Diakurd: Serxwebûn mafê netewa Kurd û rêya çareseriyê ye

Diakurd: Serxwebûn mafê netewa Kurd û rêya çareseriyê ye

Diakurd: Serxwebûn mafê netewa Kurd û rêya çareseriyê ye

A+A-

"Sê sal berî niha, di 25ê îlona 2017an de, netewa kurd şanaziyek dîrokî tomar kir. Di referanduma serxwebûnê de 92,73 % ji hevwelatiyan piştgîriya xwe bo damezrandina dewletek serbixwe li başûrê Kurdistanê diyar kirin. Giştpirsî bi îradeya siyasî û piştgîriya neteweyî di wextê diyarkirî û li hemû navçeyên başûrê Kurdistanê birêveçû. Biryara giştpirsiya serxwebûnê û serkewtina wê, bûne mayeyê serbilindiya nîştimanperwer û azadîxwazên kurd li hemû beşên Kurdistanê. Gelê kurd li sertaserê Kurdistanê, li diyaspora û heta di bin zext û êrişan li metropolên dagîrkeran jî bi girseyî, di bin ala pîroz ya Kurdistanê û bi marşa Ey reqîb tewlî şahî û serkewtina gelê xwe bûn.

Li aliyê din giştpirsî bû kabûsek bêwêne bo dijminan. Dagîrkerên Kurdistanê, bi serkêşiya Îran û Tirkiye ketin pîlanên kûr bo fetisandina banga azadiyê. Wek tê zanîn wan ji zû de biryar daye ku bi hemû awayî li dijî destkeft û pêşkewtinên gelê kurd rawestin, lê mixabin dijminên me yên dîrokî karîn hin kalfam û nezanên kurdan jî bo berjewendiyên xwe bikar bînin û wan bikene berbestê rêbaza serxwebûnê. Her wiha sererayî peyama zelal ya gelê Kurdistanê, civaka nawneteweyî li dijî hereşe û hêrişên dagîrkerên Kurdistanê bêhelwest bû.

Dost û dijminên me bila dilniya bin ku doza serxwebûnê nerawestaye û nayê rawestandin. Pirsa kurd, pirsa neteweyekê ye ku tu caran dagîrkerî û bindestiyê qebûl nake.

Doza kurdî her berdewam e, lê bo gehiştin bi armancên neteweyî em hewceyî pêdaçûnek kûr û nirxandina demên bihurtî ne. Ji zemanê Ehmedê Xanî heya îro em basê yekîtiyê dikin, lê çawa her yek ji me bibe kilîla çareseriya pirsgirêkên navxweyî û bihêzkirina yekîtiya neteweyî? Em çawa perwerdeya neteweyî bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane û nifşên nû bo paşerojek geş amade bikin? Em çawa li diyaspora berjewendiyên neteweyî biparêzîn û peywendiyan di gel nawendên xwedîbandor bihêz bikin?

Referandumê serxwebûn misoger nekir, lê ew bû belgeyek ku di her wext û serdemekê de dikare di peywendî û peymanên navçeyî û navneteweyî de cihê xwe bibîne. Referandumê xwasta rastîn ya gelê kurd bo hemû dinyayê zelal kir. Êdî li her derê hatiye fêm kirin ku referandum berhema doza rizgariya neteweyî, xebata bêhempa ya hêza pêşmerge û şerwanan, xwîna şehîdan, cînosîda neteweyî, fedakariya hevwelatiyan û îradeya pêşengên kurdayetiyê ye. Em wê destkeftê bi şanazî bi bîr tînin û bi germî ji gelê xwe pîroz dikin."

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)

25/09/2020

***

Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Ehmedê Xanî (1650 − 1707)

 

dia.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin