweser dest û deriyê xwe bo rejîma Sûriyê vekiriye ji bo diyalogê. Lê heta niha jî rejîma Sûriye û Rûsya ne rast in ji bo diyalogê. Dewleta Sûriyê ya her kesî ye lê rejîma Sûriyê xwe wek xwediyê Sûriyê dibîne. Ev cudahiyeke mezin e. Me Kurdan deriyê xwe ji diyalogê re vekiriye. Rûsyayê ji roja ku derbasî Sûriyê bûne heta niha tiştek ji bo Kurdan nekirine.”

“Taxa Tey li ser navê ti aliyan nehatiye tapokirin”

Derbarê rewşa taxa Tey de jî Ekrem Hiso amaje bi wê dike ku ew tax beşek e ji devera îdarî ya bajarê Qamişlo û “li ser navê eşîra Tey nehatiye tapokirin. Ew nabe bibe devera îstîxbaretan ji bo ku bixwazin aramiya Bakur Rojhilatê Sûriyê bişkînin.”

Serokê Hevdîtina Niştimanî ji bo diyalogê Mehmûd Mihemed El Salim di dewaam gotinên xwe de amaje bi rola Tirkiyê kir û got, “Tirkiye hevpeymana NATOyê, Amerîkayê ye ku hinek hevalbendiyê li gel dikin. Lewma em daxwaza diyalogeke Sûrî-Sûrî dikin. Dema Sûrî li hev bicivin derewên dijiminan têk diçin.”

“Rewşa rejîma Sûriyê gelek xerab e”

Dr. Ferîd Sedûn behsa rewşa Qamişlo jî kir û got, ne tenê taxa Tey “divê navenda bajar jî bikeve bin kontrola Rêveberiya Xweser. Divê pirsgirêka Berevaniya Niştimanî jî bê çareser kirin.Ev ne pirsgirêkeke leşkerî lê siyasî ye.”

Dr. Vadîm Makarînko behsa wê jî kir, Rûsya zêdetirî 5 sal e navbeynkariya Rêveberiya Xweser û Şamê dike ji bo “her du aliyan razî bikin çareseriyên hevbeş bibînin. Rewşa rejîma Sûriyê gelek xerab e. Ji hemû aliyan ve ceza li ser in. Divê Beşar Esed, Kurd û Ereb çareseriyekê bibînin ku welatekî federal ava bikin.”

“Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê amade ye”

Mehmûd Mihemed El Salim behsa wê kir ku  Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed îtîraf bi hebûna pirsa Kurd a li Sûriyê kiribû û got, “Divê mafên Kurdan, çanda wan û fêrbûna bi zimanê wan, divê di çarçova destûrê de bên çareser kirin. Em fanatîzmê red dikin. Kurd beşek resen ji gelê Sûriyê ne. Amerîkayê roleke wê ya xerab li herêmê heye û divê hêzên biyanî ji xaka Sûriyê derkevin.”

Ekrem Hiso tekez kir ku deriyê Rêveberiya Xweser li ber diyaloga li gel hikûmeta Şamê vekiriye û behsa astengiyên li ber wê diyalogê kir û got, “Îro saziyên hikûmetê li Qamişlo hene ev jî ji ber baweriya Rêveberiya Xweser a bi Sûriya nenavendî ye. Rêveberiya Xweser hewldanê dike ji bo diyalogê. Ne Kurdan Amerîka aniye vir.”

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin