• Diyarbakır 19 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 9 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 11 °C

Di zûtirîn wext da divê Serxwebûna Kurdistanê were îlankirin

Di zûtirîn wext da divê Serxwebûna Kurdistanê were îlankirin
Siddîq Bozarslan

Min di nivîsa çûyî da behsa Qanûna Komisyona Bilind a Referandum û Hilbijartinê (QKBRH) kiribû ku di Parlamentoya Kurdistanê da bi tevayîya dengan (Nimûneyeke sosretê ye ku Goran û Komela Îslamî jî deng dabûn ku îro behsa meşrûbûn û yasayan dikin û li hemberî referandumê derdikevin) di 23.07.2014´an da hatibû qebûlkirin û ev yasa di 31.08.2014´an da ji alîyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû îmzakirin. Balkêş e di navbeynê da sê sal derbas bûye û tu itiraz û gilî û gazinên Baxdayê çênebûye. Hukûmeta Baxdayê û serokê wê  Abadî jî baş dizanin ku bêdengîya wan a sêsalî tê wê maneyê ku vatinî û biryarên QKBRH, li dijî destûra Îraqê nîne ye û QKBRH bi tena serê xwe dikare biryara referandumê bide. Destûra Îraqê jî jibo gelê herêmên federe ku yekalî bixwazin referandumê çêkin, dipejirîne; lê Serokwezîrê Îraqê di pratikê da berewajê wê tîne şûnê. Di derbarê Referanduma Serxwebûnê da Haydar Abadî weha dibêje : “Di destûra me da selahîyeta referandum û veqetandineke yekalî tune ye. Referanduma Herêma Kurdistanê, ne qanûnî (yasayî) ye û em wê nasnakin.” Di destûra Îraqê da di derbarê veqetandinê da madeyek tune ye; lê hin madeyên din hene ku ew alîyê Hewlêrê xurt dike û alîyê Baxdayê jî qels dike. Vaye çend ji van nimûneyan li jêr in. 

Madeya 119´an a Destûra Îraqê; ”Li jêr li gorî daxwaza yek an zêdetir wîlayet, avakirina herêmek mikûn e. ”1. Li ser daxwaza 1/3 endamên meclisa wilayetê avakirina herêmek mikûn e.”  ”2. Li ser daxwaza 1/10 dengdêrên wîlayetê avakirina herêmek mikûn e.”

Li gorî van her du xalên madeya 119´an a Destûra Baxdayê; mafê gelê Kurd e ku li herêmên xwe referandum jî çêke û herêmên nû jî ava bike ku ev di derbarê cîyên ku li gorî madeya 140´ê ya destûrê tê gengeşekirin jî derbas dibe. Bi awayeke dî, destûra Baxdayê, piştgirîya Gelê Kurd dike ne ku Hukûmeta Baxdayê piştrast bike. Madeyeka dî ya destûrê jî paragrafa 5´an a madeya 4´an e: ”Li gorî encama referandumek ku piranîya dengdêrên herêmek an wîlayetek deng dane, zimaneke herêmî mikûn e bibe zimanê resmî.” 

Di pêvajoya avakirina dewletan da pirî caran, “Destûra azadîyên nenivîskî -wek hiqûqa navdewletî-” ku di literatura siyasetê da cî girtîye; bûye prensibeke navdewletî ku gelek dewlet li gor wê, li gor raya giştî ya civata welatê xwe û li gor menfeatên dewleta xwe piştgirîyê kirine ango li hemberî wê derketine. Wê siberojê ev tişt jibo pêşeroja Kurdistanîyan jî di çarçeweya navdewletî da were qebûlkirin. Bi awayeke dî dema dewletek serxwebûna Kurdistanê qebûl bike; wê destûra Îraqê çi dibêje, çi nabêje, neyne ber çavan. Di rojevê da doza neteweyeke bindest heye ku dixwaze qedera xwe bi îradeya xwe tayîn bike û ev mafê her neteweyê ye li seranserê cîhanê. Ji niha ve vê resmê (wêne) di çapemenîya cîhanê da mirov dibîne. Îraq, Îran, Turkîye, Îsrail, Rusya, Amerika û hin endamên Yekîtîya Ewrupayê (YE) em dikarin wek nimûne nîşan bidin. Amerika, Rusya û YE li hemberî referandumê nînin, ew jibo demê îtîrazan dikin û yekparetîya Îraqê diparêzin. Îsrail, ji sê sal berê ve piştgirî daye Dewleta Serxwebûna Kurdistanê û îro jî heman dîtinê diparêze. Di nav dagirkerên Kurdistanê da acizîya herî sivik Baxda nîşan daye. Di çarçeweya dijatîya referandumê da Tahran serkêşîyê dikêşîne û Ankara jî li pey Tahranê ye. Him Tahran û him jî Ankara di şertên îroyîn da eger ji wan were dê êrîşên Başûrê Kurdistanê bikin; lê şert û mercên navdewletî û rewşa wan ên hundurî dest nade ku  rasterast êrîş bikin û referandumê rawestînin.   

Mirov tehdîd û dijminatîya dewletên dagirker fêhm dike; bi taybetî jî îro van tehdîdên Tahran û Ankarayê, divê timî li ber çavên me bin û em bawerîya xwe bi wan neynin. Ji ber ku du parçeyên Kurdistanê yên mezin di bin hukûmdarîya wan da ne; ew ditirsin ku wê sibê aqubeta Îraq û Suriye were serê wan jî. Loma Serokê Meclisa Bilind a Îslamî û Serokê Koalisyona Neteweyî ya Şîayê Ammar Hekim, bêsebeb nabêje; ”Îsrarkirina Kurda li ser referandumê, wê di herêmê da bibe Tsunamiya Cudabûnê…” Xwedêgiravî ”dostê Kurd(!)” A. Hekim, aqil dide Kurda ku referandumê çênekin û pirsgirêkên heyî digel Baxdayê çareser bikin. A. Hekim, bi awayek psikolojiya hemî dagirkerên Kurdistanê anîye zimên û rast jî dibêje. Herçiqas mixatabê referandumê rasterast Baxda be jî,  psikolojîya Dewleta Tirk bêsebeb nîne ye. Serokê Meclisa Baxdayê Selim Cuburî; ”Em ji talebê (daxwaza) gelê Kurdistanê ra hurmetê nîşan didin, di vî derbarî da (referandum) parlamento wê bêteref (bêlayan) bimîne.” dibêje.  Lê Wezîrê Derve yê Turkiye Mevlut Çavuşoglu jî; ”… Wê şerê hundurî derkeve” dibêje. Ev mesaja Çavuşoglu bi du awayî dikare were nirxandin. Yek, Turkîye bi rîya referandumê tirsa xwe ya hundurî nîşan dide; du, Ankara desthilatdarîya Hewlêrê tehdîd dike da ku referandumê çênekin an texîr bikin. Di nivîsa Aydin Selcen (Ew li ser navê Ankarayê balyozê ewil ê Hewlêrê bûye û sê sal û sê meh li wir kar kirîye) da jî mirov rastî wêneya Ankarayê tê. Piştî zîyareta M. Çavuşoglu ya Hewlêrê ku rastê biryara Meclisa Kerkûkê tê; bi rîya medya civakî A. Selcen ji Balyozê Tirk ê Baxdayê Fatih Yildiz hîn dibe ku M. Çavuşoglu ji Serok Barzanî ra gotîye, ”.. ji girtina xeta petrolê û derîyê Xabûrê heta mudaxeleya askerî…” jibo Kerkûkê, Ankara dikare pêkbîne.     

Îro li cîhanê 212 dewlet hene û 193 ji wan endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Balkêş e, hin dewlet hene ku nifûsa wan qasî 1000 kesî ne ku mirov bi zehmetî navên wan li ser nexşeya (xerîteya) cîhanê bibîne. Loma nifûsa tevayîya 102 dewletan bi qasî nifûsa Kurdan nîne ye. Di nav 212 dewletî da tenê 22 dewlet li gorî nifûsa xwe ji Kurdistanê mezintir in. Digel vê rastîyê jî Kurdistan hê jî nebûye dewlet û di nav çar dewletên dagirker ên herêmê da hatîye parçekirin û gelên Kurdistanê jî wek koleyên bênav jîyana xwe didomînin. Nifûsa neteweyê Kurd, ji alîyê gelek kesan ve wek 50 milyon tê qebûlkirin. Neteweyek/gelek ku hewqas xwedî nifûs be û nebûbe dewlet, tenê Kurd in li tevayîya cîhanê. Pêwist e her aktorekî/e siyasi yê Kurd ên hemî parçeyên Kurdistanê, ewil pirsê ji xwe bike û di eynikê da li xwe baş binêre û bikeve nav fikaran û nirxandineke wicdanî bike. Gelo di berdewamîya jîyana me ya koletîyê da para min çîye, xêr û gunehê min çiqasîye?

Bêguman damezrandina her dewletek xwedî dîrokek e û di avakirina her dewletek da gelek pirsgirêkên aborî, siyasi, civakî û wd. hebûne û hê jî hene. Bi tabîreke dî, pirsgirêkên herî giring ên welatan, piştî dewletbûnê hatine çareserkirin. Mijara rojeva me jî bêguman pirsa serxwebûna Başûrê Welatê me ye. Li ser bingeha federalizmê Başûrê Kurdistanê, ev 25 sal e rêveberîya xwe domandîye. Meclisa Herêma Kurdistanê xwedî 111 parlamenter e û 11 ji wan kontenjan in. Pêkhateyên etnikî û olî wek Tirkmen, Ermenî, Asurî û wd, bi kontenjan di meclisê da tên temsîlkirin. Zimanên Tirkmenî, Ermenî, Erebî, Suryanî û Kurdî wek pênc zimanên resmî tên bikaranîn. Her civat ji mafên perwerdeyî, çapemenî wek rojname, radyo, Tv, û wd. fêdeyê dibînin. Bi awayeke dî, Kurdistana Federe; di nav xwe da jî wek dewleteke federal rêveberîya xwe meşandîye. Loma Berêz Serok Mesûd Barzanî bi taybetî di van civînên çend hefteyên dawîyê da li ser Kurdistaneke Serbixwe ya Federal destnîşan dike ku bi destûreke demokratîk pirsên hemî civatên herêmê (etnikî, olî) hembêz bike û çareser bike.   

Lê li Başûrê Kurdistanê gelek pirsgirêk jî hene ku benda çareserîyê ne. Wek nimûne; hê jî hêzên pêşmerge nebûne yek ku di bin artêşeke neteweyî da kom bibe, yekîtîyek jibo hêzên polês jî pêknehatîye û îstîxbarat jî nebûye yek, 22 meh e ku Meclisa Hewlêra Paytaxt ketîye rewşeke aşbetalîye, krîza siyasi û aborî, meaşên pêşmerge, memûr û karmendan, pirsa gendelîyê, bêkarîyê û gelek pirsên dî. Lê ji van hemî pirsgirêkan mezintir û giringtir pirsgirêka ewlekarîyê û xweparastinê heye ku ev rasterast bi dewletê ra girêdayî ye. Heta dewleta mirov tune be; mirov nikare li hemberî êrîş û qetliaman xwe biparêze û ewlekarîya civata xwe, mal û milkê xwe pêkbîne. Bi  gotineke dî dewlet, tapuyê mala (xanî) mirov e. Eger tapuyê mala te tunebe;  xwedîyê tapuyê dema bixwaze dikare bavêje ser mala te, li te bixe, te bavêje zindanê an sirgun bike, dest dayne ser hemî alavên te yên malê û eger pêdivî pê hebe dê te jî bikuje û mala te jî xirab bike. Bi sedan, bi hezaran nimûneyên kuştinê, malwêranîyê, zindan û sirgunê hatine serê gelê Kurdistanê ku dîroka wan a 200 salên dawîyê şahidê wê ye. Wek nimûne; bûyerên Şêx Ubeydullah, Bedirxan Paşa, Koçgirî, Şêx Saîd, Agirî- Gêlîyê Zîlan, Dêrsim, Simko, Mahabad, Şêx Mahmud Berzencî, Şêx Abdulselam Barzanî, Şoreşa Îlonê,  Enfal, Halepçe, Şengal, Roboskî û ji Sûra Amedê û Licê heta Şirnaxê wêrankirina 13 bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê, kuştina bi dehhezaran keç û xort, pîr û kal û zarokên me û bi milyonan koçberên me hemî li ortê ne û ji ber bêdewletbûnê hatine serê me. Merhaleya Referanduma Serxwebûnê jê encama ked û têkoşîna  van nimûneyan e ku min li jor destnîşan kir.            

Pêdivîya avakirina Dewleta Kurdistanê, em di rêzikên Seydayê nemir Cegerxwîn da jî dibînin ku dibêje:  ”… Heta hûn xanî ava nekin bi rindî / Li ser rengê boyaxê nekin du bendî…”  

Li Başûrê welêt ên ku îro li def û zirna ”enîya na”yê dixin; bi ti semedek nikarin yekê îkna bikin ku referandum çênebe ango texir bibe. Aktorên siyasi yên vê enîyê, bi xetên qalind li ser zemînên hundur û derve disekinin û dibêjin ku ev her du zemîn hê nehatine pejirandinê bo referanduma serxwebûne. Li gorî van aktoran bingeha zemîna derve wek dewletên Îraq jî di nav da cîranên derdorê û Amerika, Rusya û YE ye ku van dewletan  piştgirîya serxwebûnê nakin. Dîsa li gorî van aktoran, li ser zemîna hundur jî, tunebûn an qelsîtîya  yekîtîya hêzên Kurdistanî, hebûna kriza aborî, nexebitandina parlamentoyê, bêkarî, gendelî, tunebûn an kêmbûna kahrebayê (elektrik) û avê û gelek pirsgirêkên din rêz dikin. Van kesan propagandayên xwe anîne sewîyeke hewqas xirab ku tu dibê qey Gelê Kurd 200 salî zêdetir jibo nan û avê, karkirin û pere qazanckirinê têkoşîn dane û bûne cangorîyên welatê xwe. Xwedê hiş û qail bide wan

Wek min li jor destnîşan kir, heta nûha tu dewlet bê pirsgirêk avanebûne û zemînên hundur û derve jî ne pejirandî bûne. Li gorî van aktorên me, divê heta nûha tu dewlet nehatina avakirin. Mixabin van aktoran sîyaseta hundur û derve baş nikarin bixwînin ango naxwazin bi awayeke rast bixwînin. Mîsal, dema di 1776´an da Amerika serxwebûna xwe îlan kir; tenê ji 1/3´ê xelkê piştgirî dikir û piranî li dijê wê biryarê bûn û hin alîyan jî dixwestin ew bi Ingilistanê ra bimînin. Lê aktorên siyasi yên wê demê rizkeke mezin girtin ser milên xwe û serxwebûna Amerikayê bi serkeftinê birin heta qonaxa dawîyê. Nûha em piçek li derdorê binêrin. Ankara, bi taybetî di van sê çar salên dawîyê da bi domandina politika xwe ya tekayetî ku dixwaze bibe siltanek; hatîye radeyek ku ji alîyê Brukselê, Berlinê û Waşingtonê ve hatîye dorpêçandin û gav bi gav van paytextan dixwazin Ankarayê têxin nav qefesek. Tahran, bi hewildanên xwe yên van çend salên dawîyê ji şerîda Qendîl û Şengalê bigre heta Surîye û Lubnanê; nexşeya Împaratoriya Şîayê daye pêşîya xwe û ev jî bûye semed ku Amerika, Îsrail û hin welatên Erebî, Tahranê ji xwe ra kirine hedef. Rewşa Baxda û Şamê, ji xwe li ortê ye. Her çar dewletên ku Kurdistanê xistine bin fermandarîya xwe; îro nikarin bi hêsanî êrîşê başûrê welatê me bikin; ji ber ku raya navdewletî jî destûrê nade van hewildanan. Ev sê sal zêdetir e ku Hewlêra Paytext bûye navendeke giring jibo YE, Amerika, Rusya û hemî hêzên hevpeyman ku li dijî DAÎŞ´ê ne.  Bi saya serê şerê pêşmerge yê li hemberî DAÎŞ´ê, hêzên Kurdistanî bûne xwedî rumeteke baş. Di warê eskerî û diplomasiyê da jî Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê û bi taybetî xebatên berêz Serok Barzanî, bûye xwedî prestijeke gelek baş û loma Barzanî îro bûye sembola serxwebûnê. Wek min li jor jî got, van welatan li dijê referanduma serxwebûnê nînin; ji ber gelek semedên cuda ew li hemberî demê ne ku ev jî tişteke normal e. Lê mixabin aktorên me yên li ser navê ”enîya na”yê pêvajoya hundur û derve şaş dixwînin. Kesên ku ilmê cebîrê nizanibin, ew nikarin bi awayeke matematikê ferqa (+1) û (-1) bibînin û ji hev cuda bikin. Hê jî du hefte wexta wan heye ku ew ji şaşîyên xwe vegerin ser rîya rastîyê. Bi hêvîya ku aktorên ”enîya na”yê, jê ders werbigrin û wan dîtinan bikin guhar; ji neçarîyê be jî ez çend mesajên bîyanîyan jî li vir rêz dikim.

Generalê Amerikayê yê teqawidbûyî (malnişî) Ernest C. Audino di derbarê referandumê da tiştên balkêş tîne zimên ku ez jî van dîtinan parve dikim. Audino bi kurtayî weha dibêje: “... Kurdistan xwedîyê serkanîyên enerjiyê yên girîng e. Di demeke weha da wê Kurdistan bibe alîkar jibo bazarên enerjiyê yên cîhanê û Yekîtîya Ewrupayê (YE) û di vî derbarî da wê tehdîda Rusyayê kêmtir bike. Van hemî tiştan di menfeatên Amerika û Ewrupayê da ne û bi ya min Kurd jî karên baş dikin... Jibo gafên serxwebûnê jixwe dem, tu carî dema guncav çênabe. Yên têkoşînê dane, biryarê wergirtine. Tiştê pêwist e, hatiye kirin. 25´ê îlonê, jibo referandumê dema herî baş e... Tecrubeya 200 salî ya Amerikayê nîşan dide ku politika Amerikayê ya nûha ku tereftarê yekparetîya Îraqê ye, wê piştî referandumê biguhere, jiber ku hemwelatîyên Amerîkayê piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dikin û ev piştgirî her ku diçe zêdetir dibe...”  

Dr. Welid Fars, wek Eqilmendê berê yê Serokê Amerika Donald Trump weha dibêje: “Wê Amerika encama referandumê qebûl bike... Divê Koşka Spî gaf bavêje da ku ev pirs bibe parçeyeke politika Amerikayê ya hundurî ku ev jî pêdivîya xebateke mişterek di navbeyna Kongreyê û Koşka Spî da heye...”

Mirov hêvî dike ku cudabûna Hewlêrê ji Baxdayê wek veqetandina Çek û Slovakan di çarçeweyeke medenî û aştîyane da pêkwere. Lê dilxwestin tiştek e, realiteya heyî tişteke dî ye û lazim e alîyê Kurd li gorî realiteya hundûr û derve bikevin nav hewildanan û badilhewa wext xerc nekin. Baxda, wek taktik dikare ji Hewlêrê ra gelek sozên çareserîyê bide. Lê Hewlêr, divê li ser mercên federasyonê êdî bi Baxdayê ra nekeve nav gengeşeyan; tenê divê li ser cudabûnê ku bi awayeke aştîyane pêk were xwe bişemrînin. Baxda ku deh sal e madeya 140´ê ya destûrê bikar neanî û sê sal e ku butçeya Kurdistanê (%17) bi zanatî nedaye Hewlêrê, wê bixwaze vê pêvajoya xapandinê dirêj bike heta ku ew bixwe xurt bibe û paşê êrîşê Hewlêrê bike.Tirsa min heye ku hin aktorên siyasi yên Hewlêrê, bi taktikên xapandinê yên Baxdayê bikevin nav şaşîtîyan. Bila kes li qusurê min nenêre û min  bibexşîne; yên ku bikevin nav vî xetayî, bi vegotina Albert Einstein ku dibêje; ”.. Ehmeqî ye ku mirov sed car heman tiştî bike û encamek cuda hêvî bike...”, tam li gorî bejn û bala wan e. Kurd çiqas dereng bimînin, tehlukeya xeteran li hemberî wan wê zêdetir bibin û xeta serfirazbûnê wê zehmettir bibe, heta dikare bêmikun be. 09.09.2017- Swêd   

Ev nûçe 460 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din