Di yekemîn salvegera wefata wî de malbat, heval , nas û dostên Feyyaz Ekmen wî bibîranîn

Di yekemîn salvegera wefata wî de malbat, heval , nas û dostên Feyyaz Ekmen wî bibîranîn

.

A+A-

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, hevalê me, kek Feyyaz Ekmen roja 30.04.2021ê ji ber nexweşîya Covîd-19ê li Almanyayê ji nav me koç kiribû.

Di roja 30.04.2022yê , bi minasebeta yekemîn salvegera wefata wî da, malbat, heval, nas, dost û hezkirîyên Feyyaz Ekmen, bi beşdarîya gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, li Navçeya Kercewsê ya Êlihê(Bamanê), li ser mezelê wî bi merasîmekê wî bibîranîn.

Hemû beşdarên bibîranînê ewilî li Mala Tazîyeyê ya Kercewsê civîyan û fatîhayek ji bo kek Feyyaz Ekmen xwendin.

Mezelê Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan, bi gul û qurnefîlan ve hate xemilandin.

Merasîma bibîranînê li ser mezel, bi xwendina duayê ya ji bo kek Feyyaz Ekmen bi destpê bû.

Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün di derbarê jîyan û têkoşîna Feyyaz Ekmen da axaftineke kurt kir û bernameya bibîranînê birêvebir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, ji bo beşdarî bibîranîna yekemîn salvegera wefata Feyyaz Ekmen bibe, ji Hewlêrê xwest here Batmanê. Lê mixabin ji ber astengîyên Dewleta Tirkîyeyê yên ku ji rêwîyan di gumrikê de derdixist, qelabalixîyeke gelekî mezin di gumrika Îbrehîm Xelîl û Xabûrê da çêbibû.Ji ber wê jî Mustafa Ozçelîk , di derîyê Îbrehîm Xelîl da asê ma û nikarîbû bigihêje ser merasîma bibîranînê.Ji ber wê jî li ser mezelê Feyyaz Ekmen, li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Orhan Kaya, mesaja Mustafa Ozçelîk ya di derbarê Feyyaz Ekmen da xwend.

Li ser navê malbata Feyyaz Ekmen , hevjîna wî Mehtap Ekmen û birayê Feyyaz Ekmen ê mezin Şîrîn Ekmen jî axaftin, hîsên xwe anîn ziman û spasîya PAKê û spasîya hemû beşdarên vê merasîmê kirin.

Telewîzyona Çarpel Medyayê li ser mezelê Feyyaz Ekmen bi zindî ev bibîranîn weşand.

Eyup Alacabey, Osman Karavîl, Azîz Ozdemîr, Şûayîp Adlig jî di derbarê ked û rola Feyyaz Ekmen ya welatperwerane de, di vê bibîranînê de, li ser mezelê wî ji Çarpel Medyayê re axivîn.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê, dostê Feyyaz Ekmen Bavê Helebçe jî helbestek li ser Feyyaz Ekmen xwend.

Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî û gelek welatperwerên Kurd, li gel rêvebir û endamên PAKê beşdarî bibîranîna yekemîn salvegera wefata hevalê me Feyyaz Ekmen bûn.

Çarpel Medyayê bernameyeke taybet ji bo yekemîn salvegera wefata kek Feyyaz Ekmen li dar xist. Gelek heval û dost û welatperwerên Kurd beşdarî vê bernameya Çarpel Medyayê bûn.

Di dawîya merasîma bibîranînê ya li ser mezelê Feyyaz Ekmen da, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, li ser navê malbata kek Feyyaz Ekmen û li ser navê PAKê spasîya hemû beşdaran û spasîya Çarpel Medyayê kir.

30.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragheandinê ya PAKê

1-251.jpg2-278.jpg4-213.jpg5-159.jpg6-115.jpg8-072.jpg9-057.jpg10-047.jpg12-030.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin