Dibe ku Mella Krêkar radestî Îtalyayê bê kirin

Dibe ku Mella Krêkar radestî Îtalyayê bê kirin

Dibe ku Mella Krêkar radestî Îtalyayê bê kirin

A+A-

 

Dadgeha Osloyê îro (29.06.2016) daxwaza dezgeha ewlekariya Norwêcê (PST) jibo radestkirina Necmeddîn Ferec Ahmed ku behtir weke Mella Krekar tê naskirin jibo Îtalyayê erê kir.

Destihilatên îtalî yên peywendîdar di wê baweriyê de ne ku, Krekar û hevwelatiyekî Iraqê 42 salî ku navê wî naye eşkere kirin, bi şêweyekî kare beşdarî di avakirina rêxistineka terrorîsta navneteweyî bi navê "Rawtî Şax" de kirine.

Mella Krêkar (60 salî)  jidayikbûyê gundekî nêzîkî Helebje ya Kurdistana başûr e. Ji sala 2007-an ve, navê wî li ser lîsta Neteweyên Yekbûyî (NY) ya kesên ku peywendiyên wan bi Al-Qaida re hene cih digire.

Di sala 2012 dadgeha Osloyê krekar bi 5 salan zindan, bi tawane piştavaniya terrorê, siza kir.

Herçende biryareka yasayî jibo radestkirina Krêkar jibo Iraqê ji mêj ve heye, lê bi sedema kû sizayê sêdarkirinê (îdamê) li Iraq û Kurdistanê hîne heye, ev biryar hatiye rawestandin.

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin